Yên carekê şiriniya Meryemê tam dike dixwaze carek din jî bixwe

Meryem Kerîma ya piştî xwendina zanîngehê bê kar maye xwe di çêkrina şirîniyan de pêşxistiye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Ji jinên ji bo debara jiyanê di nava hewildanan de ne Meryem Kerîm a ku zanîngeh temam kiriye û nekariye li gorî beşa xwedî kar bike li mala xwe pastayan çêdike û bi rêya malperên tora civakî xwe digihîne bikirên şîrîniyan. 
“Xweseteka min ji çêkirina şîrîniyan re heye”
Meryem li ser çêkirina şîrîniyan ev tişt got: “Ez li herêma Helepçe dijîm, min zanîngeha Helepçe temam kiriye. Ev şeş mehe ez di nava mala xwe de li gorî daxwazan pastan çêdikin. Her çiqasî şîrîniyên din ji dizanim çêkim lê herî zêde ez ji pasta çêkirinê hez dikim. Xwesteka her kesekê ji çêkirina tiştekê re heye, xweseteka min jî ji çêkirina xwarin û şîrîniyan re heye. Destpêkê min li You tubê lêkolîn kir. Piştre min malperek ya internetê çêkir û pastayên ku ez çêdikim têde belav dikim. Hemû karê xwe bi rêya malperê belav dikim. Xelk bi nameyan dizayna pastayên xwe rêdikin ji min re ez ji wisan ji wan re amade dikim. Ez hemû cûrên pastan çêdikim ji bo rojên ji dayikbûnan û merasîmên hevjiyanan re amade dikim. Yên ku pastayên wan bi dilê wan çêdibin piştre jî daxwaz dikin. Êdî ne hewceye ku em bimînin li benda hikumetê heta ku muçe bide me. Em bi xwe hewil didin û aboriya xwe bi xwe ava dikin. Gelek caran pêdawistiyên çêkirina pastan li Helepçe peyda nabin. Ji bo wê divê her biçim Silêmanî binîm. Hevirê şekir ya ku ji bo dizayankrina pastê bi kartinîm xira nebe û zêdetir dimine. Yê ku dil li karkirinê hebe, bila kar bike û jiyana xwe bi xwe dabîn bike.”