“Çêkirina Muman aramiyê dide min”

Suvana ku gelek ji bêhna muman hez dike, ev hezkirina wê wisan kiriye ku di mala xwe de dest bi çêkirina mumên cuda bike û bi rêya onlinê van muman di firoşe.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Mum aramiyê dide deruniya mirovan, jina ciwan a bi navê Suvan Serwet, zanîngeha Kiştukal beşê dermansaziyê temam kiriye. Bi xwe gelek ji muman hez dike û vê heskirinê wisan kiriye ku dest bi çêkirina muman kiriye. Ev nêzî salekêye Suvan muman çêdike, bi destpêkirina hunera wê ya çêkrina muman re êdî di bazarên Silêmaniyê de mumên reng û reng tên dîtin. 
“Madeya ku mum pê tê çêkirin li Kurdistanê nîne”
 Suvan wiha behsa çêkirina muman dike û dibêje: “Ew madeya ku ez pê muman çêdikim ji derveyî welat tînim, ew made li bazarên Kurdistanê nîne. Ew mumên niha ez li bazarê di firoşim piraniya wan ji bo tendirustiya mirovane yên ku behna wan teng dibin bi bêhna mumê dikarin nefes bistinin. Gelek hemwelatî wisan fam dikin ku ez muman ji bazarê di înim. Ger min wisan bikira ji sedan 50’yê mumên min wê hemû buya duman. Ji ber wê ez mumên xam dikirin û hinek gyhertinan têde çêdikim.”
“Her madeyek taybetmendiyê wê yê cuda heye”
Suzana dest rengîn gelek bêhnên cûda di çêkirina muman de bi kar tîne ev bêhnane wek bêna vanilya, gul, lavante, guza hindê, darçîn, qehwe û gelek bêhên din ji bo van mumên rengên wan cûda cûda b kar tîne ev rengane nêzî 12 renganîn û wiha behsa bêhn û rengê mumên xwe dike: “Reng û bêhna muman li gora xwesteka kesan ez çêdikim. Niha hemwelatî ji mumên rengin hez dikin hez nakin sade bin. Bi taybet herî zêde ciwan hez mumên rengin dikin. Ew madeyên ku ez jê muman çêdikim suya, parafil û cîlaye. Her yek ji van madeyan teybetmendiyek ya xwe yê cûda heye. Mînak madeya Suya reng dide û herê zêde mumên sipî tê bi karanîn. Di dema pêxistina wê de duman nake û tu zerara wê ji bo jingehê nîne, ger bixwazî mumek dereng were vemirandin bi madeya Paravîn tê çêkirin.”
“Jin di nava mala xwe de gelek ji bêhna muman hez dikin”
Suvan bal kişand li ser xwesteka jina ya ji muman re û wiha dom kir: “Herî zêde jin giringî didin bêhna muman di nava malê de. Du curên bikarhênerên muman hene, curek tenê weke kel û pelekê ya ciwankariya malê bi kar tinîn. Ya dinê jî bo aramiyê deruniya mirov ji bêhna wê hez dikin û hinek din ji bo diyariyan bi kartînin. Çêkirina mumekê 48 saetê lê diçe. Hinek mum hene ji bo çêkirina wê gelek kar divê, bi taybet ew mumên ku bi gulên xwezayî tê çêkirin. Dixwazim di demê pêş de firoşgehek taybet ya çêkirina muman ji bo xwe ava bikim.”