Nivîşk û penîrê tamxweş li mala Hena ya li gundê Gemo heye

Hena ya ku ji gundê Gemo ye ji zaroktiya xwe de bi kar û berhemên sewalvaniyê re mijûl e dibêje: "Ev 20 sal in ez penîr çêdikim, meşkê dikeyêm û rûnê nîvişk didim hev."

HÊLÎN GEMO
Hesekê - Gundê Gemo yê nîv saetê ji navenda bajarê Hesekê dûr e li nava zeviyên genim û bi ber, li nêzî gund jî şînkahî heye. Berê gund mezin bûye, bi derbasbûna demê re şêniyan berê xwe dane nava bajêr û deverên dinê, ji ber wê her ku çûye gund biçûk bûye û çend mal tê de mane. Jinên destbikêr û rêncber keda bax û bîstanan li gel sewalvaniyê ji xwe re kirine çavkaniya debarê û zû bi zû destên wan jê nabe. Ev yek bûye sedem ku bi rehetî gundê xwe bernedin û nekevin pey jiyana hêsan. Çawa ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan şaneyên xwe di nava hemû tax û gundan de da çêkirin, bi heman şêweyî yên di mayîna gundan de bi îsrar in û her roj reng didin jiyanê dîsa jin in. 
Li gundê Gemo her tişt xwezayî ye
Hena Gemo ya 55 salî yek ji wan jinan e ku tu carî dest ji gundê Gemo yê nêzî Hesekê bernedaye û bi pey jiyana cuda neketiye û ji gund dûr negeriyaye. Yek ji sedemên bingehîn ên bi giştî xiranebûna gund, mayîna Henayê ye. Ji ber bi daxwaz li gund maye û girêdana wê ya gund gelek bi hêz bû, ji bo wê jî jinên cîran hemûyan xwe li wê girtine. Heta niha jî her berbanga sibehê dengê meşka wê ji gund tê û bîna nanê wê yê tenûrê li nava gundê Gemoyê belav dibe. Ji sewalan, bax û bîstanan berhemên herî baş û bi tendurist berhev dike, hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovên xwe yên li bajêr dimînin dişîne. Herî zêde jî penîrê wê yê tama penîrê koçeriya kurdewariyê jê tê xweşe û hêjayî tamkirinê ye. 
Binê salona Hena ya ax gelek hênik û xweşe
Dema ku em ji bo nûçeyê çûn gundê Gemo tevgera Henayê em ber bi xwe ve birin. Em çûn ber deriyê wan me silav da, bi germahiyek ji nava dil em pêşewazî kirin û me vexwend hundirê malê. Gava ku me hewl da em bikevin hundir, ji devê deriyê binê salonê yê ji heriya berê xweşik li hev aniyî û dewisandî hewa gelek hênik û xweş bû. Hema me lingê xwe xas kir da ser erda tazî. Henayê daxwaz kir ku em bi solan têkevin hundir, ji ber erd tazî bû lê me nepejirand ji ber  ew erda taziya bi ax bê çîmento gelek xweş bû ji bo wê jî me di ya xwe de îsrar kir û em bi lingên xas li ser kursiyên ji daran û xweşik li hev hatî rûniştin. 
Ji hundir dengê gupe meşkê dihat 
Piştî halpirsînê Hena kete hundir û dengê gupegupa meşkê ji hundir hat. Ji bo kêşana dîmenê meşkê hema me kamera xwe vekir û em jî ketin hundir, me hinek kêşa. Pir derbas nebû, carekê me dît sofreyek ji hêkên malan heya penîrê nû, nivîşkê ku hema wê kêliyê ji meşkê valakirî û dewê cemidiyê meşkê ji xênî derket û bi aliyê me ve hat. Di nava demek wiha kin de çawa hemû tişt bi hev re amade kir, me bi şaşwazî lê nihêrî. Paşê jî em daxwazî ser xwarinê kirin û bi rûkenî her yek ji wan xwarinên tamxweş çawa amade dike ji me re bi zimanê çîrokî vegot. Me xwe di nava çîrokan de hîs dikir û ger ne ji leza vegerê û amadekirina nûçeyê bûya me nedixwest em ji sohbeta wê ya xweş ji civata wê rabin.
Hena ya ku ji gava destpêkê ve em dîtin bi germ nêz bû heya dawiyê wê germahiya xwe domand û di her firsendê de jiyana xwe ya gund bi me re parve kir. Ji zarokatiya xwe ve ketiye rê û wiha behsa jiyana xwe ya zaroktiyê kir: "Ez li gundê Gemo ji dayik bûme, ji ber ku dibistan dûrî gund bû min nexwend, heya niha ez bi hesret im ku fêrî tîpekê bibim. Dayika min gelekî bi pez û çêrandina wan re mijûl dibû her wiha ji şîrê wê penîr, mast, nivîşk û dew çêdikir. Rast e min alîkariya wê nedikir lê hema min bi baldarî wê dişopand ka bê çawa pez didoşe û ji şîrê wan van berhema çêdike. Çêkirina van berheman hemûyan ji dayika xwe hîn bûm û niha bi xwe hemûyan çêdikim. Tenê xwendin di dilê min de maye ku nikarim bixwînim û binivîsînim."
20 sal in pez xwedî dike
Henayê diyar kir ku piştî dayika wê çûye rehmetê êdî wê karê xwedîkirina pez berdewam kiriye û wiha pêde çû: "Dema dayika min çû ser dilovaniya xwe êdî çêrandin û xwedîkirina wan pezan ket ser milên min. Her wiha min mal jî bi rê ve dibir. Ev bû 20 sal ez jî mîna dayika xwe ji şîrê pez penîr çêdikim. Em hem ji bo xwarina xwe, hem ji bo mirovên xwe yên li bajêr dimînin û hem jî difroşim da ku em pê debara xwe ya jiyanî bikin."
Li ser sifreya Henayê penîr xwarineke sereke ye
Henayê wiha qala çêkirina penîr kir: "Destpêkê ez pez didoşim paşê li parzûn dixim, paçikê parzûn jî weke safokê ye ji bo ku gemar di nava şîr de nemîne, hebekî germbûn bi şîr re heye dema ku biçekî sar dibe ez dermanê ku taybet ji bo tirşbûna penîr çêbûye tevlî dikim. Piştî 3 setan ez penîrê xwe careke din dixim parzûnê ji bo ava zêde jê derkeve, dema ku çend seatan di parzûnê de dimîne, îcar ez bi kêrê hûr dikim û dixim nava xwê ji bo hişk bibe, vê gavê mirov dikare biçekî di nav avê de bikelîne û bixwe. Lê dema ku ji bo mûneta zivistanê hilînin divê penîr bi giştî bikelînin û ava xwê têxin nav piştî çend heyvan dibe ku derxin û bixwin." 
Henayê di dawiya axaftinên xwe de ji bo ku jin çanda xwe biparêzin hêvî û daxwazên xwe  wiha anî ziman: "Hêviyên min hene ku jin xwedî li çanda xwe derkevin û ji tunebûnê biparêzin. Her wiha fêrî neviyên xwe bikin da ku çanda me neyê jibîrkirin û her di nava nûbûyînê de be."