Gulîzar bexçeyê fêkî û sebzeyan şîn dike

Gulîzar û Germiyan dayik û keçek mînakên herêma Seyîdsadiq in. Ew bi hev re bi karê xwedîkirina lawiran û baxçe re mijûl dibin. Bi keda destên xwe dijîn û westandin ji bo wan tune ye.

 
HEWAR MEHEMED
Seyîdsadiq - Gulîzar Şerîf a temenê wê 62 salî ye bi keça xwe ya bi navê Germiyan Îbrahîm re ev nêzî sê sal in parçeyek zevî li li deşta gundê Nawgirdan a ser bi bajarokê Seyîdsadiq ve kirî ne û li wê derê dijîn. Di nava vê zeviyê de ji bo xwe xanî çêkirine û li wê derê dimînin her wiha bexçeyê wan jî heye. Di nav de darên hinarê hene û gelek sebze çandine û bi wan re mijûl dibin. Her wiha ji bo debara jiyana xwe jî çend çêlekan jî xwedî dikin. Dayik û keça xwe ya kedkar ji ajansa me re wiha behsa zorî û zehmetiyên karê baxçe û xwedîkirina ajalan kirin.
“Berhemên me pere nakin”
Gulîzar Şerîf wiha behsa rewşa xwe ya aborî dike: “Ji meha Sibatê ve heta niha, me ji sedî 2 qezenc bi dest xistiye. Heta niha tiştek me yê diyar tune ye, tenê heqê westandina me 25 hezar e. Ji berhemên me, pereyê ketiye destên me evqas e. Her roj bihayê 15 hezar pere em didin benzînê heta ku em diçin û tên. Bacan xiyar û kelik û hinek tiştên dinê me çandine, ji ber nebaşiya aboriyê ev sê sal in em nikaribûne cereyanê bikşînin em bê cereyan dijîn.”
“Hemû cotkar niha heman rewşê dijîn”
Keça Gulîzarê Germiyan Îbrahîm wiha behsa berhemên xwe dike û dibêje: “Di destpêkê de tenê me karê baxçe dikir lê belê îsal me hinar û hinek berhemên din jî çandine. Pereyê ku ji vê derê tê têra benzîna me nake, rewşa me tenê ne wisa ye hemû cotkar niha heman rewşê dijîn. Li vê zeviyê ez û dayika xwe bi hev re kar dikin. Li vê derê ez karê çinîna hinar, zeytûn, tirî û avdaniya darên hinaran û gelek karên dinê dikim.”
Her wiha Germiyan û dayika xwe ji derveyî karên baxçe çend çêlekan jî xwedî dikin.