Doza parlementer Feleknas Uca hat taloqkirin

Runiştina doza parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ya ji ber daxuyaniyên dayî tê darezandin hat dîtin û doz taloqî 11’ê Çileya 2022’an hat kirin.

 
Amed– Ji ber daxuyaniyên di navbera salên 2015 û 2016'an dayî bi idiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca hatiye vekirin.13'emîn rûniştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber guhertina şandeya berê di runiştinê de girtekên berê hatin xwendin û meqama idiayê daxwaza temamkirina babetên kêm kir.
Parêzerê Feleknas Uca Serdar Çelebi gotinên xwe yên nivîskî dubare kir û daxwaza sekinandina darizanina miwekîla xwe kir. 
Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 11'ê Çileya 2022'an kir.