Hulya Oruç: Gef û tacîz bûye rewşek sîstematîk, ez bêdeng namînim

Hulya Oruç a ku dema hevserê wî yê rojnameger di girtîgehê de bû rastî tacîzê dihat, duh dema diçû karê xwe dîsa ji aliyê wesayîda ku li pêşiya wê sekinî ve hat tacîzkirin. Hulya Oruç destnîşan kir tiştên wê jiyane bûne rewşek sîstematîk û diyar kir ku ew ê bêdeng nemîne û ji bo giliyê serî li ÎHD’ê û dozgeriyê bide.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed –  Rojnamevan Azîz Oruç di 11’ê Kanûna 2019’an de li Bazîda Agiriyê hatibû binçavkirin û 11 mehan di girtîgehê de mabû. Di danişîna xwe ya sêyemîn de 9’ê Mijdara 2020’an hat berdan. Hulya Oruç dema hevserê wî Azîz Oruç di girtîgehê de bû rastî tacîzê hatibû, duh jî dema diçû kar wesayîdek pêşiya wêgirt û xwestin siwarê wesayîdê bibe. Hulya Oruç a ku li Amedê dijî bûyera duh qewimî, li ser medyaya civakî ragihand kir û plakaya wesayîtê eşkere kir. Hulya Oruç bal kişand ku berê gelek caran gefên sîxuriyê ji hejmarên tlf. yên cuda xwariye û dê der barê bûyera ku herî dawî jiyaye de, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û ji dozgeriyê re serlêdana sûc bike.
"Ji aliyê wesayîdek ve li kolanê hatim tacîzkirin" 
Hulya Oruç diyar kir ku ew hê jî nikare ji şoqa bûyera ku duh danê sibê qewimiye derbikeve û wiha behsa bûyerê kir: “Danê sibê dema ku ez diçûm kar, ji aliyê wesayîdek ve li kolanê hatim tacîzkirin. Ez nizanim ew kes kî ye. Dema ku min got tu kî yî?” û min bertek nîşan da, wî hewl da ku ji wesayîde derkeve. Dema ku min fêm kir dê min bi zorê li wesayîdê siwar bike, min got; "Ez ê bangî polîsan bikim, ez ê biqîrim" ew kes li wesayîdê siwar bû û çû. Ji ber vê yekê min jî plaqeya wesayîdê girt û telefonê parêzera xwe kir. Ji ber ku dawiya hefteyê bû me hê bi qanûnî tiştek nekiriye lê roja duşemê ez ê hem li dozgeriyê û hem jî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serlêdana sûc bikim.
"Ez li vî welatî xwe ewle hîs nakim" 
Hulya Oruç, diyar kir ku ji bilî tacîza ku lê hatiye kirin ew bi awayekî sîstematîk hatiye şopandin û di salên borî de ji hejmarên cuda yên telefonan lê geriyane û da zanîn ku di dema binçavkirina hevserê xwe de gelek caran rastî rewşên wiha hatiye. Hulya Oruç got; “Ev berê jî hatin serê min. Bi taybetî piştî ku hevserê min hat girtin, ez bi awayekî sîstematîk hatim şopandin û gelek caran ji min re gotin; 'Em xerîb nîn in, were em alîkariya we bikin û em ê ji hêla madî û manewî ve piştgiriyê bidin we.' Me jî wê demê ev yek ragihand ÎHD’ê û rayedarên pêwendîdar. Ez li vî welatî xwe ewle hîs nakim û difikirim ku tacîzên wiha li me jinan bi zanebûn tê kirin.”
 “Ez ê bêdeng nemînim" 
Hulya Oruç bûyerên ku jiyaye bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiye ji bo jinan ne cihekî ewle ye û destnîşan kir ku ew ê li dijî binpêkirina mafên xwe bêdeng nemîne. Hulya Oruç axaftina xwe wiha domand: “Ev pirsgirêkek pir cidî ye. Ez ê dû vê yekê bernedim û hemû mafên xwe biparêzim. Ger hevjînbûna min a rojnamegerek bibe sedema vê yekê, ez wê qebûl nakim. Ev ji bo jinek tehdîtek mezin e. Mafê min ê jiyanê tê binpêkirin. Ez tu gotinê ji bo tiştên jiyame nabînim, nikarim diyar bikim. Tevî ku ev êrîşeke li dijî exlaq e, ji derveyî siyasetê ye jî hema bêje hemû jin rastî rewşên bi vî rengî tên. Mafê wan tune ye ku vê yekê bi me bidin jiyîn."
https://www.youtube.com/watch?v=5o1jS7vynl4&t=12s