"Bi hedefgirtina şûnwarên arkeolojîk, Tirkiye hewl dide dîroka herêmê ji holê rake”

Hevseroka Rêveberiya Berhemên Kevnar a Parêzgeha Efrînê Asmahan Ehmed, teqez kir ku dagirkeriya tirk dîrok û berhemên kevnar ên herêmê wêran dike, di heman demê de li cihên ku Osmaniyan çêkirine jî digere û restore dike û dixwaze dîrokê ji holê rake û xîlafeta Osmanî vejîne.

FÎDAN ABDULLAH
Şehba-Piştî ku Tirkiyeyê û çeteyên wê di Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kirin û di êrîşên wê yên zêdeyî du mehan de bi balafiran û çekên giran û çekên qedexekirî, wan yekser cihên arkeolojîk kirin armanc. Perestgeha Andara ya li navçeya Waîrawa ku dîroka wê digihîje 1200 sal berî zayînê jî bû hedefa êrîşan.
Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk berê xwe da şûnwarên arkeolojîk ên ku li seranserê Efrînê belav hene, wan şûnwaran vediguherîne û wêran dike, di lêgerîna kevnareyan a bi traktor û makîneyên giran, tiştên ku dikare rake didize û li Tirkiye û welatên Ewropayê difroşe.
Der bare binpêkirinên ku Tirkiye û çeteyên wê li şûnwarên arkeolojîk kirine, ajansa me bi hevkarê Serokatiya Daîreya Kevnarên Efrînê Asmahan Ehmed re hevdîtin kir.
Asmahan Ehmed got ku tişta dagirkeriya tirk û çeteyên wê zêdeyî sê sal in li Efrînê dikin ne karekî hêsan e û wiha domand: "Armanca hedefgirtina şûnwarên arkeolojîk ji hêla Tirkiyeyê ve tê wateya hedefgirtina her şaristanî û şoreşa ku axa Efrînê dîtiye, ji ber ku ew hewl dide dîrokek din ava bike."
“Li gorî peymanên navneteweyî divê deverên dîrokî di dema pevçûna de werin parastin”
Asmahan Ahmed bal kişand ser peymanên navneteweyî yên ku di dema pevçûnê de deverên arkeolojîk diparêzin, wek Peymana Navneteweyî ya Lahayê ya 1954’an û got: "Di bûyerên pevçûnên çekdarî de, pêdivî heye ku hemû alî milkên çandî biparêzin lê Tirkiye ji destpêkê ve vê yekê nekiriye. Destwerdana li aloziya Sûriyeyê bi xwe re gelek texrîbatan anî. Lewre hem mirov, hem dîrok û hem jî erdîngarî tên hedefgirtin û ev yek hem di dîrokê de hem jî di şeran de dijberî qanûnên navneteweyî ye.”
“Koma Semerqend û Sultan Murad li herêmê li xezîneyan digerin”
Asmahan Ehmed nîgeranî û nerazîbûna xwe ya ji bo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan anî ziman û got; "Ji bo parastina abîdeyên ku dîroka mirovahiyê lê heye divê hemû cîhan destwerdanê bike. Tirkiyeyê li Efrînê û her derê abîdeyên cihêreng ên li herêmê û çanda hemû gelan dike hedef. Sala borî, buldozerên dagirkeriya tirk li gundê "Arabo" yê navçeya Mabata ya Efrînê dest bi kolandin û kolandina girekî arkeolojîk kirin û di wê heyamê de bi hezaran darên selîs, giha û zeytûnan, li navçeyan hatin texrîb kirin. Heta niha jî koma Semerqend û Sultan Murad ji bo lêgerîna xezîneyan li herêmê, li gelek gundan axê dikolin û lêgerîna berhemên kevnar didomînin."
Asmahan Ehmed destnîşan kir ku wan hedefa dagirkeriya tirk a li ser keleha dîrokî ya Nebî Horî ronî kirine û got; "Me raporên ku delîlên van binpêkirinên li dijî dîroka Efrînê hene ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî re şandine. Kela Nabî Horî bi texmînî 60 hektar e. Keleha El-Nebî Horî 45 km. dûrî navenda bajarê parêzgehê ye. Cihê wê bi dîwarên berevanî yên bihêz ên ku keleha wê vedigirin ve hatiye dorpêçkirin ku vedigere serdema Bîzansiyan. Çar aliyên kelehê bi çar deriyan tê kontrolkirin û arkeologan şanoya wê ya Rûmî wekî ya herî girîng di nav şanoyên Romaya kevnar de li Sûriyeyê diyar kirine.”
Piştî ku Tirkiyeyê kantona Efrînê dagir kir û di bin navê parastin û restorekirina kelehê de, dikaribû wêran bike û bi navê restorasyonê talan bike. Keleh bi operasyonên kolandinê bi makîneyên giran hat wêrankirin, hemû darên derdorê hatin birîn û panelên mozaîk û şanoya nêzî kelehê hatin dizîn.
“Restorasyona abîdeyên Osmaniyan”
Asmahan Ehmed der barê hewldana vejandina kolonyalîzma Osmanî li Sûriyeyê li ser axa Efrînê got; "Dagirkeriya Tirk mizgefta ku Osmaniyan li nêzî goristana Horî Pêxember çêkiribû, veguherand û li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, dagirkiriya tirk mizgeft restore kiriye, perçe û tabloyên arkeolojîk jê derxistine birine. Ev yek jî diyar dike ku Tirkiye hewl dide serdestiya Osmanî vegerîne û dîroka gelên resen ên herêmê ji holê rake."
Asmahan Ehmed bal kişand ku li pişt van binpêkirinan û armancên Tirkiyeyê li Sûriyeyê plan hene û got: "Tirkiye bi dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji Efrîn û Helebê heta kantona Cizîrê bi riya El-Xezîre, dixwaze Xîlafeta Osmanî zindî bike. Hesekê û Minbic ber bi Babê ve û tevî êşa herêmên dagirkirî, ev binpêkirin û dagirkeriya ku bi taybetî li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve hatiye kirin ji herêmên dagirkirî bi tevahî cuda ye."
Dagirkeriya Tirk her wiha şêrê bazalt ê mezin ê ku di nav xirbeyên gundê "Eyn Dara" de li girekî herî girîng ê arkeolojîk ê Efrînê ye, talan kir û ne tenê ev, ew dever jî ji bo çekdaran veguherand cihekî leşkerî.
“Dagirkeriya tirk bi dehan girên arkeolojîk ên li herêma Efrînê wêran kirine”
Asmahan Ehmed têkildarî cihên ku ji ber dagirkeriyê wêran bûne, li gorî agahiyên ku ji aliyê Midûriyeta Şûnwaran a Efrînê ve hatiye belgekirin, wiha vegot; "Tirkiyeyê, nêzî 64 girên arkeolojîk ên li gundên cuda yên kantona Efrînê hene, bê hesap û pirsyar wêran kir. Ev der  hatine rûxandin û der barê tablo û berhemên ku ji herêmê hatine talankirin de agahdariya me heye. Em pê dizanin ku bi dehan sal di ser dizînê re derbas bûne lê ji aliyek din ve, gelek cihên arkeolojîk hene ku zanîna wan dijwar e kevnareyên ku ji wan hatine talankirin ji ber ku em ji ber nebûna pêdiviyên pêwîst nikarîn xwe bigihîjînin wan, kifş bikin û derxin.
Divê bê zanîn ku li Efrînê nêzî 80 girên arkeolojîk hene ku vedigerin serdema navbera şaristaniyên Yewnan, Rom û Bîzansê.
“Divê ku Sûriye ji ber van kiryaran dengê xwe derxe û Tirkiyeyê berpirsyar bigre”
Di dawiya axaftina xwe de, hevseroka Rêveberiya Berhemên Kevnar a herêma Efrînê, Asmahan Ehmed, daxwaz kir ku der barê kiryarên ku li ser berhemên kevnar ên Efrînê diqewimin de helwestek cidî hebe û got: "Em daxwaz dikin ku welat û rêxistinên têkildar heyetan bişînin, têkildarî dagirkirina Efrînê û eşkerekirina siyaseta Tirkiyeyê ya kolandin û talankirina cihên dîrokî raporan biweşînin. Em daxwaz dikin ku rejîma Sûriyeyê bêdengiya xwe bişkîne û Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên wê yên li ser berhemên kevnar û dîroka Sûriyeyê şermezar bike.”
Hêjayî gotinê ye ku ev şûnwarên arkeolojîk ên navborî di nav wan şûnwaran de ne ku li Rêveberiya Giştî ya Kevnar û Muzexaneyên Sûriyeyê û Birêveberiya Kevnareyan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatine tomarkirin. Ji ber ku dizanin kolandin û lêkolînên li erdên herêmê dibe ku gelek qadên arkeolojîk ên din eşkere bikin û ev yek gefê li dîroka Sûriye û Efrînê dixwe, vê yekê bi jenosîd û talankirinekê zêdetir radixe ber çavan lewre  bêdengiya navneteweyî pêşî li vê yekê vedike.