Doza Kobanê: Pirsgirêka Kurd di vê salonê de ne

Darezandina siyasetmendarên HDP’ê yên ji ber portesoyên pêvajoya êrîşên ser Kobanê tên darezandin dewam dike.

Navenda Nûçeyan- 4’emîn rûniştina Doza Kobanê ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Ev 108 siyasetmedar ji 29 heb sûcên cuda bi giştî ji wan re 38 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê ji wan re tê xwestin. 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li ewyana danişînê amade bûn. Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê beşdarî hincet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Hevseroka Giştî yê HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê, Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Zekî Çelîk ji Edremîtê, Berfîn Ozgu Ozkose û Zeynep Olbecî ji Girtîgeha Bakirkoyê, Gulfer Akkaya ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, Parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ji Dadgeha Datçayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
Heyeta dadgehê biryara domandina girtina 20 siyasetmedaran da û doz taloqî 18'ê Cotmehê kir.