Danişîna doza kujerê Dîlan Toptaş taloq kirin

Danişîna doza Kujerê Dîlan Toptaş gardiyan Halîl Îbrahîm taloqî 2’ê Mirdarê kirin.

Navenda Nûçeyan- Gardiyan ê kujer Halîl Îbrahîm Sert ê 29’ê Tebaxa 2020’an li navçeya Artemêt a Wanê Dîlan Toptaş qetil kirî bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” û “Delîl ji holê rakirinê” tê darizandin. 3’emîn danişîna  dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Halîl Îbrahîm ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Malbata Dîlan û parêzerên malbartê jî di danişînê de amade bûn. 
Parêzerên Dîlan Toptaş, parastin kirin û gotin: “Bersûc sûcê xwe ji roja ewil de vedişêre û hewl dide ser komkujiya ku kiriye bigire. Em dixwazin girtina bersûc dewam bike û ceza lê bê birîn.” 
Dozger dûre mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest girtina bersûc dewam bike. Dadgehê, danişîn taloqî 2’ê Mijdarê kir.