Dosya girêdayî kuştina Esra Hankûlû ya biguman şandin ATK yê

Dosya ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Enqerê ve têkildarî mirina biguman a Esra Hankûlû tê birêvebirin ji ATK yê re hat şandin.

Enqere- Di lêppirsîna Esra Hankûlû 3'ê tebaxê li mala xwe ya li taxa Akdere ya navçeya Mamakê ya Enqerê bi awayekî biguman mirî hat dîtin de geşedanek nû. Di dosya ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Enqerê ve têkildarî mirina biguman a Esra Hankûlû tê birêvebirin de rapora ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) dihat xwestin ji dosyayê re hat şandin. Di xwîna Umîtcan Ûygûn, Dîlan C., Fûrkan G. û Hankûlû de hişbirê hat tespîtkirin û ji bo diyarkirina sedema mirinê dosya ji ATK'a Stenbolê re hat şandin.