Di derbarê Ayşe Gokkan de lêpirsîna disiplînê

Di derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne ku li ser pirgirêkên girtîgehê daxwazname nivîsîbû lêpirsîna disiplînê hat despêkirin.

Amed- Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de doz hatibû vekirin. 22'emîn danişîna dozê 13'ê îlonê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de bi fermana serokê dadgehê, polîsan mudaxeleyî parêzerên parastin dikirin kir û kesên beşdarî dozê bûbûn û parêzer bi lêdanê ji eywana daneşînê derxistibûn. Li ser tiştên qewimîbûn parêzeran daxwaz kiribû ku ew reda dadger dikin. Lê ji ber demê ev daxwaza parêzeran jî hatibû redkirin. Li ser vê parêzeran têkildarî tiştên qewimîn li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) gilî kirin. 
Hat zanîn ku ji bilî tiştên di danişîna Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne qewimîn, ji ber daxwaznameya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsandibû, derbarê wê de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin. Parêzerê Ayşe Gokkan, Mûharrem Şahîn, da zanîn ku dê di derbarê midurê girtîgehê de serlêdana suc bikin.