Çîroka jinên di girtîgehên çeteyan ên Serêkaniyê de mane

Jinên di girtîgehên çeteyan ên Serêkaniyê de bi mehan dihatin îşkencekirin heta ji ser hişê xwe diçun tiştên jiyane anîn ziman. Hinek ji wan ji nava zarokên wan birin di bin îşkencê de jî qêrîna dawî ya zarokên wan di guhê wan debû, hinek ji wan jî dema derketin ji ber îşkenceya lê hatî kirin nedihatin nasîn.

Jinên di girtîgehên çeteyan ên Serêkaniyê de bi mehan dihatin îşkencekirin heta ji ser hişê xwe diçun tiştên jiyane anîn ziman. Hinek ji wan ji nava zarokên  wan birin di bin îşkencê de jî qêrîna dawî ya zarokên wan di guhê wan debû, hinek ji wan jî dema derketin ji ber îşkenceya lê hatî kirin nedihatin nasîn. 
Serêkaniyê– Ji Cotmeha 2019’an heya niha jinên Serêkaniyê ya dagirkirî di şertên herî zor de dijîn. Ew ji tirsa nikarin ji malên xwe derkevin, her ku derdikevin jî an carekdin venagerin an jî ji ber îşkenceya lêtê kirin êdî nayên nasîn.
“Dema bi navê min gazî kirin ez gelek tirsiyam”
Hemşîreya berê li bajarê xwe xizmeta tenduristiyê dikir H.X a 41 salî ku piştî dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê çeteyan ve hatî girtin û îşkenceya ku di girtîgehê de lê kirine wiha anî ziman: "Di şevekê de, endamên komên çekdar li deriyê me xistin, hevjînê min ne li mal bû, ji neçarî min derî vekir. Gava ez derketim, wan ji min pirsî gelo tu H.X î, û min bi tirs bersîva wan da û got: ‘belê!’ Dema ku wan bi navê min gazî kir ziravê min qetiya, min hîs kir ku ew taybetî ji bo min hatine. Bê ku bihêlim nefes bigirin hema dor li min girtin û destên min girêdan. Gava ku min dest bi qîrînê kir, zarokên min dest bi girî û hawarê kirin. Ji xwe li derdora me çî bi serê kê bê kes nikare bi hewara kesê de biçe. Ez birim otomobîlek ku li nêzîkê malê sekinî bû siwar kirim. Hem qêrîna zarokên min di guhê min de ne hem jî tirsa dê çî bi min bikin nefes li min çikandibû."
“Di girtîgehê de min hevala xwe ya berê em bi hev re dixebitîn dît”
H.X bilêv kir ku hişê wê li ser zarokên wê yên di nava telaş û hewarê de mabû û wiha gotinê xwe domand: "Ez ditirsiyam û her diçu tirsa min zêde bû. Di nava wê qarmaşa fikiran de deqe di eliqîn û nediçu. Dema ku dihat bîra min zarokên min tenê mane ez hîn zêdetir nerihet dibûm û dikir ku dilê min bisekine. Ji xwe hevjînê min jî nizane çi bi min hatiye. Di kêliyê de çend tişt di mejiyê min re derbas dibû nizanim. Di nava wan hemû fikirandinan de carekê bi xwe hesiyam ku em gihaştin ber deve avahiya ku ew wekî navenda xwe digirin. Ez ji wê wesayîta weke kabusa jiyana minbû derxistin û birim hindirê wê avahiyê li jûrek a hundur hiştim. Hejmarek jin û mêr di heman odeyê de hebûn. Min yek ji hevkarên xwe ku berê li nexweşxaneyê bi min re dixebitî dît, wê jî sedema girtina xwe nedizanî."
“Her kêlî li piş deriyên hesin rumeta jinan tê binpêkirin”
H. X, bibîrxist ku piştî hefteyekê çeteyek hat deriyê odaya wan vekir û gazî wê kir û wiha domand: "Heman tirsa dema li malê nava zarokên min de bi navê min gazî min kirî xwe li hinavê min pêça û carekdinê nefes li min çikand. Ez mafdarbûm bitirsim ji ber tiştên wisan bi serê min anî êdî nema vedigerim weke berê. Despêkê kincên min ji min kirin û paşê jî bi têla elektirîkê li min xistin heta ji hal xistim paşê jî li ber çavên çeteyên weke guran li min dinêrîn û kezebê min ji wan diqetiya daleqandim. Ez bawer nakim ku tiştek ji vê zehmetir hebe. Qêrîn û hewara min her der tijî dikir lê lêdan ji dengê min zêdetir dibû. Ji lêdanê nediwestiyan heta ku ez ji ser hişê xwe çûm. Armanca wan işkencekirin û bi îşkencê şikandina vîna mebû. Ez salek di wî halî de mam her roj îşkence û lêdan heta ji ser hişê xwe diçum. Her roj û kêlî di nav dîwarên girtîgehê de li paş deriyan rûmeta jinan tê binpêkirin.”
“Ji ber îşkencê ji ser hişê xwe çum û du rojan bi ser xwe de nehatim” 
H. X tîne ziman ku du rojan ji ser hişî xwe çû beyî ku kes alîkariya wê bike an nêzî wê bibe da ku nas bikin ew sax e an na û wiha pêde çu: "Piştî ku ez hişyar bûm qonaxa lêpirsînê dest pê kir. Di ferhenga wan de divê tu destpêkê êşê bikşînî da ku mirov li ser tewanan erê bike. Di destpêkê de pirsa pîşeyê min, karê hevjînê min û çend zarokên min hene kirin. Min bi çend gotinan bersiv da, min nedikarî bipeyîvim. Ji ber lêdanê pir westiyabûm. Di dawiya lêpirsînê de wî ji min pirsî ku tu li ku derê dixebitî? min jê re got ku ez li nexweşxaneyek bajêr dixebitim û wî wiha bersîv da, ‘Ev tê vê wateyê ku tu çeteyan derman dikî.’ Gava ku min jê re got ku cewherê karê min ev e, wî li min xist û bû sedema ku ez dîsa bêhiş bikevim."
“Em ji mirinê reviyan, me ya ji mirinê xiratir dît”
Ne tenê H.X çîroka jina bi navê W.A ya btemenê 29 salî jî naşibe çîroka girtiyên dinê yên her roj ji ber îşkencê ser xwe diçin. W.A dema ku li gel birayê xwe ji bo ji zilma çeteyan xelas bibin bi xeyala çuyîna Elmanyayê hewildane sînorê Sûriye-Tirkiye derbasbikin ketine destê çeteyan wan kêliyan wiha tîne ziman: “Me hewl da ji mirinê birevin, lê me ji mirinê xiratir dît û xwezî li mirinê xwest. Piştî ku nobedarên tixûbê Tirkî em girtin û radestî çeteyan kirin, hemû pere û belgeyên me yên kesanî ji me girtin û Birayê min li ber çavên min êşkence kirin. Bê navber li wî dixistin heta ez bêm halê ji ser xwe biçim. Paşê ez birim odeyek ku tê de hejmarek jin û zarok hebûn ku wan jî hewldabûn sînor derbas bikin û hatibûn girtin."
“Birayê min ê li ber çavê wî ez îşkence kirim jiyana xwe ji dest da”
W.H bibîrxist ku sebir û hedar ji wê re nebû ji ber birayê wê û her dixwest birayê xwe bibîne û wiha berdewam kir: "Piştî ku min pir israr kir ji bo ez birayê xwe bibînim, wan destûr da min. Dema ku min ew dît, rewşa xwe ya tenduristî gelek xirab bibû. Her wiha wan destûr nedan ku ew dermanê xwe bigire bi hiceta dibe ku hebên hişbir bin. Wan ez li pêş çavên birayê min yê nexweş bi elektrîk îşkence kirim da ku di warê derûnî de birayê min qirîz derbas bike û were îşkence kirin. Paşê yekî ji wan bi tinaz di guhê min de got: ‘Bi vî rengî tu dixwazî ji welatê xwe derkevî, ma jin ne nîvê civakê ye?’Ji xwe hema di gava despêkê de birayê min ê çar sal ji min mezintir û bi nexweşiya kronîk a kezebê ketibû jiyana xwe ji dest da. Birastî jî birayê min nekarî li hemberî wê îşkenceya li min dikirin li ber xwe bide û jiyana xwe ji dest da. Piştî du rojan hatin ji min re gotin birayê te miriye. Dema wisan gotin min êdî êş û îşkence ji bîr kir, çiqas li min didan min êş hîs nedikir û ne li ser xwe bûm. Dema dîtin êş li gel min bê wate bûye û ez hest bi êşê nakim vê carê jî dest bi êrîşên derunî kirin. Ez ji navenda îşkenca fîzîkî birim navenda îşkenca derunî û bi şêwazên derunî bi ser min de hatin. Ez ketim şoqek derunî ya bi serê mirovan nehatî. Di hemû êrîşan de ewqas qayîm li ser xwe sekinîm lê di wê de min nekarî li ber xwe bidin û tişta ku dixwestin bi ser xistin. Wan birayê min kuştin û ez talan kirim.”
“Keça min a dayika du zarokan 7 mehan îşkence kirin” 
Jina bi navê F.Ş a 64 salî, ne girtî ye, lê dayika yek ji girtiyên berê yên di zindanên çeteyan de bûye. Ev dayik çîroka girtina keça xwe ya 38 salî a bi navê tevgerî Fatima Xelîl a dayka du zarokan e wiha tîne ziman: "Wan keça min heft mehan di girtîgehê de îşkence kirin. Tenê ji ber ku wê jimarek malbatên ku çeteyên dagirkeriya Tirk ew ji malên wan koçberkirin, bi behaneya ku wê komên ‘terorîst’ di mala xwe de girtine û bi wan re mijûl dibe û alîkariya wan dike û dibe ku ji herêmên di bin kontrola wan dene birivin. Wan destûr nedan em serdana keça xwe bikin an jî bi wê re biaxifin. Di destpêkê de gava ku em li navendên binçavkirinê yên ku wan kontrol dikirin digeriyan, wan ji me re rastî nedigotin. Her gav me dixapandin da ku heya ji dest wan bê keça min li gel xwe girtî bihêlin."
“Niha jî li ser ru û laşê wê şopên birîn û îşkencê hene” 
F.Ş wiha axaftina xwe dom dike: "Dema ku keça min vegeriya gel me, rewşa wê gelek xirab bibû. Wan bi hinceta lêgerînê ew tacîz kirin. Ew li pêş çavên girtiyên jin û zilam rastî gefa tezawizê dihat. Her wiha wan ew bi tundî qamçî kiribûn û heya niha jî  şopên birînan li ser laş û rûyê wê xuya dibin. Bi awayekî hovane bi wê re danûstandin dikirin, heya heft mehan her ew îşkence dikirin."
Li gorî Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî, Tirkiye û ya ku wekî "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" tê zanîn mal û milkên taybet talan kirin, bi sedan kes girtin û heft bûyerên darvekirinê li herêmên ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike, pêk anîn. Her wiha  hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li herêmên di bin kontrola xwe de şîdeta zayendî li dijî jin û mêran pêk anîne, di nav wan de herî kêm 30 tecawiz jî hene.