Li Kobanê komxebata 8'ê Adarê

Bi wesîleya 8'ê Adarê roja jinên kedkar yê cîhanî Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê li herêma Firatê komxebatek li dar xist.

Kobanê - Bi salan e ked û têkoşîna jinan ji aliyê mêr-dewlet ve hatine binpêkirin, li hemberî her desthiladariyê jinan serî hildaye. Mînaka wê şoreşa Rojava ye ku jinan piştî şoreşa Rojava cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de girtin. Bi nêzikbûna roja 8'ê Adarê, îro Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDKS) komxebatek der barê rola jinên Kurd a di dîrokê de û şoreşa Rojava li dar xist. Bi dehan endamên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê û Meclisa Jinên Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûn. Hola komxebatê bi alên Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê hatibû xemilandin. Komxebat li navenda Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê hat lidarxistin. Komxebat ji aliyê Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê ya herêma Firatê Gulistan Etî û Endama Komîteya Lêkolîn a Jineolojiyê Rozîv Kino Etî ve hat birêvebirin. 
Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Gulistan Etî rewşa siyasî nirxand û li ser rola jinên Kurd di dîrokê de şîrove kir. Rozîv Kino Etî jî Şoreşa Rojava nirxand. 
Di dîroka Emerîkayê de mafên jinan tunebû
Gulistanê bal kişand ser rola jinan di dîrokê de wiha rave kir: "Her kes dizane ku çima roja 8'ê Adarê hatiye ragihandin, ji ber ku li kargeheke Emerîkayê jin dixebitîn, dema ku jinan behsa wekheviyê kirin, ew jin ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin. Di kargehê de 129 jin hatin şewtandin û hin ji wan jî hatin binçavkirin. Dema ku mirov behsa têkoşîna jinan bike divê mirov ji dîrokê ve bi dest bigire. Gelek dewlet hene roja îro jî wiha digrin dest wek roja betlane, yek ji wan dewletan rejîma Beasê ye. Gelek jinên ku navê wan di dîrokê de hatiye nivîsandin hene hin ji wan jî Zerîfe, Sakîne Cansiz, Zîlan, Leyla Qasim, Bêrîtan û bi hezaran jinên têkoşer ku bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê dane. Jinên Kurd di şoreşa Rojava de pêşengî kir û bû îlham ji tevahî jinên cîhanê re."
Bi şoreşa Rojava re hemû qeyd û bendên civakê hatin şikandin
Rozîvê destnîşan kir ku bi saya şoreşa Rojava îro jinan zincîra koletiyê qetandine û wiha pê de çû: "Di şoreşa Rojava de gelê Kurd ji nû ve li çand, hebûn, ziman û rastiya xwe vegeriya. Bi saya keda bêhempa îro gelek jinan di nava saziyan de cih girtine, ne tenê di sazî û dezgehan de, di nava hemû qadên mîna siyasî, civakî, aborî, çandî, leşkerî û hwd. Ji ber di dema rejîma Baas de jin tenê di karê mamosteyan de sînordar bûn. Jinan bi berxwedana xwe îlhamek da jinên derdora xwe, bi taybet jinên ereb ku di nava çar dîwaran de dijiya. Bi saya jinên Kurd jinên Ereb jî tevli xebatan bûne, di heman demê de cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Her kes dizane ku jinên Kurd ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava tenê di çarçoveya malê de mabûn. Ji ber hişmendiya civaka feodal û hişmendiya rejîma Beasê ku mafên jinan her tim binpê dikir bû. Îro dewleta tirk û çeteyên wî dixwazin bi rêya qetilkirina jinan  destkeftiyên şoreşa Rojava tune bikin lê divê em hîna asta têkoşîna xwe li hemberî dewletên ku dijberiya jinan dikin bilindtir bikin. Şoreşa Rojava hemû qeyd û bendên civakê têk birin, jinan xewn û xeyalên dewletên desthilatdar vala derxistin."
Komxebat bi nîqaşan dawî bû.