Rêzeçalakiyên 8'ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome

Çalakiyên 8'ê Adarê ku bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" hatiye destpêkirin, bi pêşengehan, şahî, seminer û çalakiyên cuda dewam dike.

Navenda Nûçeyan – Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dildariyek mezin çalakiyên 8'ê Adarê ku di dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" dane dest pê kirin, bi pêşengeh, şahî, civîn û meşan dewam dikin. Jin bi reng, deng û hebûna xwe roja jinan pêşwazî dikin. Îradeya ku nîşan dane bi roja xwe gihîştine lûtkeya herî jor. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê pênasekirin, li tevahî çalakî, kar û xebatan de rengê jinê bi awayekê şênber derdikeve holê û carek din bi sekna xwe mohra xwe li dîrokê didin. Îro ruhê sala 1857'an li Rojhilata Navîn û navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinê zindî dibe. Bi boneya rast hatina Roja Jinên Cîhanê li bajarê Kobanê, Heleb û Şehba çalakiyên jinan dewam dike.
Ka em ji nêz ve mêze bikin roja jinan çawa derbas dibe: 
Şehba pêşengeh hate vekirin
Bi boneya Roja Jinên Cîhanê, Meclîsa Kantona Efrînê pêşengeha wêneyan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan li wargeha Serdemê ya Şehba- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekirin. Hola pêşengehê nêzî 100 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Şoreşa jinê ew şoreşa ku di hundir şoreşê de ye" û " Her jinek parçeyek ji xaka welatê me ye" hatibû xemilandin. Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kantona Efrîn û Şehba, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê beşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh ji aliyê Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya herêma Efrînê, Fîdan Feyîq ve hate vekirin.
Paşê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û gotina xwe wiha anî ziman: "Ji ber ku Rêber Apo rêhevalê jinê ye em jî weke jinên Efrînê lidarxistina vê pêşengehê diyarî mîmarê azadiyê Rêber Apo dikin. Dewletên desthilatdar dîroka koletiya jinê nivîsandin, niha jî bi saya fikirê azad ê Rêber Apo dîroka azadiya jinan tê nivîsandin. Bi rêya pêşengehê em dixwazin rastiya Rêber Apo bidin nasîn, di her kêliyekê de Rêber Apo rêhevaltî bi jinê re dikir. Niha jî wêneyên ku hatine pêşkêşkirin, rêhevaltiya Rêber Apo bi jinê re derdikeve holê." 
Paşê sînevîzyonek ji perspektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî rizgariya jinê hate pêşandan. Mêvanên ku amade derbasî hola pêşengehê bûn û wêneyan temaşe kirin.
Tê payîn ku pêşengeh demjimêr 16:00 bi dawî bibe. 
Kobanê pêşengeh hat pêşandan
Rêze çalakiyên ji bo Roja Jinên Cîhanê, li kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Di vê çarçoveyê de îro wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengehê de hatin pêşandan. Di destpêkê de bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star li qada Jina Azad kombûn. Gel bi riya maşîneyên xwe û hilgirtina alên Kongreya Star, hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kolanên sereke yên bajar de geriyan û ber bi gundê Elpelurê yê Rojavayê Kobanê ve çûn û rawestiyan. Gundê Elpelurê, yekemîn gundê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de di 1979'an de çûyê ye.
Piştî ku gel gihîşt mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê maye, deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê sekînin. Paşê Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Almaz Romî roja jinên cîhanê pîroz kir û ev tişt got: "Em weke jinên Kurd bi saya Rêber Apo  8`ê Adarê pîroz dikin. Gundê Elpelurê ku em niha lê amadene, gund û mala Rêber Apo ye. Rêber Apo bi riya felsefeya xwe riya azadî, wekhevî û heqîqeta gerdûnî nîşanî me da. Ji ber vê ji aliyê hêzên hegomonîk ve hat dîl girtin. Em îro ji mala Rêber Apo dibêjin fikir û felsefeya Rêber Apo di nava me de zindî ye. Rêber Apo dibêje pirojeya azadiya jin nîvço ma, ji ber vê divê me têkoşîna xwe bilind bikin û vê pirojeyê bi serxin."
Pişt re gel derbasî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên bi jinan û zarokan re hebûn hatibûn pêşandan. Her wiha şêwekar Romyo jî wêneyek xêz dikir. 
Piştî pêşengehê şêniyan berê xwe dan goristana şehîd Dicle, goristana şehîdên komkujiyê û goristana bajarokê Sirînê û dar lê çandin. 
Li Helebê panêl ji bo 8'ê Adarê
Di çerçoveya rêzeçalakiyên 8'ê adarê, Ofîsa Jinê di Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de panelek bi dirûşma "Têkoşîna jinê temîneta şoreşa jinan e" li dar xistin. Panel li ser du beşan hate bi rêve birin, mijara yekem li ser dîroka jinên Sûriyeyê û ya duyem destkeftiyên şoreşa jinan e. Panel li kafeteraya Talêt a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hate li dar xistin. Bi dehan endam û rêveberên sazî, dezgeh, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên ser bi xwe beşdarî panelê bûn. Hol bi wêneyên pakrewanên azadiyê û alê Meclîsa Jina Sûriyeyê hatibû xemilandin. Panêl bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Divê dîroka jinê bi destê jinê were neqiş kirin 
Beşa yekem dîroka jinên Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer ve wiha hate şîrovekir: "Di serî de em roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Em heta hatin vê astê me gelek bedelên giran bûha da. Em niha di sedsala 21'an de dijîn, lê heta niha jî jin rastî tundî, qetlîam û bê mafiyê tên. Jin ji dîrokê bigire heta roja îro tucaran serî ji hişmendiya mêr-dewletê re daneniye. Jin wek şexis bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn, lê di dîroka dewletên serdestan de tucaran ew berxwedanî nehatiye nivîsandin. Ji dema xwezayî bigire, heta vê kêliyê jin ji gelek qonaxên dîrokî re derbas bûne. Dîroka niha bi destê zihniyeta mêr-dewletê hatiye nivîsandin û berxwedana jinan herdem hatiye paşguh kirin. Êdî em hatine wê merheleyê ku divê em dîroka xwe bi destê xwe neqiş bikin. Dewleta Sûriyeyê jî di Rojhilata Navîn de ji dagirkeriya osmaniyan xilas nebûne û nêzî 400 sal dagirkeriya osmaniyan xaka Sûriyeyê dagir kirine. Ji aliyê osmaniyan ve gelek qirkirin, guhertina demografiyê, windakirina çand û mafê gel li ser xaka Sûriyeyê pêk hatine. Gelek jinên bi nav û deng di dema kevin de hebûn ku bi şerê xwe bi nav û deng bûn, lê em dîrokê temaşe dikin qed behsa wan jinan nehatiye kirin. Dem hatiye ku em wan jinan bidin jiyîn."
Erka me serkeftina jinan parastin e 
Beşa duyem destkeftiyên şoreşa jinan ji aliyê Zeyneb Qember ve wiha hate şîrove kirin: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê pênasekirin û bi wê ruhê bi hezaran jin ji xewa koletiyê şiyar bûn. Di nava van 10 salan de jinan gelek pêşketinên mîna siyasî, civakî, çandî û diplomasiyê çêkirin. Ev şoreş jî bi bedelên giranbûha pêk hat, gelek jinên bê sûc ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, qetîlkirin û heta niha jî pir ji wan jinan çarenûsa wan ne diyar e. Erka me yê sereke ewe ku em destkeftiyên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Her wiha em soz didin ku em ê herêmên dagirkirî ji çeteyan rizgar bikin û cardin bi rengek aram gelê me bijîn."  
 Panêl bi niqaşên girîng bi dawî bû.