Li cihê Perîhan Pûlat lê berxwedan kirî qurnefîl hatin danîn

Rêxistinên girseyî yên demokratîk, Perîhan Pûlat a remza çalakiyên li Enqereyê bû û di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anîn û li cihê lê berxwedan kirî qurnefil danîn.

Navenda Nûçeyan - Rêxistinên girseyî yên Demokratîk, xwest Perîhan Pûlat a di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da bû, li pêş Şaxa Odeya Avahîsazên Enqereyê bi bîr bîne, lê polis destûr nedan. Girseyê li ser vê yekê qurenfîl û nîşaneya aştiyê danîn cihê ku polîsan Perîhan Pûlat lê derp kiribû. Parlementera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak, Helbestvan Ahmet Tellî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
Ji ber polîsan her tim mudaxaleyî girseya ku qurnefîl danîn dikir û dixwestin wan belav bikin, di nava girse û polîsan de nîqaşan derket. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, li ser gotina polîsan a “hûn rê digirin, belav bibin” bersiva “Em kengî bixwazin em ê wê demê belav bin” da polîsan. Piştî ku girse demekê rawestiya, bi lêxistina çepikan belav bû.