Ji Leyla Guven peyama 8’ê Adarê

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê peyama 8'ê Adarê şand û got: "Kemînên ku ji hêla serdestiya mêr ve hatî amadekirin em îro yek bi yek ji holê radikin û ber bi azadiyê ve dibezin."

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê kanûna 2020'an de di doza ku li 9'emîn Cezayê Giran a Amedê de dihat darizandin de 22 sal 6 meh cezayê lê hat birîn. Leyla Guven bi rêya keça xwe Sabîha Temîzkan ve ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji bo 8'ê Adarê peyamek şand. Leyla di peyama xwe de wiha got: "Îro jî jin ji bo destkeftiyên ku hatine xespkirin derketin rê û diqêrin. Kemînên ku ji hêla serdestiya mêr ve hatî amadekirin em îro yek bi yek ji holê radikin û ber bi azadiyê ve dibezin. Divê gelê me bizane ku pergal dê ji bo jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bê. Rizgariya jinê, rizgariya civakê ye û azadiya jinê jî azadiya civakê ye.” 
“8’ê Adarê roja berxwedanê ye”
Leyla wiha dom kir: “Hûn jî dizanin ku 8'ê Adarê ne rojek pîrozbahiyê ye roja berxwedanê ya li dijî zîhniyeta serdest e û roja hesap pirsînê ye. Ji ber vê sedemê jî li er derê cîhanê jin bi berê xwe didin qadan. Dê hesabên Roza, Sara, Sêvê, Kader, Dayika Taybet, Xwîşkên Mirabel, jinên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin, jinên ku bi kedxwariyê re rûbirû dimînin û jinên ku tên qetilkirin li qadan bê pirsîn. Şoreşa enternasyonal a ku li Rojava bi pêşengiya jinan pêk hatî modelek e û ev tişt nîşanî me dide ku em ne bê çare û ne jî bê alternatîf in. Ev tişt bi dengek bilind hat gotin. Dayikên ku li ber xwe didin ji çekan bi hêztir in. 
 Ez bang li jinan dikim; di serî de ji bo jinên ku di greva birçîbûnê de ne, girtiyên nexweş, jinên ku bi zarokên xwe re girtîne, jinên ku ji ber nasnameya xwe bi şîdetê re rûbirûmane, hûn yên li dervê dê li qadan nûnertiya wan bikin. Bi hinceta pandemiyê niha tecrîdê her roja ku derbas dibe girantir dikin. Bi nêzîkatiyên keyfî tê birîn û înfaza hevalên me tê betalkirin. Divê bê zanîn ku tu carî nikarin vîna girtiyên jin teslîm bigirin. Heke wisa be, jin dê di 8'ê Adarê de bi rengê xwe, bi daxwazên xwe yên aştî û hezkirinê li qadan bin û biqêrin. Bijî 8’ê Adarê!"