Şahiya Qamişlo dewam dike

Bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinê ye" şahiya 8'ê Adarê li qada Newrozê ya gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo vê siharê dest pê kir, bi coş dewam dike.

Qamişlo – Li qada Newrozê ya gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê siharê şahiya navendî ya 8'ê Adarê destpêkir û bi coş dewam dike. Bi hezaran jin ên pêkhateyên kurd, ereb, suryan û ermen bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî şahiya girseyî bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Rêxistina Kongreya Star, Tev-Dem û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin. Şahî bi axaftin, komên stranê, şano  û govendan dewam dike. Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir.
Her wiha rêxistina jinan ên cîhanê yên bi navê Koma Şopandina Jîngehê ya Başûrê Efrîka, Tora Şîfakirina Kevneşop a Famînîziya, civaka Axîn yê jinên Êyîşinmêlo li gotmala Emêrîka, xwişkên Reşik ji Birîtaniya, Rêxistana jin li Asoniya Paragway û Kolektîva destelmarga ekfaldol ji axa xwecinî peyam şandin şahiya 8’ê Adarê ya li Qamişloyê. Di peyamên xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û serkeftin ji tevahî jinên Bakur û Rohilatê Sûriyayê yê re xwestin.
Bi ruhê Hevrînan 8'ê Adarê tê pîroz kirin 
Paşê Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pê de çû: "Em îro bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya xwe li dar dixînin. Bi navê tevahî pêkhateyên jin em silavên xwe yên gerim ji Rêber Apo re dişînin. Jinên ku bi têkoşînê dest bi şoreşê kirin, heta roja îro jî têkoşîn û berxwedana wan berdewam dike. Têkoşîna me li tevahî cîhanê mînak e û têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye. Niha gelek qadên me mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hatine dagirkirin, heta ku em herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin, dê her berxwedana me dewam bike.Bi rihê Hevrîn, Leyla, yadê Eqîde û yadê Emîne em ê berxwedana xwe misoger bikin û herêmên xwe rizgar bikin."
Jina azad dê têkoşînvana vê jiyanê be
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Abdullah Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û ev tişt got: "Silav û sed silav ji têkoşînvanên jinan re. Cihê ku jin lê hebe wê azadî û rizgarî li wê cihê hebe. Bila hemû cîhan baş bizanibin, jina azad dema ku soz dide wê sozê pêk tîne û ji tevahî mirovan re dibêje azadî. Jina azad dê têkoşînvana vê jiyanê be. Em wek Yekîneyên Parastina Jinê soza xwe ji nû de didin ku her kêlî û deqe em ê li kêleka we bin û parzêvanên we bin. Bila Erdogan û kesên mîna wê bizanibin em bin nakevin û em ê li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dengê azadiyê qîr bikin û bêjin jin jiyan azadî. Çawa me ala DAIŞ'ê bin pê kir, em ê ala wan jî li Efrîn û Serêkaniyê binpê bikin. Em kesê xwedî soz û keda xwe ne."
Şahî bi komên govend, şano û stranan dewam dike.