Jinên Lîbyayê xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin

Koordînasyona Piştgirî û Hêzdarkirina Jinan a Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê xwe ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dike.

İBTÎSAM EXFÊR
Binxazî - Koordînasyona Giştî ya Hevrêziya Piştgirî û Hêzdarkirina Jinan, Ayşe El-Berxesî ji ajansa me re bernameya çalakiyên wan ên 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê nirxand û got: "Dê semînerek nîqaşê li ser maf û zindîtiya mijarên ku jinan eleqedar dikin were çêkirin da ku ew di warê aborî, civakî û siyasî de xwe bi hêz bikin."
Ayşe El-Berxesî diyar kir ku di dema sempozyûmê de, dê bîranînek ji bo jinên Lîbyayî were ragihandin, ku nûnertiya beşên cihêreng dike û destpêkirina rojnameyê ku dê ji hêla komîteya hevrêziyê ve were weşandin da ku çalakiyên xwe biweşîne. Her wiha dê rêvebirin ji hêla jinek xwedan hewcedariyên taybetî ve were birêve birin.
“Bernameya me ya çalakiyan dê tevahiya salê bidome”
Ayşe El-Berxesî dest nîşan kir ku dê çalakiyên wan piştî 8’ê Adarê jî dom bikin û wiha pêde çu: "Çalakî di seranserê salê de berdewam dikin û dê bi Roja Jinên Cîhanê re neyên tixûbdarkirin. Belê, ev roj pêşkeftinek e ji bo danasîna gelek mijarên ku ji jinan re eleqedar dibin, bi sererastkirina hin qanûnên ku em ji jinan re neheq dibînin, nemaze yên ku bandorê li zewicandina bi biyaniyan re dikin, her wiha rewşa zarokên van jinan pir xemgîn e. Ji ber vê yekê bi wan re çawa tê destgirtin? Ma mafê wan tune ku welatîbûnê bistînin."
Dijberiya Civata Nûneran
Ayşe diyar kir ku hin endamên Civata Nûneran bi tundî li dijî dayîna hemwelatîbûnê ne ji bo zarokên jinên Lîbyayî ku bi kesekî biyanî re zewicandî. Ev jî bi hinceta ku piştî 50'î salan, bo nimûne kesek ku ne Lîbî be dikare bibe serokwezîr. Bê guman ev jî ji wan re nayê qebûl kirin. Pirsgirêka neteweyî dikare bi dayîna wê li gorî sînoran were çareserkirin, ji ber ku girîng e ku zarok xwedî mafên hemwelatîbûnê û xwedan nasnameyekê bin.
Ayşe El-Berxesî dibêje ku Komîteya Hevrêzî bi dilgermî piştgirî û hêzdarkirina jinan di hilbijartinan de kar dike: "Em hewl didin ku zemînek bihêz biafirînin, da ku jin di hilbijartinên pêş de li ber xwe bidin."
Wekî din, di bernameya hevrêziyê de bernameyek perwerdehiyê ji bo sala 2021'an heye, ku armanc dike ku ji pênc hezar heya deh hezar jinên ku ji şerê domdar ê Lîbyayê bandor bûne perwerde bike, û bi cidî kar bike ji bo piştgiriya karsazên biçûk û navîn, da ku ji wan re jiyaneke xweş peyda bike.
Derbarê eleqeya Koordînasyonê ji jinan re ji komên ku ji şer bandor bûne û koma kesên xwedî hewcedariyên taybet, Ayşe dibêje: "Ji bo me ev koma herî girîng in, ji ber ku ew hewceyê yekêne ku deng û êşa wan ragihîne, û em dilxwaz in ku piştgiriya jinan bi ramyarî, bihêzkirina wan bikin da ku karibin xwe bigihînin hikûmet, parlamento û heta serokatiya dewletê. Lê herî zêde em balê dikişîne ser kesên ku herî zêde ji şer bandor bûne û êş kişandin e."