Dayikên Şemiyê aqubeta jinên dibin çavan de hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 832’yemîn de, bi boneya 8’ê Adarê, aqûbeta jinên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.

 
Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya bi armanca winda bên dîtin û faîl bên cezakirin a hefteya 832’yan li dar xist. Çalakiya vê heftiyê, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya civakî pêk hat. Dayikên Şemiyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, aqûbeta jinên dibin çavan de hatin windakirin, pirsîn û xistin bersûcên wan bi awayekê adîlane bên darizandin û hesap ji wan bên pirsîn.
Di vîdeoya hat parvekirin de, navê jinên hatibûn qetilkirin, ji aliyê mirov û dayikên şemiyê ve yek bi yek hatin xwendin û ev pirs hatin kirin: 
“* Çi li Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hat binçavkirin û piştî 18 salan hestiyê wê hatin dîtin hat? 
* Çi li Ayten Ozturk a di sala 1992’yan de li Dersimê hat binçavkirin, 8 rojan hat îşkencekirin û dûre cenazeyê wê li nêzî Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpetê hatibû dîtin hat? 
* Çi li Ridda Yavûz a di sala 1992’yan de, li navçeya Derik a Mêrdînê bi 2 kesan re hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi li Sedîka Dal a di sala 1993’yan de, li Nisêbînê ji aliyê Hizbûllahn ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi li Hamîde Şarli, ya di sala 1993’yan de, li gundê Wanik/Tetwan/Bedlîsê bi birayê xwe Remezan re ji aliyê eskeran ve hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi bi Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik û Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di sala 1994’an de li gundê Mîrik ê Dersimê piştî operasyona eskerî winda bû û bi tu awayî agahî ji wan nehat girtin, hat? 
* Çi bi Latfiye Kaçar a di sala 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin û çarek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi bi Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên di sala 1994’an de, li zozên gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê di dema operasyonekê de winda bû û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat?  
* Çi bi Ayşenûr Şîmşek a di sala 1995’an de li Enqerê hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkalê hatibû dîtin hat?  
* Çi bi Hatîce Şîmşek a di sala 1995’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi bi Şukran Daş a di sala 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi li Fahriye Mordenîz a di sala 1996’an de, bi hevjînê xwe Mahmût re hat binçavkirin û piştî du salan hat zanîn ku li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye definkirin, hat? 
* Çi bi Zozan Eren a di sala 1997’an de li ser rêya Pasûr a Amedê bi hevjînê xwe Orhan re bi Torosa Spî hat revadin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi li Neslîhan Ûslû ya di sala 1998’an de, bi sê hevalên xwe re li Alaçati/Çeşme/Îzmîrê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat? 
* Çi bi Konca Kurîş a di sala 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hizbûllahan ve hat revandin, îşkence lê hatibû kirin û piştî 18 mehan, cenazeyê wê di jêrzemîna vîllayeke li Meram a Konyayê de hatibû dîtin hat? 
Divê rastiya jinên dibin çavan de hatin winda kirin, bê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Çend sal derbas dibin, bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo jinên dibin çavan de hatine windakirin bernedin.”