Li Qamişloyê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Jj gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi kelecan diherikin qada pîrozbahiyê ya ku li Qamiloyê ye.

 

Qamişlo - Îro li Qada Newrozê ya Gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê şahiya girseyî ya 8’ê Adarê ye. Kelecan, kêfxweşî, xemil û delaliya jinan baş ji çavan re tê dîtin. Di saetên sibehê de jin bi cil û bergên xwe yên kurdî herkîn qada pîrozbahiyê. Hin jin di rêde li erbane dixin û hin ji wan jî stranên cejnê vedibêjin. Jinan bi têkoşîna xwe ev roj bo me hemû jinan dane dîtin. Ji jinên temen mezin heyanî zarokan di qada pîrozbahiyê de li ber stranan dilîzin. Her jineke bi xemla xwe tevlî şahiyê bûye û têkoşîna 8’ê Adarê geş dike. 
Roja 8’ê Adarê bi pêşwaziya jinan dengvedide, çîçekên bûharê jî îro bextewarin û cejna jinan pîroz dikin. Jin bi berhemên xwe hatine qada pîrozbahiyê û her kes di nava tevgerê de ye. Îroj asmînên bilind wê guhdarî deng û awazên jinan bike û ji rime rima lingê jinan wê erd jî bihejin.  Jin niha li hev kom dibin û pîrozbahiyê bi hevdu re parve dikin. Heyecana wan rihê jiyanê zindî dihêle û teşiya serkeftinê dirêse. 
Em îro li vê qada pîrozbahiyê vê kelecanê dişopînin û bi hemû jinên cîhanê re parve bikin.