Ji Ayla Akat Ata peyam: Ezê bi jinan re govendê bigerînim

Endama Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Sîncanê ji bo 8’ê Adarê peyamek şand û got: “Gotin û dengê me wê tevlî dengê hemû jinên li qadan û eywanan bibe.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedar û Endama Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata di 2’yê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rêvedibir de hatibû girtin. Ayla ya li Girtîgeha Sîncanê girtiye bi riya hevdîtina telefonê ya bi xizmên xwe re ji bo 8’ê Adarê peyamek şand û wiha got: “Ez ê di vê 8’ê Adarê de bi hemû jinên ku li eywanan wekhevî û azadiyê bi lêv dikin re gotina xwe bêjim.”
“Em hebûn, em hene û em ê hebin”
Ayla, di berdewama peyama xwe de ev tişt gotin: “Ez ê di vê 8’ê Adarê de li gel pandemiyê jî di mîtîngan de bi hemû jinan re govendê gêrînim. Ez ê di vê 8’ê Adarê de di meşên şevê de bi hemû jinan re mil bi mil bimeşim û careke din bêjim ‘em ê carekî din kêm nebin’. Ez ê di vê 8’ê Adarê de bi jinên ji bo mafê xwe yê rêxistinkirinê bikaranîn ketin girtîgehê de govendê bigerinim. Wê dengê me û gotina me tevlî dengê hemû jinên li qadan û eywanan bin bibe. Em hebûn, em hene û em ê hebin.”