Leyla Ehmed û 27 salên xebatê

Leyla Ehmed a di zarokatiyê de jinên şoreşger dişopand û xeyala wê bûyîna jinek şoreşgerbû salên 90’an di temenê 13 salî de ket nav xebatê û 37 saliye hîna weke roja despêkê bi kelecan dixebite.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Hişmendiya mêr û netew dewletê ev 5 hezar sal in bênavber desthilatdariyê li ser jinan û civakê dide meşandin. Civakên feodal û zayendperest jiyana jinan di çarçoveyeke teng de êxsîr girtine. Li rex binpêkirina mafên rewa yên jinan, hemû cureyên tundiyê jî bi kar tînin. Civaka bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî taybetmendiyên eşîrtiyê ne. Ji ber vê civaka Kobanê weke gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê yên din, di bin bandora hişmendiya zayendperest, mêrê  desthilatdar, ferq û cudabûna di navbera zayendan de maye. Piştî pêşketin û guherînên erênî, jinên vê herêmê ji bo jiyana azad û nûjen di salên 1990`î de dest bi xebatên şoreşê kirin û gelekan ji wan berê xwe dan qadên xebatê. Ji 7’ê Nîsana 1947’an de heya sala 2011’an Rejîma Beasê li van herêman hukimdar bû. Di wan deman de jî li van herêman bi darê zorê di temenê zaroktî de dihatin zewicandin, derfetên xwendinê ji wan re nedihatin dayûn û her cure neheqî li wan dikirin. Jinan jî li dijî vê pergalê, rêya çareseriyê di şoreşê de dîtin û bi rengekî veşarî xebatên şoreşê dimeşandin.
Jinên ku berê bi awayekî veşartî xebat dimeşandin. Di dema serhildanên 2011’an de bûn pêşengên şoreşê û bi awayek vekirî li dijî desthilatdariya Rejîma Beasê derketin. Di nava şoreşê de jî yekem kesên ku despêkê di rêveberiyên xwecihî yên gel û tevgerên jinan de pêşengî kirin jin bûn. Yek ji van jinên kedkar jî Leyla Ehmed a 37 salî di salên 1990’î de dest bi xebatê kiriye û heya niha bi awayek çalak di nava xebatan de ye. 
Leyla bi ked û têkoşîna xwe tê nasîn
Xeyalên Leyla Ehmed şoreşgerî bû, ji bo wê her tim di nava tevgerê de bû. Leyla di temenê 13 salî de dest bi xebatê dike. Li van herêman her çendî zextên dewletê hebin jî li gel wê bi hişmendiya mêrê serdest, desthilatdariya mêran jî li pêşiya jinan dibe asteng. Ji bo wê xwestin Leyla ji xebat û xeyalên wê bidin dûrxistin. Di temenê 15’ salî de bi zora malbatê neçarî zewacê dibe. Her çendî malbata Leyla wê neçarî zewacê kiribe lê wê dest ji têkoşîna xwe berneda û li dijî hemû zehmetiyan serî hilda. Leyla niha 37 salî û dayika 4 zarokan e her wiha du zarokên wê di mêjiyê xwe de astengdar in. Bi qeydên hişk ên kevneşopiyên civakê Leyla di nava malbatê de tê zeftkirin lê ew carek din dikeve nava xebatên çandê, pêşkêşiya şahiyên gel û niha jî endama Meclisa Navçeya Kobanê ye. Leyla tenê di saziyekê de xebat nade meşandin li kîjan saziyên jin pêwîstî hebe Leyla li wê derê ye. Di nava civaka Kobanê de Leyla bi gelek navan tê nasîn. Weke navê Leyla şoreşger, Leyla Jordehatî û Leyla Çandê tê nasîn. Di dema serweriya Rejîma Beasê de Leyla û hevalên xwe bi awayek veşartî amdekariyên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê (Newrozê) dikirin. Niha jî bi awayek dilxweş bi nêzikbûna 8'êAdarê re Leyla di koma dayikan de cih digre û rojê saetekê proveya govendê li Hîlala Zêrîn dibîne. 
Serpêhatiya Leyla Ehmed ji devê wê me guhdar kir û em ê parve bikin. 
Li dijî hişmeniya serwer têkoşîna Leylayê
Di nav civaka Kurdan de her tim jin xwedî serpêhatiyên serhildêr in û di hemû serhildanan de dibin pêşengên civakê. Leyla Ehmed jî wiha serpêhatiya xwe dibêje: “Di temenê zaroktî de ez ketim ferqa serxwebûna welat. Piştî demekê ji têkoşînê û ji bo jiyana azad min bîrdoziya Rêber Apo nas kir. Piştî nasîna min a felsefeya azadiyê, ez hîn zêdetir ketim lêgerîna jiyana azad lê ji ber ez di nava civakeke feodal de bûm, di her demê de ez rastî tundiya malbat û civakê dihatim. Her çendî wan tundî li ser min dida meşandin, daxwaza min a ji bo azadî û têkoşînê jî zêdetir dibû. Hêrsa min a li bemberî civaka feodal û kapîtalîst her ku diçû mezintir dibû. Bi saya têkoşîna min a li dijî hişmediya mêr ez îro dikarim weke jinek têkoşer di anava xebatan de cih bigrim. 
Leyla ji bo nebe parêzvan bi zorê hat zewicandin
Ji bo serhildanên Kurdan bi ser nekevin, hêzên desthiladar her li dijî wan propagandayên reşkirinê meşandine. Ji ber wê gelek caran gelê Kurd bi xwe jî ji tevgerên xwe yên Kurd tirsiyane û heya demekê dûr sekinîne. Leyla  wiha behsa wan demên destpêkê dike: “Min dixwest ez tevli Tevgera Azadiyê bibim. Gelek hewldanên min çêbûn lê malbata min nedihîştin. Ji ber vê malbatê ez di temenê biçûk de zewicandim û xeyalên min bûn hesret. Ji ber ez aşiqê çiya bûm, min dest ji têkoşîna xwe berneda. Hevjînê min bi min re bû alîkar da ku ez xebatên xwe bidomînim. Ez heta vê kêliyê jî bi eşq û vîneke mezin xebatên xwe didomînim. Ez hîna jî li pey xeyalên xwe yên çûyîna çiyayên azad dikevim ji lewre heger rojek ji temenê min mabe ez ê biçim. Li ser vê bingehê banga min ji tevahî jinan re heye ku xwe ji nav dîwarên malê rizgar bikin û li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin. Îro jî bi saya şervanên YPJ’ê tevgera me Kongar Star û gelek rêxstinên me yên jinan, em xwedî vîn in û di her kêliyê de têdikoşin. Bi vê boneyê ez roja 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar û şervanên azadiyê pîroz dikim.”