Jin Şengalê vedigerînin warê jiyanê

Piştî êrîşa 3’ê yê Tebaxa 2014’an Şengal bûyîbû hêşa hevbeş a her kesê. Endama Rêveberiya Wexfa Piştevaniya Jinên Şengalê Riham Hesen armanc, piroje û bernameyên ji bo dema bê dane pêşiya xwe nirxand.

ELMAS NAÎF
Şengal – Bi ser qetlîama Şengalê de 7 sal derbazbû. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji 5 hezarî zêdetir Êzidî qetilkirin, bi hezaran mirov jî dîl girtin. Hîna piranî jin û zarok aqubeta 3 hezar însanan ne diyare. Heta niha 80 gorên komî û bi dehan gorên kesanî hatine dîtin. Tê gotin hîna gelek gorên komiyên nehatine vekirin jî hene. Şopên li Şengalê ji şer mane hîna jî nehatine bidawîkirin û pêşeroj jî dinava nediyariyê de ye. 
Jinên Êzidî yên afrîner cardin jiyanê ji nû ve birêxistin dikin. Endama Rêveberiya Wexfa Koma Piştevaniya Jinên Şengalê Riham Hesen jî ji bo wê dixebite. 
Wexfa Koma Piştevaniya Jinên Êzidî a di sala 2019’an de hatiye avakirin di van mijaran de piştevaniya jinan dike. Ji îdara wexfa ku ji 7 jinan pêktê, 3 jê berê ketine destê çeteyên DAIŞ’ê û demdirêj rastî îşkenca fîzîkî û derunî hatine. Xemê Berakat, Beyan Mişhal û Suat Seydo Xelef bûne dest û lingê jinên weke wan ketine destê çeteyan û piştî îşkenceyên dîtine bi şêwazekê karîne xwe rizgarbikin. Bi gotin “herî baş em hev fam dikin” ketine rê û bi hev re ji bo baş bibin dixebitin. Li gel travmayên jiyane jî hewil didin hêzê bidin hev û hev li ser lingan bihêlin. Bi derfetên kêm wexf avakirine û dibiniya wê de alîkariya hev dikin. Di aliyê derunî de piştevaniya jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûne dikin û wan bi jiyanê ve didin girêdan. 
“Em hewil didin xwe bigihînin hemû jinan”
Di derbarê piroje û bernama dema pêş de em bi endama Rêveberiya Koma Destekdayîna Wexfa Jinên Şengalê Riham Hesen re axivîn. Rihanê bi dayîna van agahiyan dest bi axaftina xwe kir: “Ev du salin bi awayek fermî em xebatên xwe bi rêve dibin. Armanca me ji bo jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bibin hêvî û wan bi jiyanê ve bidin girêdan. Em jin hewil didin piştevaniya hev bikin. Dibiniya wexfê de xebatên me yên cuda jî hene. Weke mînak em xebatên diplomasî jî didin meşandin. Em hedef dikin ku bi xebatên xwe, xwe bigihînin hemû jinên Êzidî. Em li gorî pêdiviyan hewil didin bi jinan re bibin alîkar. Em alîkariya derunî didin wan. Her wiha em dewreyên perwerdê vedikin. Bi van perwerdeyan jin baştir dikarin xwe bînin ziman û bihêz dibin.”
Navnîşana despêkê ya jinên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarikirin
Navnîşana despêkê ya jinên ji zilma DAIŞ’ê tên rizgarkirin, an jî bi şêweyekê xwe xelas dikin Wexfa Koma Piştevaniya Jinên Şengalê. Riham ê da zanîn ku wan bi Mala Êzidiyan re xebatên hevbeş dane despêkirin û wiha domand: “Em bi Mala Êzidiyan re dinava korduneyê denin. Jinên ji destê çeteyan tên azadkirin despêkê em digrin gel xwe. Em demekê mijul dibin paşê teslîmî malbatên wan dikin.”
Wexfa ku giringiyê dide perwerda jin û zarokan gelek caran alîkariyê dide malbatên pêdiviya pêdiviya wan heye. Riham destnîşan kir ku wan ji bo jinan kursên weke terzî, wêne, xwendin û nivîsandinê vekirine. Rihamê bilêv kir ku ji bo pêşxistina pirojeyên berfireh bi saziyên jinan ên Musil, Bagda û derve re di nava şêwirmendiyê dene.
Li Şengalê darên beru tên çandin
Riham da zanîn ku li Şengalê çandina darên beru jî di nava pirojeyên wan dene û wiha pêde çu: “Emê herî zêde jî darên beru biçînin. Em di meha sibatê denin û tam jî dema çandina darane. Me jî dest bi çandina daran kiriye. Li gel darên beru em hêjîr, hinar, mêw û zeyîtunan jî diçînin. Emê vê piroja xwe hîn zêdetir mezin bikin.” 
Jinên reng didin jiyanê yên ku ji esaretê rizgarbûne
Riham bibîr xist ku jinên li Şengalê reng didin jiyanê yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûne û wiha dom kir: “Em wexfa jinan ji bo bihêzkirina vîna jinan dixebitin. Piştî fermanê Şengal weke cih û warê jinên berxwedêr te naskirin. Xala herî balkêş jî li Şengalê niha yên herî ji bo ji nû ve honandina jiyanê dixebitin jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatîn rizgarkirinin. Yên tên rizgarkirin piştî demek kin tên dikevin nava xebatan, pir kêm diçin di mala xwe de dirunin. Li gel ku ji bo gelek ji wan derfetên çuna derveyî welat tên dayîn jî naçin li warê xwe dimînin. Bêyî ku ferqê bêxin nijad û baweriyê em piştevaniya hemû jinan dikin. Ji ber wê jî em hewil didin xwe bigihînin hemû jinan.”
“Em hêviya xwe winda nakin”
Riham da zanîn ku ew ji pêşerojê bi hêvine û wiha domand: “Armancên me hene. Bêguman zoriyên em dibînin hene, lê dê li pêşiya xebatên me nebin asteng. Em hêviya xwe windanakin. Dê dewreyên me yên perwerdê ji bo baweriya Êzidiyan bidin zarokan hebe. Êzidiyan her dem baweriya xwe parastiye, em jî berdewama wanin û emê vê baweriyê bidomînin. Ji bo ku nifşê nû dîrok, bawerî û çanda xwe bizanin çî ji destê me bê emê bikin. Em neviyên berxwedêranin. Çî bê serê me jî emê paş de gav ne avêjin. Emê parastina baweriya xwe bingeh bigirin. Şengal a Şengaliyane û dê her wisan bimîne.”