Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Kurd: Zext, êrîş, lînç, nefret ...

"Divê Kurdî li her qadê zindî bimîne" Rojnamavan Elîf Can Alkan ku edîtora rojnameya Xwebûnê li Amedê ku heftane bi Kurdî weşan dike, li dijî polîtîkayên dewletê yên qirkirina ziman, banga parastina zimanê Kurdî dike. Nurê Aba ya 60 salî ji di jiyana xwe ya rojana de ji ber ku Tirki nizanibû bal kişand ser zehmetiyên xwe û dibejê; “Em di rêya zimanê xwe, doza xwe û gelê xwe de ne.”

"Divê Kurdî li her qadê zindî bimîne"
 Rojnamavan Elîf Can Alkan ku edîtora rojnameya Xwebûnê li Amedê ku heftane bi Kurdî weşan dike, li dijî polîtîkayên dewletê yên qirkirina ziman, banga parastina zimanê Kurdî dike. Nurê Aba ya 60  salî ji di jiyana xwe ya rojana de ji ber ku Tirki nizanibû bal kişand ser zehmetiyên xwe û dibejê; “Em di rêya zimanê xwe, doza xwe û gelê xwe de ne.”
MEDÎNE MAMEDOGLU 
Navenda Nûçeyan- Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan ku ji ber 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî nirxandinan kir got ku ziman di dîrokê de heta îro ji bo gelan pir girîng in. Elîf Can Alkan, bal kişand ser awayê şaristaniya ku bi zimanên xwe li ser piyan digirin û nirxên xwe didomînin, diyar dike ku ziman ji bo wê awayek jiyanê ye û wiha pêde diçe:
“Ziman ji bo gelan awayek jiyanê ye. Her wiha ji bo gel  hebûna xwe li cîhanê îsbat bike û nîşan bide pewîstî bi ziman dibîne. Her çiqas qebîleyêk biçûk be jî ziman ji bo wan pir girîng e. Ziman di civakê de nasnameya kesane ye. Ger zimanê te nebe, nasnameya te jî tune ye. Di dîrokê de heta niha, şaristanî û welatan bi zimanên xwe, xwe dane nasîn. Civakek bê ziman, bê hebûn e.”
"Zimanê Kurdî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ye"
Elîf Can Alkan, diyar dike ku zimanê Kurdî, li Mezopotamyayê zimanekî kevnar e, bi salan e nifş bi nifş bi rengekî nivîskî yan devkî hatiye veguheztin û bal kişand ser zextên dijwar ên li dijî zimanê Kurdî ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Li gorî Elîf Can Alkan, divê mirov zimanê xwe veguherîne awayek jiyanê û li dijî polîtîkayên zordar li her qadê bi Kurdî biaxive.
“Em dikarin zimanê Kurdî, li her qadê bi axaftin û zindîkirinê biparêzin. Ger em nikaribin bi vî zimanî biaxivin û bikin perçeyek jiyanê ne mumkun e ku em vî zimanî biparêzin. Komara Tirk hebûna xwe li ser wêrankirina ziman û gelan ava kiriye. Ji ber vê yekê zext li ser zimanê Kurdî pir e.” 
"Em ê zimanê xwe bi zindîkirine biparêzin" 
Li Tirkiyeyê hikûmet li ser yek zimaniyê polîtîkayab dimeşîne; Elîf Can Alkan difikire ku ev polîtîkayek asîmîlasyonê ye û axaftinên xwe wiha zêde dike:
“Zimanê Kurdî bi salan e para xwe ji van zextan digire. Zexta wan a li ser zimanê Kurdî xilas nabe, ji ber ku bi milyonan Kurd hene û hejmara yên bi zimanê xwe diaxivin kêm nîn e. Em dikarin van zextan li her deverê bi Kurdî axaftin û jiyînê vala derxînin. Divê zimanê me yê xwendin, axaftin an nivîsînê Kurdî be. Bi vana, em dikarin li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bisekinin Ger em nikaribin vana bikin, ne mumkune ku em xwe û zimanê xwe li dijî van polîtîkayan biparêzin. Her tişt bi axaftinê dibe. Ger em bi zimanê xwe biaxifin, em xwe û nirxên xwe diparêzin, lê ger neaxivîn dê zimanê me were jibîrkirin.”
"Em bi Xwebûnê li ber xwe didin"
Xwebûn,  yekem rojnameya ku li Tirkiyeyê bi Kurdî weşanê dike û her hefte digihîje destên  xwendevanên xwe. Elîf Can Alkan banga piştgiriyê dike:
"Hemû cihên weşanê yên ku bi Kurdî perwerdeyê didin piştî di sala 2016’an bi avêtina qeyûman hatin girtin. Zextên zêde yên wê demê hîn jî berdewam dikin. Îro, em dibînin ku dewleta Tirk nikare tehemulî lewheyek bi Kurdî jî bike. Di nava van zehmetiyan de, em hewl didin bi zimanê xwe bigihîjin raya giştî. Rojnameya me, her çend heftane be jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşîna xwe didomîne. Heya ji destên me were em ê weşana xwe berdewam bikin. Ger rojname were girtin jî alternatîfên me yên din hene. Em dikarin li ser înternetê yan medyaya civakî bi zimanê xwe bigihîjin gelê xwe. Em ê bi zimanê xwe xîtabî gelê xwe bikin û heya karibin bixebitin."
 "Li girtîgehan digotin 'bi Kurdî nepeyîvin"
Nûrê Aba ya 65 salî ji Amedê ye, yek ji wan kesan e ku bi mirovên xwe re ji bo jiyandina zimanê Kurdî her tim têdikoşe… Nûrê diyar dike ku ew zimanê Kurdî ji dayika xwe fêr bûye û fêrî zarokên xwe dike û dibêje, “Zimanê min her tiştê min e, ez bi wî heme.” 
“Ji ber ku em nikaribûn bi Tirkî biaxivin me di jiyanê de gelek zehmetî kişandin em diçûn nexweşxaneyan, nikaribûn pirsgirêkên xwe vebêjin, di saziyên dewletê de me zehmetî dikişand. Ji bo ku em vî zimanî zindî bihêlin me gelek êş kişandin. Gava ku ez nû hatim Amedê, peyvek jî bi tirkî nizanibûm. Çend sal derbas bûn lê dîsa jî heman pirsgirêkên me hene. Me pir zehmetî kişand û hîn jî berdewam dike. Dema ku em diçûn girtîgehan, ji me re digotin 'bi Kurdî nepeyîvin.' Wan dixwestin em bi Tirkî biaxivin û digotin ger hûn bi Tirkî nepeyivin, hûn nikarin zarokên xwe bibînin."
"Ew nikarin bi zextan Kurdî bidin jibîrkirin"
Nurê Aba dibêje ku bi dehan saziyên ji bo domandina zimanê Kurdî hatine vekirin ji hêla qeyûman ve hatine girtin û wiha berdewam dike:
“Dewleta Tirk ji bo ku em zimanê xwe ji bîr bikin her tiştî dike. Qeyûm hatin, hemû saziyên me girtin, cihek tenê jî nehiştin. Ez li ku derê dinêrim, nivîsên tirkî yan erebî hene. Bi milyonan Kurd li vê axê dijîn lê ew ne me û ne jî zimanê me qebûl nakin. Ew nikarin bi vî rengî Kurdî bi me bidin jibîrkirin. Îro, ev ziman li parêzgehên Kurdan, li hemû kolan û xaniyan tê axaftin û dê berdewam bike.” 
"Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin"
Nurê Aba  ku dixwaze li dijî polîtîkayên zextê û zorê bi zarokan re bi Kurdî bê axaftin, bangek wê heye:
"Divê em li dijî van zextan, bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe xweş bikin, bi pêş bixin. Pêwîst e ev di malbatê de dest pê bike. Divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin ne bi Tirkî. Bila zarok bi her zimanî zanibin lê zimanê dayika xwe, Kurdî ji bîr nekin û bihêlin ku ew bijîn. Divê bi zimanek wiha kevnar û qedîm li her deverê were axaftin. Ew nikarin bi qedexekirin û polîtîkayên tirsê me ji zimanê me dûr bixin. Em di rêya ziman, doz û mafên xwe de ne."