Bedriye Doku tenê dixwaze bizanibe çi hatiye serê keça wê?

Dayika Gulistan Doku Bedriye Doku ya ku ji ber windabûna keça xwe êşên mezin dikşîne bi van gotinan behsa xwe dike: “Xwedê şahidê min e, her cara ku serê xwe datînim ser balgiyê, rihê min li çiyayên Dêrsimê digere. Ez ji xwe re dibêjim ka keça min li ku derê ye? Li vir ji hemû dozger an jî dadgeran tenê daxwazek min heye; dosyaya keça min rakirin refikê lê bila ji nû ve vekin. Bila li hemû kamerayên wê rojê binêrin. Bila bizanin ka çi hatiye serê keça min, ez ji bilî vê tiştekî naxwazim. Ez tenê dixwazim bizanim ka çi hatiye serê keça min.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Dêrsim– Gulistan Doku (21) a ku li Dêrsimê li Zanîngeha Munzûrê ya Pîşeyî di Beşa Pêşvebirina Zarokan de dixwend, ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve agahî jê nayê girtin. Tevî ku 2 sal derbas bûye jî di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hatiye destpêkirin de tu pêşketin çênebûn, malbata Doku ji bo aqûbeta keça xwe ya winda dengê xwe ji hemû rayedaran re radigihinîn. Malbata Doku piştî ku hewldanên wan bi ser neketin, di 1'ê Çileyê de li ber Edliyeya Dêrsimê bi gotina “Gulistan li ku ye”, “Edalet” û “Bila kujer bên cezakirin, jin nemirin” dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbat dixwaze Zaynal Abarakov ê ku ji windakirina keça wan berpirsyar e dibînin û bê darizandin.
"Tevî hewaya sar li ber edliyeyê li aqûbeta keça xwe dipirse"
Dayik Bedriye Doku ya ku ev du sal in bêwestan dibêje; “Gulistan li ku ye?” dema ku ji bo edaletê xwe amade dike biçe Enqereyê, vê pêvajoyê bi gotina ‘ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e’ pênase dike. Bedriye Doku ya ku 17 roj in di sermaya zivistanê de li aqûbeta keça xwe dipirse, diyar kir ku ew êdî ne ji mirovan, ji çûk, kûçik û ajalên ku li Dêrsimê dijîn pirsa Gulistanê dike.
"Deriyê ku lê nexistin, nema"
Bedriye Doku anî ziman ku ji bo zanibin çi hatiye serê keça wê, deriyê ku lênexistine nehiştine, diyar kir ku dadgêr û dozgerên ku di ber edliyeyê de diçin û tên, li wan mêze nakin. Bedriye Doku bal kişand ku dema keça wê winda bûye 21 salî bûye û xwendekara zanîngehê bûye, diyar kir ku li gel bajarê biçûk tijî kamera ye jî ev du sal in tu agahî ji keça xwe nagirin. 
"Ez dixwazim bizanim wan çi bi keça min kir"
Bedriye Doku ya ku bi gotina “Keça min nebû çûk nefirî” bertek nîşanî helwesta rayedaran da, wiha axivî: “Em dixwazin bizanibin wan çi bi Gulistanê kir. Bila gorek keça min hebe. Em li ser gora wê bixwînin. Kes deriyek ji me re venake, alîkariya me nake. Dema em li wir rûniştine, dozger û dadger di ber me re derbas dibin lê kes ji me napirse çima ev malbat li vir rûniştiye. Em li wir fîlman nakşînin. Kes ji me napirse hûn çima rûniştine. Em diçin serdozgeriyê û daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina Wezîrê Edaletê re tînin ziman. Ji me re dibêjin 'Wezîr dizane ku hûn li vir in, hûn di rojnameyan de derdikevin'. Tu kesê ji bo çareseriya vê rewşê gav neavêt.” 
"Rihê min li çiyayên Dêrsimê digere"
Bedriye Doku dibêje ku piştî Gulistanê jiyana wan bûye girtîgeh, diyar kir ku tu caran nikare keça xwe ji hişê xwe derxe. Bedriye Doku bi van gotinan balê dikşîne ser êşa ku jiyane: “Xwedê şahidê min e, her cara ku serê xwe datînim ser balgiyê, rihê min li çiyayên Dêrsimê digere. Ez ji xwe re dibêjim ka keça min li ku derê ye? Ez dipirsim ka li ku derê ax avêtin ser rûyê wê. Ez vê yekê ji derveyî mirovan ji ajalan dipirsim. Ez ji ajalan re dibêjim hûn bersiva min bidin. Em perîşan bûn. Ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e.”
"Wê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin"
Bedriye Doku bal kişand ku waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel wan salekî xapandiye, dibêje ku ew salek e çûne li ser pira ku dihat îdiakirin cihê herî dawî ya keça wê hatiye dîtin rawestiyan e. Bedriye Doku diyar kir ku sozên ji bo Gulistanê hatine dayîn nehatine bicihanîn, ji bo ku bizanin çi hatiye serê keça wê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û da zanîn ku ew ê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin.
"Bila dosya ji nû ve bê lêkolînkirin"
Bedriye Doku bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Li vîr ji hemû dozger hem jî ji dadger tenê daxwazek min heye; dosyaya keça min rakirin refikê lê bila ji nû ve vebikin. Bila li hemû kamerayên wê rojê binêrin. Bila bizanin ka çi hatiye serê keça min, ez ji bilî vê tiştekî naxwazim. Ez tenê dixwazim bizanim ka çi hatiye serê keça min.”