Jinên ku ber bi meclisê ve meşiyan hatin binçavkirin

Jinên ku xwestin ji bo berhemên reglê yên hîjyenîk bêperê bin, meşiyan meclisê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Enqereyê polîsan mudaxeleyî jinên endamên Kampusa Pîresêr û endamên Komeleya Piştevaniya Mor a ku xwestin bi daxwaza berhemên reglê yên hîjyenîk yên ji bo jinan tên bikaranîn bêpere bin, heta meclisê meşiyan.
8 jin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Nehat zanîn ku jinên hatine binçavkirin birine ku derê.