Meclisa jinan a Şehbayê bi boneya salvgeera êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da

Bi boneya salvegera êrîşên li ser Efrînê Meclisa Jinên Azad a kantona Şehbayê bi daxuyaniyek bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û mirovî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku heta niha berdewam dikin, li Şehbayê şermezar kir û teqez li ser berdewamiya têkoşîn û berxwedanê kir.

Şehba- Meclisa Jinên Azad a Şehbayê bi rasthatina salvegera 4’emîn a êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê daxuyanî li pêşiya saziya Mala Jin a navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê da. Di daxuyaniyê de endamên Meclisa Jin û Kongra Star amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Şêrîn Elîmo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû: “Sal derbas dibe lê hê jî aloziya ji ber zîhniyeta baviksalarî û serdestî li cîhanê û Rojhilata Navîn didome. Di heman demê de komkujiyên qirkirin û tunekirina çandî ya li ser gelan ji aliyê hêzên desthilatdar ve li herêmê berdewam dikin. Di serî de dewleta tirk a dagirker vê siyasetê dide meşandin, ev yek jî bi riya meşandina operasyonên dagirkirin û sûcên şer li Rojhilata Navîn di bin navên cur bi cur de pêk tê. Di sala 2016’an de li ser herêmên Şehba ji Cerablûs, Bab û Ezazê operasyon dan meşandin. Di sala 2018’an de jî li herêma Efrînê operasyona bi navê Şaxa Zeytûnê da meşandin her wiha operasyona bi navê kaniya aştîiyê di sala 2020’an de li ser Serê Kaniyê û Girê Spî da meşandin û bi riya van operasyonan herêmê dagir kir. Armanca dewleta tirk a dagirker bi van operasyonan  ew e ku xeyalên Osmanî pêk bîne û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe." 
"Tirkiye bi salan e li herêmên dagirkirî kiryarîn hovane pêk tîne"
 Daxuyanî wiha bi dawî bû: " Projeya Neteweya Demokratîk ku statuya wê Rêveberiay Xweser e wê bibe bersiva xurt û dîrokî ji dagirkeran re û jiyana hevbeş di nav pêkhateyên herêmê de ava bike. Gelek sal di ser dagirkirina hin herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê de derbas bûn Efrîn jî yek ji wan deran e. Di van salan de kiryarên dijmirovî ji wêrankirin, talankirin, kuştin, tecawiz, revandin, koçberkirin û guhertina demografîk ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wî ve tên kirin. Bi hatina salvegera 4’emîn a êrîşên li ser Efrînê em wek jinên Şehbayê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir dikin heya ku em dagirkeran ji hemû herêmên xwe derbixin. Em bêdengiya hemû sazî û rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan der barê sûcên ku dewleta tirk pêk tîne, şermezar dikin. Bang li wan dikin ku nebin hevkarên dewleta tirk a dagirker û bi lez li dijî siyasetên qirkirinê ku der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd de pêk tê, tev bigerin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û” Bê Serok jiyan nabe” dawî bû.