Pisporan tedbîrên ji bo pêşîgirtina xebata jinên Afxan şermezar kirin

Pisporên serbixwe yên mafên mirovan hişyarî dan ku hêzên Talîbanê li Afganistanê cudakarî û şîdeta li ser bingeha zayendî ya sîstematîk li dijî jin û keçan dikin û girêdayî vê mijarê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Navenda Nûçeyan- Di 17'ê Çileya 2022'an de komek pisporên serbixwe yên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, der barê binpêkirina mafên mirovan de ji aliyê rêveber û hêzên Talîbanê ve, daxuyaniyek dan û tê de behsa kiryarên Talîbanê, cudakariya li ser bingeha zayendî û tundiya li dijî jin û keçan kirin. 
Koma pîsporan a ku ji 30'î pisporan pêk tê ku ji aliyê Meclisa Mafên Mirovan ve hatiye destnîşankirin di daxwiyaniya xwe de ev agahî dan: "Ev siyaseta Talîbanê ji bo jinên Afganistanê weke cezakirina kolektîf e û pratîkek pir xerab e. Her wiha ev siyaset bandorê li kar û xebata jinan û çavkaniya jiyana wan dike ev yek jî di nava jinan de rewşek aborî ya nebaş ava dike."
Her wiha pisporan diyar kirin ku hewldana bi domdarî ku jinên Afganistanê ji jiynan giştî dûr bixin, tê kirin, ev yek şermezar kirin û bal kişandin ser girtina wezareta karûbarên jinan û dagirkirina navenda komîsyona serbixwe ya Mafên Mirovan a Afganistanê. 
Jin li Afganistanê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in
Piştî ku tevgera Talîbanê di Tebaxa 2021'ê de herêmên paytexta Afganistanê Kabîlê xist bin kontrola xwe, rewşa jinên Afganistanê nebaş bû û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar man wekî karkirin, xwendin bi hinceta ku divê jin û mêr ji hev bên veqetandin û divê xwendekarên jin cil û bergên diyarkirî li xwe bikin her wiha gelek jinên Afganistanê bi zorê û di temenê biçûk de tên zewicandin.
Di encama vê yekî de gelek dibistanên keçan girtî man û dadgeh û dozgeriyên pispor ên ku ji pêkanîna Qanûna Têkoşîna li Dijî tundiya li ser jinan a sala 2009'an jî betal kirine û gelek jin û xebatkarên civakî ji kar hatin derxistin.
Jinên Afganistanê ji dema ku Talîban herêm dagir kiriye ve heya niha xwepêşandan dikirin û nerazîbûnên xwe parve dikin lê xwepêşandêr her dem ji aliyê hêzên Talîbanê ve rastî tundî û tehdîdan dihatin, gelek ji wan jî rastî girtinê hatin.