Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hat îmzekirin

Navenda jineolojî ya lêkolînan a herêma Firatê bi şahiyekê pirtûka bi navê "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" îmze kirin.

Kobanê - Akedimiya Jineolojî ya Herêma Cizîrê sala 2017'an dest bi komkirina agahî û dahurînên di derbarê dîroka şoreşa jinan kirin. Di encama vê lêkolînê de pirtûka bi navê "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" nivîsandin û îro bi şahiyekê li navenda Bqaî Xido ya Kobanê tê îmzekirin. Pirtûk li ser çar pirsan hatiye nivîsandin. Çar pirsên ku pirtûk li ser hatiye amadekirin evin; “Bingehê dîrokî ya şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa Kevana Zêrîn çiye? Çavkanî û cûreyên pirsgirêkên civakê û jinan li Rojavayê Kurdistanê çi ne? Bandora şoreşa Kurdistanê li ser jiyana jinan û civakê çawa ye? Nerîn, daxwaz û xeyalên siberojê yên jinên Rojava çi ne?
Di şahiya bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û civak sivîl û bi dehan jin amade bûn. Despêkê sînfizyona di derbarê xebatên lêkolîna Jineolojî de hat pêşandin, paşê jî Şervîn Nûdem Endama Akedimiya Jineolojî ya herêma Cizîr behsa danesîna pirtûkê kir û da zanîn ku armanca wan ji nivîsandina pirtûkê çibû. Koma Şehîd Barîn ya muzîkê a Hîlala Zêrîn, koma Koral ya muzîkê ya çand û huner sitran pêşkêş kirin. Dawiyê jî pirtûk hat îmzekirin û li beşdarvanan hat belavkirin. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû. Endama Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Rîma Ehmed û endama Akedimiya Jineolojî ya Herêma Cizîrê Şevîn Nûdem qala xebatên wan ên amadekirina pirtûkê kirin.
"Îmzekirina vê pirtûkê gaveke girînge"
Rîma destnîşan kir ku ev cara yekemîneli Kobanê pirtûkek li ser civaknasiya herêmê tê îmze kirin û wiha got: "Bi şêwazekî ku em bikaribin bi şahiyekê pirtûka xwe bidin nasîn û pênaseya wê bikin, me gelek hewldan dane meşandin heye ku îro wek hemû kes dibîne, em ê pirtûka bidin nasîn û armanca me jê çiye. Bi keda hemû rehenên akedimiya Jineolojî ku her kesî xwe berpirs dîtin heya ev berhem bi dest xistin. Kedekî mezin hat dayin ji bo em bikaribin van berhemên pirtûkê diyarî giyana şehîdan û jinên ku serkêşiya şoreşê kirine. Di encamên lêkolîn û analîza Sosolojîk li ser jin û civaka Rojava-Bakur Rojhilatê Sûriyê, gelek dem xwast ku heya me ev lêkolîn bi dest xistin. Diviya bû ku ev pirtûk di demeke berê de bihata îmzekirin lê ji ber rewşa heyî, hînekî dereng ma, ruxmî ku me gelek zehmetî kişandin jî lê dîsa jî îroj em destkeftiyên jinan bi taybet jinên ku di şoreşê de cih girtine. Gelek hevpeyvîn bi hemû pêkhateyan re hat çêkirin, jinên Kurd, Ereb, Aşur, Şaşan, Xiristiyan, Êzîdî û hwd. Di cîhanê de rastiya jin heye, her me digot dîrok di roja îroj de veşartiye, lê bi vê pirtûkê re em dibînin ku bi rastî dîroka jin heye û divê bê parastin. Di encama vê lêkolînê de em bikaribin hîna zêde tir em keda hemû jinên pêşeng derxînin holê, ev pirtûk bi şahiyekê li Heleb, Cizîr, Şehba hatin îmezekirin."
"Divê dîroka jinê bê nasîn û nivîsîn"
Şervîn jî destnîşan kir ku ev piroje di demeke dirêje hatibû nîqaşkirin û îroj gihîşt wê encamê û wiha axivî: "Nêzî sê salin em wek ekîb Jineolojî li ser pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê", xebitîn. Gelekî girîng bû ku em şoreşa jin derxînin pêş, wek şoreşa Newlotîk tê naskirin, berhem û nirxandinên wan derxînin, şoreşa ku li tevahî hêrêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava tê li darxistin em bikaribin wan rastiya dîrokî binivîsin û ji hemû gelan re pêşkêş bikin. Jin gihîşt kijan astê, xeyalên jinan çibûn bi jiyaneke azad, çiqas pêk hatiye û hîna çi dixwaze. Şoreşa jinê hîna li dare û divê em vê yekê bişopînin, zêde tirî 375 hevpeyvîn bi jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê re hatin çêkirin. Gelek nîqaş hatin çêkirin û li ser perwerde nirxandinên girîng hatin meşandin. Di her kombûnê de an go hevpevînên xwe de bi şêwayekî zanist nêrînên xwe dianîn ziman, Jin bi serpêhatiyên xwe bûne nivîskarên vê pirtûkê. Em dikarin bibêjin ku akedimiya Jinolojî berhemekî kolektîf bi dest xistin."
"Lêkolînên jineolojî wê bibe çareserî ji hemû pirsgirêkên civakê re"
Şervîn Nûdem di nava axaftina xwe de da zanîn ku kêm zêde me hewl da ku em hin berhem û keda jinan di pirtûkê de binivîsin û wiha bi lêv kir: "Raste belkî di pirtûkekê de tenê em nikaribin hemû tiştan bînin ziman, lê me kêm zêde gelek tişt nivîsandin, serpêhateyên jin, xebatên jinan an go dîroka jinên di nava şoreşê de. Akedimiya Jinolojî li Kobanê, Şehba, Heleb, Hesekê, Tebqa xebatên lêkolînê dide meşandin û didomîn e. Tenê di asta nivîsandina pirtûkekê de em nikaribin bibêjin ku her tiştin nivîsan û em gihîştin encamekê. Di gelek aliyan wek li Hesekê dîroka çand û dîroka  jinên Ereb tê kirin, li Dîrik jî jiyana jinên Suriyan di nava kar û xebat de. Di heman demê de pirsgirêkên civakê ku li herêmên cuda cuda derdikevin pêş, bi taybet li Kobanê ku di dawiya salê de gelek jin rastî kuştin û xwe kuştinê hatin. Me lêkolîneke taybet li ser vê rewşê kir, herî zêde Kobanê ket rojevê, çawa em bi lêkolînên xwe rêka çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re bibînin. Li Şêx Meqsud dîsa xebatek tê meşandin li ser berxwedana jinên Şêx Meqsud tê kirin, çi mijarên balkêş hebin em di wê lêgerînê dene ku em bikaribin her gavên ku jin davêjin bikin Pirtûk. Pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne me ew jî tesbît kirin, bi çi şêwayî em bikaribin çareser bikin.