Nûra Taallah xwediya mezintirîn pirtûka di cîhanê de ye

Wek ku romanûs û nivîskar eşkere kiriye, nivîskariya pirtûka yekem bi navê “Deriyên serkeftinê” ku di sala 2018'an de derketiye, 10551 rûpel e, dirêjiya wê 57 cm. û giraniya wê 45 kg. û naveroka wê 100,000 pend û gotin in. Ew dibêje ku bi pênûsa wê ya taybet hatine nivîsandin û ew wekî mezintirîn pirtûka li cîhanê tê hesibandin ku nivîsandina wê salek domiyaye û rojane 18 seatan li ser xebitiye."

 
RABIA XERÎS
Cezayîr- Nivîsandina du pirtûkên ku ji nîv milyon rûpelan zêdetir in, "Tiştekî xeyalî" ye lê ya ne mumkin bû rastiyek ji bo romanûs û nivîskara Cezayîrî Nûra Taallah ku bi saya pirtûka xwe ya bi navê "Deriyên Serkeftinê" ku giraniya wê bi qasî 45 kîlo ye û 57 santîmetre dirêj e, ket nava Pirtûka Rekoran a Guinnessê. Ew di demek nêz de xwe ji pirtûkek nû ya mezin re amade dike.
Nûra Taallah li bajarê xwe Sêtif li bakurê rojhilatê Cezayîrê xwendiye, bernameya lîsansê di zanistên hiqûqî û îdarî de û bawernameya şarezayiya pîşeyî di pîşeya dadrêsî de wergirtiye, xwediya du pirtûkên herî mezin ên îro li cîhanê ye. Wê ev hejmar ji pirtûkeke Emerîkî ya ku 100 nivîskar bi hev re nivîsandiye û tenê 10,000 rûpelan tê de heye, girtiye. Di heman demê de pirtûka Nûra bi 551 rûpelan ji hevrikê xwe yê Emerîkî zêdetir e.
Der barê destpêka nivîsandina xwe de Nûra Taallah ji ajansa me re dibêje: "Dema ku di 13 saliya xwe de bûm fikra nivîsandina du pirtûkan bi min re çêbû û wiha domand: "Mamosteya min ê zimanê Erebî lênûskeke biçûk ku tê de komek pend û gotinên alim û ramanwerên mezin hebûn da min da ku rojane her pendekê li ser tabloyê binivîsînim, ji ber vê yekê min ji mijara pendan hez kir, paşê min fam kir ku behremendiyek min a cewherî ji bo nivîsandinê bi min re heye."
"Qehremanî"
Wê teqez kir ku cîbicîkirina wê ramanê li ser erdê ne tiştek hêsan bû, ji ber ku sepandina wê li meydanê gelek dem girt ji ber temenê wê yê ciwan û nekaribûna wê ya lihevhatina di navbera xwendin û nivîsandinê de ku bi hewceyî demek dirêj e. Lê belê wê israr kir ku vê ramanê bi cih bîne heya ku ew di forma pirtûkek mezin de xuya bû. 
"Pirtûka bi hezaran rûpelî"
Di pirtûka duyemîn de ku di bin navê "Ji te re gelek, gelek û gelek " derketiye û di sala 2021'ê de hatiye çapkirin de tê gotin ku hejmara rûpelên wê 32 hezar rûpel e, giraniya wê nêzî 200 kg. e, dirêjahiya wê gihîştiye du metre û 74 cm. û naveroka wê ji nîv milyonek ji pend, gotin û şîret derbas bûye û ew berdewamiya pirtûka yekem e. Derxistina pirtûkê sê mehan domiyaye ji ber ku ji teknolojiya nivîsandina li ser kaxezê xilas bûye û dest bi nivîsandina li ser kompîtorê kir.
"Ji bo nivîsandina pirtûkê du salan perwerdeya kompîtorê dît"
Wê amaje kir ku ji bo nivîsandina pirtûka yekem, wê du salan li ser kompîturê perwerde dîtiye, heya hîn bûye zû binivîsîne. Vê yekê di nivîsandin û temamkirina vê pirtûkê de ku ji aliyê dîrokî ve wek yekem tê dîtin, gelek alîkariya wê kir û her wiha di warê xwe de ezmûn û zanîn jî bi dest xist.
Wê behsa naveroka her du pirtûkan kir û wiha anî ziman: "Min wek ku xwendevanên ereb xeyal dikin pend berhev nekirine min bi xwe ew nivîsandine. Di biçûkatiya xwe de ez dinivîsînim heya ku min hemû tiştê nivîsandin di pirtûka bi navê "Deriyên Serkeftinê" de berhev kir.
Nûra hin pendên ku di pirtûkê de nivîsandine tîne ziman: “Hemû tevger û peyvên nebaş ji jiyana xwe derxin da ku hûn beşdarî cîhana qeşengî û ronahiyê bibin”, “Ji her kêliya xweş a ku îro di ser we re derbas dibe sûdê bigirin, hûn qet nizanin sibê çi ye û dê çi be”, “Bêdengî neheqî ye û hwd.”
"Astengî"
Nivîskar û romanûsa Cezayîrî Nûra Taallah diyar dike ku vê destkeftiyê ew ji cîhana derve bi tevahî îzole kiriye her wiha wê dev ji kariyera xwe berdaye û îstîfaya xwe ji pîşeya hiqûqî re daye û xwe bi saetên pir dirêj di odeya xwe de girtiye. Ew di afrînerî, nivîsandin û guhderîkirina li tiştê ku wê bi dest xistine de kêfxweş bû, nemaze ku naveroka her du pirtûkan komeke pir mezin a jîr, gotin, şîret, ders û xutbeyên curbecur e ku ji mirovên li ser rûyê erdê re hatine şandin da ku di jiyana xwe de serkeftî bin û bikevin riya rast.
"Bi israr daxwaza xwe pêk anî"
Rêwîtiya Nûra ne bê asteng bû, ew rastî gelek kêşeyan hat û der barê wê yekê de dibêje: "Ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Pêkanîna  xewnê ne tiştke hêsan e. Di nivîsandinê de ez rastî zehmetiyan nehatim. Zehmetî di çapkirina pirtûkê de bû, wekî nimûne, di pirtûka "Deriyên Serkeftinê" de hemû çapxaneyên li Cezayîrê teqezî li ser nepêkanîna çapkirina pirtûkek bi vê mezinahiyê di carekê de kirin û pêşniyar kirin ku wek beş bi beş were çapkirin. Lê min israr kir ku hemû pend, şîret û gotinên baş û sûdmend di yek pirtûkê de bin. Ez di lêgerînê de bûm heya min pirtûkxaneyek dît ku notên derçûyên xwendekaran ji zanîngehê tomar dike, wan jî ev mijar red kir ji ber ku dijwar bû lê di dawiyê de ji ber israra min razî bûn. Pirtûka bi navê "Ji te re gelek, gelek û gelek" min ji serî heta dawî çavdêriya nivîsandina  wê kir, min çapxaneyek kirî û pirtûk li malê çap kir û îtîmada xwe da şiyanên ku li gel min hene.” Wê teqez kir ku armanca wê ya lê digeriya, ew bû ku bi riya xutbeyên ku bi kêrî tevahiya mirovahiyê tên, şîretan bike û di şert û mercên herî baş de pêşkêş bike û tiştekî xwebeş pêşkêş bike û wiha got: "Ger rojekê min çavên xwe li dinyayê girt, wê demê ez ê zanyariyeke ku jê sûd tê wergirtin bihêlim."