Bertek ji bo îdianameya daraza mêr: Êrîş ne “bi zanebûn” bi “sêwirandinê” pêk hat

Nurcan Kaplan a ku li dijî tundiya sîstematîk 12 caran serlêdana parastinê kir, 7 meh berê bi dayika xwe Nezîre Demîr re, ji aliyê hevjînê xwe Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşa çekdarî hat. Parêzer Zelal Erdemcî, diyar kir ku der barê kiryarê ku bi awayekî vekirî gotiye ew çûye herdu jinan bikuje de, ne “sêwirandine”, bi îdiaya “bi zanebûn” kuştin û birîndarkirinê îdianame hatiye amadekirin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Nurcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr ên li taxa Şehîtlîka navçeya Yenîşehîr a Amedê dijîn, di 1'ê Hezîrana 2021'ê de rastî êrîşa çekdarî ya Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya telaqê de bû, hatin. Nurcan Kaplan û Nezîre Demîr dema ji sûkê vedigeriyan di encama êrîşa ku li dijî wan hat kirin de bi giranî birîndar bûn. Kiryar Tarik Kaplan ku ji cihê bûyerê reviyabû, di meha Tîrmehê de hat girtin û şandin girtîgehê. Nurcan Kaplan a ku bi mehan hat dermankirin, tenduristiya wê baş nebû, di çarçoveya lêpirsîna der barê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de, ji bo kiryar ji ber sûcen bi 2 guleyan bi giranî birîndarkirina Nezîre Demîr, “birîndarkirina bi zanebûn” û ji bo Nurcan Kaplan jî bi îdiaya “bi zanebûn hewldana kuştina hevjîna xwe” ceza hat xwestin. Parêzer Zelal Erdemcî bertek nîşanî îdianameyê da, diyar kir ku êrîş ne “bi zanebûn”, “bi sêwirandinê” hatiye kirin.
12 caran ji bo parastinê serlêdan kir
Parêzer Zelal Erdemcî diyar kir her çend bûyer bi zelalî eşkere bûye jî îdianameya hatiye amadekirin di du aliyan de kêm e û destnîşan kir ku îdianame ji dosyayên din ên tundiyê ne cuda ye û mînaka xemsariyê ye. Zelal Erdemcî got ku Nurcan Kaplan di jiyana xwe ya zewacê ya 16 salan de rastî tundiya sîstematîk hatiye û di vê heyamê de 12 caran serlêdana parastinê kiriye, diyar kir ku tevî jinek ji bo pêşîlêgirtina tundiyê serî li rêveberiya giştî daye jî nehatiye parastin.
“Li gorî dozgeriyê bersûc 'bi însaf' tevgeriya ye!” 
Zelal Erdemcî bal kişand ser 2 mijarên ku derketine holê û bi van gotinan axaftina xwe domand: “Yek ji sedemên me yên ewil ew e ku di dema bûyerê de 2 gule li Nezîre Demîr tên reşandin û ev yek jî bi niyeta kuştina Nezîre ye. Mêrek li nîvê kolanê li dijî jinek tundî bi kar tîne. Lê tevî ku di îdianameyê de rewşek wisa zelal heye jî di îdianameyê de ji sûcê birîndarkirina giran ceza tê xwestin. Mîna ku ev ne bes be, gotinên wekî “Derfeta kiryar hebû ku Nezîre Demîr bikuje lê tevî vê yekê Nezîre Demîr nekuştiye” cih digre. Meqama dozgeriyê bersûc pir zêde 'bi însaf’dibîne. Ez dixwazim diyar bikim ku îdianame îdianameyeke ku divê di vî warî de bi giranî were rexnekirin e.”
“Hewldana kuştina bi sêwirandinê heye”
Zelal Erdemcî diyar kir ku bûyer ne bi zanebûn, bi sêwirandin pêk hatiye û bal kişand ku van hûrgiliyan di îdianameyê de cih negirtine. Zelal Erdemcî got ku Nurcan Kaplan ji ber birînên li bedena wê çêbûn, bi mehan tedawî dîtiye û wiha got: “Nurcan demek dirêj ji ber birînên ku li bedena wê çêbûn tedawî dît û tevî ku dem derbas bû jî bedena wê ne wekî berê ye. Tevî windakirina hêza bedenê û xirabûna tendirustiyê jî meqama dozgeriyê di îdianameyê de behsa van mijaran nekir. Pir eşkere ye ku armanca tawanbar, bi sêwirandina kuştina Nurcan hebûye. Pir eşkere ye ku kesê bi çekê diçe hevdîtinê, niyeta wî ya sêwirandina kuştinê heye.” 
“Divê kujer bê cezakirin” 
Zelal Erdemcî destnîşan kir ku daxwazên wan ên pêvajoya darizandinê gelekî zelal in, ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê kiryar bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tê dîtin ku tu polîtîkayên rêveberiya giştî der barê tundiya li ser jinan de tune ne yan jî tevgera giştî ya ku di rewşa xwe ya îroyîn de weke siyasî tê dîtin, zêde bi bandor nîn e. Dema ku rêveberiya giştî di vî warî de ewqas kêm be, li aliyê din jî divê herî kêm di meqamên darazê de di vê wateyê de peyamê bidin sûcdarên tundiyê. Di vê wateyê de em dixwazin rayedarên darazê ku tenê argumana di destên wan de cezakirin e, vê mijarê bişopînin. Bi vê yeke re divê polîtîkayên tundiyê werin bidawîkirin û hin kes bibînin ku kesên tundiyê dikin tên cezakirin.”
Danişîn dê 23'ê Adarê de pêk were 
Yekemîn danişîna dozê dê di 23'ê Adarê de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.