Stêr Qasim: Pêwîstiya me bi destûreke demokratîk a rola jinan tê de pêşeng heye

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeye Stêr Qasim têkildarî rola jinan di nivîsandina desûrê de nirxandin kir û wiha got: “Dewletên desthilatdar bê proje û nêrîna ji civakê û jinan destûra xwe dinivîsandin. Destûrên di Sûriyeyê de dîsa tu xizmet ji jinan re pêşkêş nekirin ji ber destûra Sûriyeyê ne li gorî prensîbên navdewletî ye. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em dixwazin wî şeklê destûrê demokratîk bidin diyarkirin heya asteke bilind em pîvanên demokratîk li ser esasê projeya Neteweya Demokratîk pêk tînin. Jin roleke sereke di pêşnegiya civakê de dilîzin û bingeha serkeftina şoreşa veguhertinê ne. Di nêrîna me de dê di Sûriyeya nû de jin xwedî cihek bi nirx bin û rola wan di destûrên demokratîk de hebe.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Destûrên dewletên desthilatdar dibin sedem ku aloziyên dijwar û şerê nevxweyî li wan welatan derkeve. Di dewleta Sûriyeyê de destûrek serwer heye û tenê li ser esasê parastina berjewendiyên xwe civakê birêxistin dikin. Li welatên Rojhilata Navîn rola jinan û mafên wan di tu destûran de nehatiye nivîsandin û her weke kêmendamek di civakê de tê dîtin û civakê bi vê yekê razî dikin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew mafê ku ji destên wan hatibû girtin vegerandin û pêşengiya hemû qadên civakî û siyasetê kirin. Têkildarî mijara rola jinan di nivîsandina destûrê de Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim ji me re axivî.
Destûr nexşeriya dewletê ye û li ser esasê wê kar û xebat tên meşandin
Stêr bi pênaseya destûrê dest bi nirxandinên xwe kir: “Destûr komek prensîbên bingehîn in ku dewlet derdixe da wê civakê birêxistin bike. Ji bo wê her dewletek ku hebûna xwe li ser rûyê erdê mayînde dike destpêkê destûra xwe derdixe û li gorî wê sazî û dezgehên xwe dide birêxistinkirin. Di hundirê destûrê de qanûnên têkildarî siyaset, civak, aborî û hemû beşên têkildarî hiqûqên mirov di vê civakê de hene. Pîvanên destûrê hin şeklî ne û hin jê di hundirê wê de objektîf in, pîvanên şiklî bingeh in tê de têkilî di navbera desthilatdarî û civakê de pênase dike û li ser esasê wê zagon tên derxistin. Pîvanên objektîf ew urfên di hundirê destûrê de ne yanî cewherên wê. Destûr şiklê desthilatdariyê dide diyarkirin gelo ev hikûm demokratîk e yan serwer e, li aliyê din sîstema rejîmê dide diyarkirin gelo komarparêz yan qralî ye. Gelo ev dewlet sade ye yan tevîhev e û desthilatdariya wê serok e yan parlamento ye ev hemû di destûrê de tên nivîsandin. Destûr nexşeriya dewletê ye û li ser esasê wê kar û xebat tên meşandin.”
Destûra Sûriyeyê ne li gor prensîbên navdewletî ye û mafên jinan tê de hatiye xwarin
Stêr bal kişand ser paşvemayîna jinan û dûrxistina wan ji cihgirtina di destûrê de di nav hukmên sîstemên serwer de û wiha domand: “Dewletên desthilatdar ên dûrî hemû rengên demokrasiyê bê proje û nêrîngirtina vê civakê destûrên xwe dinivîsandin. Ger em balê bikşînin ser destûra dewleta Sûriyeyê di sala 1920’an de ku weke destûrê Qral Feysel dihat nasîn mirov dikare bibêje destûreke wisa bû ku jin di Sûriyeyê tune kiribûn yanî bi rengekî ewqas jin biçûk xistibû her wiha rol û misyona wê ji kokê de tune kiribû. Destûreke di asta yekem de mêrsalarî bû, jê û şûnde pir destûr di Sûriyeyê de hatin guhertin lê dîsa jî van destûran tu xizmet ji jinan re pêşkêş nekirin. Di destûrên piştî Qral Feysel de tenê mafên jinan şiklî bûn û ji cihên biryarê dihatin dûrxistin sedema wê jî vedigeriya urf û adetên ku hebûn û mafên jinan pê binpê dikirin. Her wiha di hin cihan de di bin navê olê de mafên jinan di destûrê de dixwarin û civakê pê razî dikirin. Di salên 1946’an de piştî ku dewleta Sûriyeyê serxwebûna xwe ji Fransa girt, xebatên jinan hinekî bi pêşketin bi rengekî ku hin jin derketin derveyî malê xebatên biçûk didan meşandin lê dîsa pêwîst e di bin serweriya mêr de bûya. Vê yekê tu encamên erênî bi xwe re neanî. Mêrên serwer dîsa destûr li gorî berjewendiyên xwe nivîsandin û jinan bi kar dianîn. Destûra Sûriyeyê ne li gorî prensîbên navdewletî ne û berê xwe bêtir didin aliyên urf û olî. Jinan ji qada siyasetê dûr xistin û li gorî xwe civakê tevdigerînin.” 
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pîvanên demokratîk li ser esasê Neteweya Demokratîk tên pêkanîn
Stêr Qasim destûrên demokratîk û rola jinan di nivîsandina destûrên demokratîk de şîrove kir û wiha pêde çû: “Destpêkê çi destûr bê nivîsandin pêwîst e şertên wê sazkar bin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dixwazin wî şiklê destûrê demokratîk bidin diyarkirin heya asteke bilind em pîvanên demokratîk li ser esasê projeya Neteweya Demokratîk pêk tînin. Di herêma me de ewlehî, wekhevî, azadî û biryar ji civakê tê destgirtin. Jin roleke sereke di pêşengiya civakê de dilîzin û bingeha serkeftina şoreşa veguhertinê ne. Em nikarin bêjin pîvanên ku em bêk tînin weke destûr bidin nasîn ji ber em ne dewlet in lê em rêveberiyeke xweser in hevpeymana me ya civakî heye û jinan tê de hebûna xwe mayinde kirine. Di hevpeymana me ya civakî de hemû pêkhate bi çand, nasname û rengê xwe tevli dibin.  Her wiha mafên wan ên siyasî, neteweyî, çandî û civakî tê de misoger in. Jin bi rengekî xurt di hemû qadên jiyanê de aktîf in. Qanûnên têkildarî mafên jinan, jinan bi xwe nivîsandine û nabe mêr tê de beşdar bin. Jin di karûbarên gelemperî de xwedî biryar in û mêr li kêleka wan xebatê didin meşandin. Civaka ku jinan ji cihê biryarê bide alî civakek seqet e û destûra ku binivîse wê ne demokratîk be.”
Hevgirtina jinên Sûriyeyê mayînde ye cihgirtina wê di destûrê de ye
Stêr bal kişand ser şiklê demokratîk ê destûrê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Şiklê desûrê yê berê û niha li Sûriyeyê wê ber bi vê rewşa bi aloz û şer ve bir, ji bo wê pêwîstiya me bi şiklê demokratîk ê destûrê heye. Di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Komîteya me ya destûrî heye, li ser esasê wê me gelek destûrên cîhanî xwendin bi taybetî destûra dewletên ku hinek demokratîk in li pêş e. Der barê vê de em gihîştin nêrîneke destûrî ya hevbeş a li pêş û têbîniyên hemû jinan li ser vê yekê hebûn. Hin xal tê de hene têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê bi giştî ne û xalên din jî taybet têkildarî pirsgirkên jinan in. Di nêrîna me de wê di Sûriyeya nû de jin xwedî cihek bi nirx bin û rola wan di destûrên demokratîk de hebe. Ger ne wisa be wê civak ber bi tehlûkeyeke mezin ve biçe. Em weke jinên Sûriyeyê dikarin bi hev re hevgirtineke xurt çêbikin da em maf û beşdarbûna xwe di destûrê de bicih bînin.”