Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -3

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rihan Loqo kar û xebatên Kongreya Star nirxand û got: "Kongreya Star bi rengekî berfireh, hezkirineke mezin û moreleke xurt li tevahî bajar û welatan kar û xebatên xwe dimeşîne û bi çanda neteweya demokratîk dijî."

Rihan Loqo: Kongreya Star mala zanista jinan e 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Piştî Kongreya Yekitiya Star a 6'an biryar tê girtin ku Yekitiya Star xwe berfireh bike û hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di hundirê xwe de bihewîne. Di 25'ê Sibata 2016'an de di Kongreya 6'emîn de Yekitiya Star navê xwe diguherîne û dibe Kongreya Star. Kongreya Star xwe li ser 12 lîngan bi rêxistin dike. Her wiha nûnertiya wan li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê heye. Kongreya Star konfederalîzma demokratîk esas digire û rêxistinek bîrdozî ye. Girêdayî kar û barên Kongreya Star Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rihan Loqo kar û xebatên Kongreya Star nirxand.
"2016'an Yekitiya Star veguherî Kongreya Star"
Rihan Loqo diyar kir ku bi armanca gihîştina tevahî jinan, wan Yekitiya Star veguherandine Kongreya Star û wiha got: "Bi armanca gihîştina tevahî jinan, rêxistinkirina tevahî jinan û berfirehkirina xebata jinan me xwe kir Kongreya Star. Bingeha Kongreya Star ji Yekitiya Star dest pê kir û bi keda çil salan a Rêber Apo em hîn bêhtir bi Kongreya Star re berfireh bûn. Yekitiya Star tenê di hundirê xwe de jinên Kurd hembêz dikir û me xwest jinên Kurd hemû pêkhateyan hembez bikin. Yekitî tenê ji pêkhateyek pêk tê lê kongre pir rengiyê di hundirê xwe de dihewîne. Di 25'ê Sibata 2016'an de di kongreya 6'emîn li Rimêlana girêdayî Kantona Qamişlo pêk hat û li wir bi biryara tevahî pêkhateyên jinan em bûn Kongreya Star. Kongreya Star di 2016'an de xebateke berfireh da meşandin. Kongreya Star di 2016'an de xwe li ser 10 komîteyan ava kir. Kongreya Star xwe li ser komînan ava dike û bi rêxistin dike. Ji bo em bigihîjin tevahî malbat û jinan komînên taxan jî hatin avakirin. Her wiha meclisên taybet ên Kongreya Star jî hatin avakirin. Li tevahî Rojavayê Kurdistanê ji bajarokan bigre heta nahiyeyan navenda Kongreya Star hat avakirin. Komîte li dijî dewlet, zilamsalarî, zayendperestî û olperestiyê hat birêxistinkirin. Destilatdaran jinan ji qada civakê dûr xistibûn û digotin jin divê li mal bin. Wekî Kongreya Star me digot em dîroka jinan çawa li şoreşa Rojavayê Kurdistanê zindî bikin. Çawa ku dîroka mirovahiyê bi jinan dest pê kiriye, me jî xwest mohra jinan li şoreşê bidin û me xwest em bêjin cihê ku me dest pê kiriye em dixwazin careke din bigerin û em ê li ser vê erdê careke din zindî bibin. Li ser vê bingehê jin tevli hemû qadên xebatê bûn. Em dikarin bêjin ku di aliyê parastinê de hêzeke mezin a jinan hat avakirin ku bi hezaran jinan cihê xwe di asayîş, cewherî û YPJ'ê de digrin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xebatên xwe bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re."
"Komîteya perwerdeyê, hişmendiya neteweya demokratîk ava dike"
Rihan bal kişand ser komîteya perwerdeyê û wiha domand: "Bi komîteya perwerdeyê re me dixwest hîn bêhtir em xwe bigihîjînin tevahî jinan. Her wiha bi perwerdekirinê em civaka xwe rast bikin. Me xwest bi perwerdeyê re careke din asta zanist û xebatên jinan bidin naskirin. Perwerdeyên mîna heqîqeta jinan ji dîrokê heta niha ku pergala dayiksalarî bi çi rengî hatiye avakirin, malbata demokratîk çawa hatiye avakirin û hevjiyana azad çawa tê avakirin tên dayîn. Dîroka hişmendiya zilaê desthilatdar tê dayîn. Her wiha bi Jineolojiyê re careke din zanista jinan jî tê ronîkirin. Em bi perwerdeyên xwe dixwazin asta zanista jinan bilind bikin. Rêber Apo jî dibêje ku karê ji we tê xwestin perwerde ye, ji ber wê jî em jî dikarin bi riya perwerdeyê hişmendiya baviksalarî ku bi salan e li ser civakê hatiye ferizkirin rabikin. Em dixwazin li ser bingeha malbata demokratîk, civakek azad û hevjiyana azad civaka xwe perwerde bikin û guhertina hişmendiyê pêk bînin. Em dikarin bi komîteya perwerdeyê hişmendiya neteweya demokratîk di nava gelan de ava bikin. Komîteya perwerdeyê bi riya akademî, komîn û meclisan xwe gihand hejmarek mezin jinan û perwerde kir. Komîteya perwerdeyê asta zanistê di nava jinan de bilind kir."
"Bi aboriyê re wekheviya civakê ava dikin"
Rihan da zanîn ku ew bi komîteya aborî re careke din aboriya jinan digihîjînin tevahî jinan û wiha got: "Yek ji rêgezên jinan, aboriya jinan e ku em careke din aboriyê bi destên jinan zindî dikin. Hişmendiya ku dibêje jin nikare xebatên aborî bi rê ve bibe hebû. Jin û aborî ji hev cuda dihatin destgirtin. Me komîteya aborî li tevahî qadan ava kir û di tevahî pergala me de aborî heye. Dema em behsa civaka dayiksalarî dikin yek ji çandinî tê bala me. Rêgezek hîn bêhtir civak xwe li ser ava dike aborî ye. Dayikan bi giha, xweza, hewa, baran, lawir û erdê re jiyanê bi pêş dixistin. Jin beşek ji xwezayê ne, ji bo wê jî aborî di dîrokê de bi destên jinan hatiye pêşxistin. Em bi riya kooperatîfan aboriya civakî bi pêş dixin. Em ne li ser esasê qezenckirina hejmara pere ne, li ser esasê ku çawa parve dikin û di nava civakê de dabeş dikin kar dikin. Em bi aboriya jinan re wekheviya civakê ava dikin. Di pergala me de tebeqaya jor û jêr nîn e. Em dixwazin dewlemendiya berê bi destên jinan careke din zindî bikin. Dema em bazarek vedikin, em bi reng û hebûna jinan ava dikin. Her wiha çanda dayikê bi riya aboriyê dixwazin zindî bikin. Di qada aborî de proje û kooperatîfa jinan esas e ku em destpêka şoreşê heta roja îro encamên wê dibînin. Tişta herî xweş ew e ku jin bi xwe projeya xwe çêdikin û sûda wê digrin û li ser civaka xwe parve dikin."
"Komîteya dîplomasiyê destkeftiyên şoreşê diparêze"
Rihan Loqo diyar kir ku ew bi komîteya Dîplomasiyê re destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em bi komîteya dîplomasiyê re destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin. Her wiha rengê şoreşa jinan li tevahî welatan diyar dikin. Berxwedan, têkoşîn û pergala ku li ser bingeha wekheviyê hatiye avakirin danasîna wan dikin. Li hemberî tundî û desthilatdariyê têkoşîna jinan raberî cîhanê dikin. Bi têkiliyên hundir û derve de xwe digihîjînin tevahî civakan. Danasîna şoreşa me û heqîqeta şoreşê di raya giştî de tînin ziman. Bi komîteya dîplomasiyê re hat xuyakirin ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa herî zêde tê de fedakarî hatiye kirin e û bi qehremaniya xwe hat nasîn. Şoreşa ku ev 10 sal in tê jiyîn dîplomasiyê li hemû cîhanê da nasîn. Komîteya dîplomasiyê li tevahî Rojhilata Navîn xwedî li kesên azadîxwaz derdikeve. Komîteya dîplomasiyê eşkere dike ku gelên Rojhilata Navîn bi dehan salan ji dîrok, ziman û çanda xwe mehrûm mane. Herdem kurd ji qirkirinê re derbas bûne didin xuya kirin. Em dixwazin bi komîteya dîplomasiyê re bi şoreşê re karê xwe misoger bikin."
"Bi şoreşê re xebatên tiba xwezayî bi pêş ketin"
Rihan Loqo diyar kir ku komîteya tenduristiyê bi tiba xwezayî, çanda dayikan diparêze û wiha komîtiya tenduristiyê şîrove kir: "Em bi komîteya tenduristiyê re jinan di aliyê tenduristiyê de bi pêş dixin. Em dermanên xwe bi tiba xwezayî çêdikin. Di dema xwezayê de jinan bi destên xwe bi gihayan derman diafirandin. Piştî ku dewlet hatin avakirin gelek dermanên kîmyewî hatin avakirin. Em bi komîteya tenduristiyê hewl didin xeteriyên ku li ser jinan di aliyê tenduristiyê de hatine meşandin rabikin. Em dixwazin her dermaneke ku jin bi kar tînin xwezayî bin. Her wiha bi riya semîner û nîqaşan jî tenduristî ji jinan re tê şîrovekirin. Her wiha jin di mijara çawa dikarin xwe û malbata xwe ji nexweşiyan biparêzin de tên perwerdekirin. Jin dikarin tevahî qadan û civaka xwe ji hemû nexweşiyan biparêzin. Me bi şoreşê re xebatên tiba xwezayî bi pêş xistiye."
"Yek ji xebata sereke ekolojî ye"
Rihan bal kişand ser komîteya ekolojiyê û wiha domand: "Komîteya ekolojiyê fikra neteweya demokratîk bi destên jinan bi pêş dixe. Komîte rojeva xwe bi fikra ekolojîk dide xuyakirin. Her wiha erka vê komîteyê ew e ku civaka ekolojîk ava bike. Ev komîte malbat, xweza û dayikê ji hev qut nagire dest. Reşbûna ku li ser civakê çêkirine ekolojiyê reş kiriye. Her wiha desthilatdaran nedihiştin ku dar werin çandin. Di xwezaya Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê de zuhabûnek heye, ev yek jî ne sûcê xwezayê ye, sûcê ku gelek şerên mezin li ser herêmê dihatin meşandin e. Desthilatdar û dewletan nedihiştin ekolojî li Rojavayê Kurdistanê bi pêş bikeve. Me komîteya ekolojîk bi taybetî ava kir ku ev komîte bi riya semîneran re danasîna ekolojîk ji civakê re dike. Yek ji xebata me ya sereke ekolojî ye ku em hawirdora xwe şîn bikin. Em dixwazin tiştên ku bi rihê ekolojîk hatine pêşxistin di welatê xwe de ava bikin."
"Komîteya ragihandinê, heqîqeta heyî nîşanî tevahî cîhanê da" 
Rihan Loqo diyar kir ku komîteya ragihandinê şoreşa jinan gihand tevahî cîhanê û wiha got: "Komîteya ragihandinê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mînaka herî mezin bû ku dengê jinan gihand tevahî cîhanê. Rêber Apo dibêje dê dîroka jinan bi destên wan bê nivîsandin û çavên wan bê dîtin, em vê yekê li ser xebata xwe ya ragihandinê bi taybetî dinirxînin. Nûçeyên ku vê berxwedanê hatin nivîsandin û kişandin bi destên jinan bû. Me dikaribû bi riya ragihandina jinan heqîqeta heyî nîşanî her kesê bidin. Mêrek nikare destkeftiyên jinan nîşanî her kesê bide lê jin dikare bi ruh û hestên xwe berxwedana jinan nîşan bide. Piştî şoreşê gelek radyo, kovar, tv û ajansên jinan hatin avakirin. Jin di qada ragihandinê de roleke mezin lîstine, heta gelek şehîd jî çêbûn ji bo rastiyê nîşanî cîhanê bidin."
"Çand û hunerê fikir, dîrok, zanist û zimanê gelan derxist pêş"
Rihan Loqo bal kişand ser rola çand û hunerê û wiha pê de çû: "Komîteya çandê dîrok, ziman, cil û berg, rastî, gotûbêj, lorîn û dengbêjiyê nûjen kir. Li çandê de gelek folklorên heyî hat nîşandan. Çand û huner heqîqeta civakê ronî kir. Çand û huner destkeftiyên şoreşê yên 10 salan derxist holê. Gelek çîrok hebûn ku hatibûn veşartin lê çand û huner îro çîrokan lêkolîn dikin û derdixin rûyê erdê. Gelek çîrok hene ku di medyaya sanal de nîşanî her kesî tên dayîn. Civak çîrokên dîrokî fêrî nifşên pêşerojê dikin. Çand û hunerê fikir, zanist, dîrok, çand û zimanê gelan derxist pêş. Hîlala Zêrîn dikaribû li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin qadan û gelek xelatên zêrîn jî girtine."
"Komîteya edaletê exlaqê civakê diparêze"
Rihan Loqo xebatên komîteya edaletê wiha nirxand: "Komîteya edaletê di destpêkê de weke lihevanînê kar û xebatên xwe bi rê ve dibir. Komîteya edaletê ji dayikên aştiyê, şehîd, yên serokatî nas dikin, bi rêxistinê ve girêdayî û welatparêzan pêk tê. Ev dayik çawa exlaqê civakê biparêzin erkek dabûn ser milên xwe û bi vê erkê radibûn. Ev dayik di nava civakê de her dem serkêşiya civakê dikirin dihatin naskirin. Civak jî gelek rêz dida wan. Ev dayik dema derbasî mal û nava civakek bibûna pirsgirêkên heyî dihatin çareserkirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di merheleyekê pir dîrokî û hesas re derbas dibe di aliyê şer û şerê taybet de li ser jinan zorî tê ferzkirin, ji bo ku em li hemberî vî şerê berxwedaneke raber bikin di sala 2013'an de rêgezên jinan hatin avakirin. Ev rêgez jî mîna dujinî çênabe, zewaca di temenê biçûk de çênabe, berdêl çênabe ne. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn û danasîna wê jî li tevahî cîhanê çêbû êdî dibe em di aliyê parastinê de hîn xurtir bibin û rêgezên me li hemberî hemû cureyên tundiyê hene. Biryarên ku komîteya edaletê derxistiye di destpêkê de bi civakê re hatin parvekirin û wiha ketin meriyetê. Her wiha bi riya semîner û civînan jî pirsgirêk tên guhdarkirin û çareserkirin. Em bi riya zagon û rêgezan dikaribû jinan biparêzin."
"Mala jin bi pirsgirêka tevahî civakê re mijûl dibe" 
Rihan Loqo diyar kir ku mala jin bi pirsgirêka tevahî civakê re mijûl dibe û wiha got: "Mala jin jî bi riya wekhevî, aştî û aramiyê mijaran çareser dike. Mala jin ne tenê bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, di heman demê de bi pirsgirêkên tevahî civakê re mijûl dibe. Dema pirsgirêkek di navbera her du zayendan de hebe her du alî jî guhdar dikin û li gorî wê çareseriyan bi pêş dixin. Me weke rêxistina jinan du erk girtine li ser milên xwe, ya yekê em jinan bi rêxistin dikin û perwerde dikin, ya duyem jî em mêran çawa bi rêxistin û perwerde bikin. Em dixwazin di nava civakê de malbatên demokratîk ava bikin. Mala jin jî bi karê xwe di nava civakê de rolek mezin dilîze. Civakê vê xebatê pejirand û weke çareserî dît ji xwe re. Em niha mêze dikin beriya ku civak zarokên xwe bidin zewicandin li temen mêze dike û li gorî rêgezên rêxistina jinan be wisa didin zewicandin. Ev lêpirsin jî guhertina civakê nîşan dide. Em encax dikarin bi rêgezên civakê, civaka xwe perwerde bikin."
"Em bi yekitiya jinan dikarin jiyana azad, wekhev û demokratîk ava bikin" 
Rihan Loqo destnîşan kir ku sedsala 21'ê sedsala jinan e û mînaka wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Rêber Apo di vê sedsalê de mizgînî da me ku wê ev sedsal bibe sedsala jinan. Mînaka wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye. Wê ev sedsal bi pêşengiya jinên Kurd pêk were. Gelek sazî, dezgeh û rêxsitinên jinan ava bûn, ev yek jî pêşketina jinan di nava civakê de bi rêxistinbûna wan destnîşan dike. Gelek meclis jî hatin avakirin ku jin tê de cihê xwe digrin. Desteyên taybet ji bo jinan hatine avakirin. Di wê desteyê de mijarên jinan di aliyê zagonî, zanist û wekhevî de tên destgirtin. Her wiha hevpeymana civakî hatiye avakirin ku çawa bi rengê jinan hatiye avakirin cihê xwe tê de girtiye. Em careke din dibêjin Kongreya Star mala zanista jinan e û jinên ku dixwazin dikarin werin. Erka yekem a Kongreya Star ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebatan bimeşîne. Yê ku ronî da tarîtiya jinan Rêber Apo ye. Yê ku artêşa jinan ava kir û zanist da jinan Rêber Apo ye. Em her dibêjin em azadî ji xwe re nabînin heta Rêberê me azad bibe, ji bo wê jî wê xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo berdewam bikin. Em bi yekitiya jinan dikarin jiyana azad, wekhev û demokratîk ava bikin."
"Nûnertiya Kongreya Star li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê heye" 
Rihan Loqo diyar kir ku wan li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî xwe bi rêxistin kirine û wiha domand: "Rêxistina Kongreya Star li herêma Şehba, Firat û Cizîrê hatiye avakirin. Li van herêman bi dehan sazî û navendên Kongreya Star û rehendên wê hatine avakirin. Her wiha ji bo berfirehkirinê, me xebatên xwe li Heleb û Şamê jî bi rêxistin kirine. Her wiha li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî xwe bi rêxistin kiriye. Em wek Kongreya Star li ser bingeha xwegihîştandina tevahî jinan xwe bi rêxistin dikin. Bi riya meclisan em digihîjin tevahî jinan, wan perwerde dikin û zanista wan bilind dikin. Jin bi rengekî berfireh, hezkirineke mezin û moralek xurt li tevahî bajar û welatan kar û xebatên xwe dimeşînin û bi çanda neteweya demokratîk dijîn."
"Sira şoreşa jinan, avakirina şoreşa jinan a di nava şoreşê de bû"
Rihan Loqo herî dawî hemû cangoriyên jin ên ku ji bo doza jinan jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha bi dawî kir: "Her kesê meraq dikir ku sira şoreşa Rojava çi bû, sira şoreşa jinan, avakirina şoreşa jinan di şoreşê de bû. Di hundirê şoreşa Rojava de şoreşa jinan hat avakirin. Kongreya Star pêşengî ji tevahî sazî, rêxistina jinan, malbat û civakê re kir. Em tevahî şehîdên ku ji bo vê dozê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Soza me ew e ku em ê li ser riya şehîdan bimeşin û danasîna qehremanên xwe bikin. Bi heqîqeta ku bi fedakarî û fedaî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, ji bo avakirina civakek azad û malbatek azad hatiye avakirin, em ê her têbikoşin. Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Leyla Agirî, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Zehra Berkel û bi dehan jinan canê xwe feda kirin em ê li pey şopa wan bin û xebateke mezin û berfireh bi rihê wan pêk bînin. Em ê hemû jinan hembêz bikin û destên xwe bidin hev, rêxistin û hevgirtina xwe xurt û geş bikin."
Sibê: komîteya perwerde