"Keça Dêrsimê Sakîne Cansiz xeta têkoşînê li pêşiya me jinan vekir "

Rêveberiya Buroya jinan a PYD’ê ya navçeya Qinê Naz Mihemed Elî, bi boneya komkûjiya Parîsê wiha got: "Sakîne Cansiz û rêhevalên wê mohra xwe li dîrokê de dan, bi vê têkoşîna xwe hiştin ku bi hezaran jin xebatên wan bidomînin."

DILÛCAN BOZÎ
Kobanê – Tirsa herî mezin ê mêr-dewlet û hişmendiya faşîzmê, jin e. Ji ber ku jin di tevahiya dîrokê de him ji bo pêşketina civakek azad, exlaqî û polîtîk têkoşiyane. Bi taybetî ji bo welatek mîna Kurdistanê ku şer û dagirkeriya bê rawestan li ser tê ferzkirin, jinên ku bi fikr û ramanên hebûn-xwebûnê xwe afirandine û pêşengiya têkoşîna azadiya jin û gelê Kurd dimeşînin; ev rewşa tirsê ya hêzên faşîst û dagirker hîn kûrtir dibe. Mînaka vê ya herî şênber jî komkûjiya Parîsê ya di sala 2013’an de ji aliyê MIT’ê dewleta Tirk a faşîst bi qetilkirina sê jinên sosyalîst, şoreşger û pêşeng hat pêkanîn e. 
Di Çilêya 2013’an de li Bûroya Enformasyona Kurdistanê, sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz (Sara) a afirînera tevgera azadiya Kurdistanê, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi awayekî tolgirtina ji jinên azad û ramanên azadiyê, ji aliyê tetîkeşê MIT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Qetilkirina her sê jinên şoreşger li seranserê Kurdistan û tevahî cîhanê deng veda. Kujerê jinên azad Omer Guney piştî lêkolînê hat girtin û diyar bû ku ev komkûjî yekser ji aliyê MIT’ê Tirk ve hatiye pêkanîn. Lê piştî demekî kin a girtina Omer Guney ji bo hêzên veşartî yên pişt vê komployê neyên eşkerekirin Omer Guney bi awayekî bi gûman li girtîgehê mirî hat dîtin. Her çiqas dewletên navnetewî yên hevkarên dewleta tirkiyê bixwazibin vê dozê bigrin jî rêxistinên jin dest ji vê dozê bernadin. Tevgerên jinan û tevgerên Kurd komkujiya Parîsê weke lingê komploya 9’ê Cotmehê digrin dest û têkoşîna vala derxistina komployên li ser jinan tên dayîn. Piştî komkujiyê her sê jinên pêşeng, şoreşger û siyasetmedar bi merasîmên girseyî li deverên cuda hatin oxirkirin.
Mêr-dewlet di her demekê de pêşengên jin dikin hedefa êrişên xwe
Aqil û hişmendiya mêr-dewletê yê fêm nake ku lêgerînvanên azadiyê bi kûştinê namirin û berevajî her zindî, çalak û zêdetir dibin vê carê jî li cihên cûda yên berxwedanên azadiyê lê bilind dibû pêşengên civaka exlaqî û polîtîk, têkoşerên jin hedef girtin. Yek ji komkûjiyên ku li hemberî jinên Kurd ên pêşeng, ji aliyê dewleta Tirk a xwedî feraseta qirkirinê ve hatiye pêkanîn Silopî ye. Li Navçeya Silopî ya girêdayî Şirnax’ê 3'ê jinên Kurd yên pêşeng hatin qetilkirin. Di 14’ê Kanûna 2015 de dewleta Tirk li bajarê Silopî û Cizîrê qedexeya derketina derve ragihandin. Di van deman de li gelek deverên Bakurê Kurdistan’ê jin, ciwan û gel hatin girtin, binçavkirin û bi rêbazên cûda hatin qetilkirin. Weke berdewama komkûjiya Parîsê vê carê jî dewleta Tirk li Kurdistanê sê jinên din yên pêşengên gelan, Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'e Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakize Nayır, di 4'ê Çileya 2016'an de bi guleyên ji wesayeta zirxî ya dewleta Tirk hatin berdan, qetil kir.
Bi salan e kujerên jinan li ser kar in û nayên darizandin
Li gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê di 23'ê Hezîrana 2020’an de dewleta Tirk bi balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek (SIHA) komkûjiyeke din li hemberî pêşengên jinan pêk anîn. Di encama vê êrişa pilankirî de Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya navçeya Şêranê ya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Mihemed Wêsî jiyana xwe ji dest dan. Di her demekê de êrişkar û qatîlê jinan dewleta Tirk pilanên xwe yên qirêj dubare dike. Li hemberî her cure êrişan jinên Kurd li qadan û di nava tevgerên azadiyê de li ser linga ne û soza serkeftinê didin hemzayendên xwe. Bi boneya 10'emîn salvegera komkujiya Parîsê Rêveberiya Buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Qinê Naz Mihemed Elî ji ajansa mere axivî.
"Pilanên komkujiya Parîsê bi ser neket"
Naz Mihemed di destpêka axaftina xwe de behsa kesayeta her sê jinên şoreşger kir û wiha axivî: "Komkûjiya Parîsê bi awayekî pilankirî hat meşandin, armanca vê komkûjiyê têkbirina tevgerên jin bû, lê pilanên wan bi ser neket. Di heman demê de armanca komkûjiya ku li Parîs a paytexta Fransayê hatiye kirin, di kesayetiya jinên azad ên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de têkbirina tevgerên jinan û bê vîn hiştina jinan e. Her sê jinên pêşeng di her kêliya jiyana xwe de li pêye damezrandin û pirojeyên jiyana civakek azad, wekhev û demokratîk dimeşiyan û meşa wan heya vê kêliyê jî didome. Dewletên desthiladar û faşîst wek dewleta Tirk û hevkarên wî her tim jina ku li dijî polîtîqaya wan a qirêj serî hildide û têkoşîn dike ew jin tê binçavkirin, an jî kûştin. Komkûjiya Parîsê ya di 9'ê Çileya 2013'an de pêk hat ne tesaduf bû, bê guman ev komkûjî ji milê dagirkeran ve pilankirî bû. Di her komkûjiyekî de dewletên dagirker bi awayek pilankirî êrişî jinan dikin, nimûne weke komkûjiya Silopî, Parîs û Hêlincê. Dema mirov behsa têkoşer Sakîne Cansiz û rê hevalên wê bike, divê li dîrokê vegere, yê ku ronahî li pêşiya jinan vekir, pêşenga jina azad Sakîne bû. Mirov dikare hin berxwedaniyên wê bîne ziman, çawa di nav girtîgehên dewleta Tirk de cesaret kir ku li berxwe bide û teslîmiyetê û ixanetê nepêjirîne. Ji ber wê demê jin nedikarî li beramberî civakê serî hilde, lê ew li beramberî dewleteke ku tu sînoran û hovîtiyan nas neke, serî rakir."
"Sakîne rê li pêşiya jinan vekir û xeta azadiyê nîşanî me da"
Naz di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku bi pêşengtiya her sê jinên şoreşger jin bûne xwedî vîn û wiha dom kir: "Sakîne bi îsrara xwe dîwarên zindana hilweşand, li beramberî hemû cureyên qirêj yê dewleta Tirk serî rakir û koletiyê qebûl nekir. Bi hevalên xwe re got em serî didin û em sir nadin. Têkoşînê tevgera jinê bi wê xûrt bû, li cîhanê deng veda. Piştî wê berxwedanê bi hezaran jin beşdarî vê tevgerê bûn, em vê yekê wek nûmune ji xwe re digrin dest. Jinên ku dixwazin jinan ji bin zextê û koletiyê derxînin, têdikoşin. Ji lewra her tim jin dibin armanca dewleta Tirk û hevkarên wî. Dewleteke wek Fransa ku ev komkujî pêk bê û hesab ji kujer neyê xwestin, nîşan dide ku li peyî vê pilaneke heye û destê wan jî di vê komkûjiyê de heye. Her kes dizane ku bi destê MIT'a Tirk ev komkûjî pêk hat. Ji ber ku her sê jinên şoreşger dixwestin civakê zana bikin û xwe bi rêxistin bikin, bûn hedefa dijmin. Êrişên dijmin her tim li ser jinan heye. Hemû şoreş bi pêşengiya jinan pêk tên. Bi taybet tevgera azadiya Kurd ku bi pêşengiya jina tê meşandin û ji hemû pêkhateyên civakê beşdarbûna vê tevgerê heye.  Jinên ku êdî zana bûye ango dixwaze xwe ji zext, koletî û feqîrtiya mêjî derxîne berê xwe dide vê rêxistinê. Diyar e ku dijmin ji vîna jin ditirse, lewra jinan dike hedef.”
“Jin vîna xwe ji têkoşînê digre”
Naz di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ne komkûjî û ne jî hişmendiya mêr-dewletê wê nikaribe rê li pêşiya têkoşîna me bigre û wiha bi dawî kir: “Di her demê de bi destê dewleta Tirk bi rêbazên cûda komkûjiyên pêşengên jinan tên domandin. Dewletekî ku ji hêza jinan bitirse, bê guman wê di her kêlî û firsendê de hewil bide ku jinan tune bike û pêşengên jinan qetil bike. Dewletên dagirker di her demekî de hewil dide ku jinên xwe nas dike û pêşengiya jinan û civaka azad dike, tûne bike. Ew jinên pêşeng dikin armanc û bi rêbazên herî xirab yên dijî mirovahiyê li ser kesayeta wan jinan êriş pêk tînin. Di van her sê komkujiyan de 9 jinên pêşengên civakê hatin qetilkirin, lê em dibêjin ku têkoşîna jinan bê navber didome wê bidome jî. Yek ji dewletên herî zêde dijiminatiya jinan dike û hemû mafê jinan bin pê dike, dewleta Tirk e. Weke me li jor jî da diyarkirin, armanca vê komkûjiyê tûnekirin û şikandina vîna jinan bû. Lê pilanên dagirkeran bi ser neketin, jin di her kêliyê de zêdetir xwedî li têkoşîn û tevgerên xwe derketin û wê têkoşîna tevahî jinên pêşeng û cangoriyên azadiyê bê navber bidome. Ne tenê jinên Kurd dibin armaca dewleta Tirk, jina ku li hemberî hişmendiya dewleta Tirk ango dijminên jinan têbikoşe, ferq nake ku jin ji kijan pêkhateyî ye, ji hemû pêkhateyan jin tên kuştin. Li herêmên Ereban jî êdî jin rola xwe di nav saziyên jin de dilîze û dixwaze wek jineke pêşeng be. Li vir diyar dibe ku êdî jinên ji pêkhateyên cuda jî dixwazin şopa Sara, Leyla, Fîdan, Sêvê, Pakize, Fatma, Zehra, Hevrîn û bi hezaran wek van jinan bişopînin. Em hemû jin şopdarên Sara, Leyla û Fîdanan in û em ê di her kêliyê de têkoşîna xwe xirtir bikin û bibin xwedî hêza bingehîn a Sarayan."