Li Stenbolê Sebahattîn hevjîna xwe qetil kir

Kujerê binavê Sebahatîn Can ê xebatkarê agirkujiyê yê şaredariyê bû hevjîna xwe Melîke Can qetil kir.

 

Stenbol- Xebatkarê agirkujiya Şaredariya Esendera Stenbolê Sebahattîn Can ê 36 salî hevjîna xwe Melîke Can a 28 salî kuşt. Kujer Sebahattîn Can pişt re derket derve û bi dengê bilind got: “Min hevjîna xwe kuşt li polîsan bigerin.” Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Heta ekîb gihan ser cenaze tespît kirin ku Melîke Can jiyana xwe ji dest daye. 
Kujer hat binçavkirin û sewqî edliyeyê hat kirin.