Di nexweşxaneyek taybet de hemşîreyek hat kuştin

Li bajarê Dar EL-Beyda yê Mexribê, jinek hemşîre ya ku di nexweşxaneyek taybet de kar dikir ji aliyê kesek 40 salî ve hat qetilkirin.

HENAN HARIT
Mexrib- Endamên hêza polîsan ên dadwerî li devera ewlehiya Anfa li Dar EL-Bedya xebatkarek 47 salî yê di pargîdaniya bazirganî de bi gumana ku tewanên lêdanê kiriye û bi karanîna çeka spî ya ku dibe sedema mirina kesan hat binçavkirin.
Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Neteweyî diyar kir ku li gorî agahdariya destpêkê ya lêkolînê, tewanbar bi çekê êrîşî hemşîreya 34 salî ya ku di nexweşxaneyek taybet a Dar EL-Beyda dixebitî kir. Polîsan dan zanîn ku ev bûyer ji ber nakokiyên kesane yên di navbera wan de pêk hat. Endamên malbata mexdûrê ku hatin cihê bûyerê û hevalên wê yên ku bi wê re di nexweşxaneya taybet de dixebitîn, di rûyê wan de tirs û xofek mezin hebû.
Piştî nîqaşê wê qetil kir
Şahideke bûyerê ya 20 salî ji ajansa me re wiha got: “Min texmîn nedikir ku bûyerên bi vî rengî di hundirê saziyên giştî de ku divê tê de parastin û ewlehî hebe rû bidin. Min dît êrîşkar dikeve nexweşxaneyê û ew di rewşek histerîkî de ye ku bi mexdûr re diaxivî lê min texmîn nedikir ku wê ev nîqaş bi kuştinê biqede.
Tewanbar di rewşa hêrs û qîrînê de telefonê şikand, ev jî bû sedem ku hîn zêdetir bala hemû kesên heyî bikşîne ser hûrguliyên ku diqewimin û ji nişka ve kêr derxist ew jî bû sedema xof û tirsek mezin. Ji ber vê yekê mexdûr hewl da bireve lê belê wî çend caran bi kêrê li stûyê wê xist û ew di nava xwînê de li erdê ket. Piştre ew birin nexweşxaneya zanîngehî Ibnbn Ruşd lê li wir jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kesê beşdarî vê dozê bû di bin çavdêriya teorîkî de li ber destê lêpirsîna dadrêsî ya ku ji hêla Dozgeriya Komarê ya pêwendîdar ve tê çavdêrîkirin e, ew jî ji bo diyarkirina hemû rewş û sedemên pêkanîna sûcan e.