Li Sanayê cînayetek din a bi navê “namûsê”

Li Yemenê parazvanên mafên mirovan ên Yemenî û hejmarek pêşengên medya dijîtal kampanyayek ji bo parastina qurbaniyên nû yên di bin navê “namûsê” dan destpêkirin.

 
NÛR SURIB
Yemen- Li Yemenê parazvanên mafên mirovan ên Yemenê û hejmarek pêşengên medya dijîtal kampanyayek parêzvaniyê ji bo qurbaniyên nû yên “namûsê” dan destpêkirin û bi dehan kes li ser kuştina jina ciwan Shorouk Ahmed Manea a ku li paytext Sana dijî, nivîsandin. 
26’ê Îlonê roja Yekşemê, bajarê Sana bû şahidê kuştina jina ciwan Shorouk Manea ya 23 salî. Birayên wî û pismamên jina ciwan, bi hinceta "parastina namûse" xeniqandin. Jina ciwan li Parêzgeha Dhamar a bakurê Sanayê hat veşartin.
Detayên bi şok
Siyasetmedar û rojnamevanê Yemenî Ali al-Bakhiti, yekemîn kesê ku zelalbûn da ser sûcê kuştinê û got: "Birayên jina ciwan, xwişka xwe ji dayika xwe veqetandin û ew di odeyek de girtin, dûre bêyî ku îtiraza qanûnî werin çêkirin ew kuştine û ji bo cenazeyê wê veşêrin ber bi gundê wê Dhamarê ve birin.
Bangewazî û daxwaz
Seroka Weqfa Çavdêriya Mafên Mirovan Anis El-Shareq di daxuyaniya ku ji ajansa me re kir de wiha got: "Em ji nebûna dewletê, bihêzkirina çekdaran û adetên eşîretî yên neheq û bertekdar êşê dikşînin. Yên ku li ser Shroukê qewimî sûcek giran e ku li herêmên cuda tê dubarekirin. Qanûn kuştinê di bin navê namûsê de sûc nabîne ku kujer ji ber kuştina giyana bêguneh cezayê darvekirinê lê bigire. Ez bi taybetî jin û tevli hemû dengên ku parastina mafên mirovan dikin cih digrim, ez daxwaz dikim ku kujer bên darizandin. Tiştê ku wan kirine sûcê kuştinê ye lê em bi felaketek din re rû bi rû ne ku ew jî binpêkirina qanûnê ye."
“Ev qanûn xizmeta kevnoşopiyên eşîrî dikin”
Anis El-Shareq axaftina wiha xwe domand: "Ji ber vê yekê divê em guheztina destûr û zagona Yemenê ya ku niha di meriyetê de ye bixwazin, ji ber ku ew hevparê beratkirina kujeran e.
Ev qanûn xizmeta kevnoşopiyên eşîrî yên bertekdar û ne dadmend dike, ew jî ji ber hebûna qanûndarên li Civata Nûneran ên girdayî jîngeha paşverû ya civaka Yemenê ne ye." 
Anis EL-Shareq bal kişand ku ger em dixwazin li kêleka mexdûran bisekinin divê em hemû hincetên ku dibin sûc û rê didin kuştina jinan bi rengek dadperwerî were dîtin. Ewlehiya jinan tenê bi qanûnek dadmend a ku cudakariya zayendî red dike û mafê jiyanê ji jin û mêran re diparêze bê cudahî û bê hincet tê misogerkirin."
Kampanya parastinê ya di bin hashtaga Shorouk Ahmed de li ser medyaya dijîtal bêyî ku tu tevgerên ewlehî û dadwerî li ser herêma Sanaa yan jî herêma Dhamar tu muamleme werin kirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.