Ji xwarinên kurdewarî nanê heft tewkê

Dayika Ferîda Reşîd ya ji bajarê Qamişlo derbarê xwarina nanê heft tewkê de dibêje ku ew xwarineke kurdewarî û gelerî ye û feydeyên wê yên tenduristî hene, di heman demê de daxwaz kir ku xwarinên wiha winda nebin ji ber ku ev xwarin çand û şaristaniya gelê herêmê temsîl dike.

Dayika Ferîda Reşîd ya ji bajarê Qamişlo derbarê xwarina nanê heft tewkê de dibêje ku ew xwarineke kurdewarî  û gelerî ye û feydeyên wê yên tenduristî hene, di heman demê de daxwaz kir ku xwarinên wiha winda nebin ji ber ku ev xwarin çand û şaristaniya gelê herêmê temsîl dike.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Xwarinên gelerî sembola her welatî ne û ew ne tenê mijarek tama xweş e, ji ber ew xwarinên navdar wekî adet û kevneşopiyên ku çand û şaristaniya herêmê didin têne hesibandin. Rojhilata Navîn bi xwarinên gelerî yên cihêreng ên ku her welatek bi wan navdar e, dewlemend e. Heger em  xwarinên gelerî binirxînin, em ê bibînin ku ew bi tiştên ku xweza hilberîne û bi destên jinan têne çêkirin ve girêdayî ye û sûd û feydeyên herî mezin di nav xwe de dihewîne. Her wiha dibe ku di gelek caran de, civak û herêm xwarin û şêwazawê ji hev fêr bibin ji ber ku ti bendên erdnîgarî yên girêdayî adet û kevneşopiyan nîn in ku li pêşiya belavkirina van xwarinan bisekin in. Yek ji xwarinên kurdewarî û navdar ku heta roja îro cihê xwe diparêz e, Nanê Heft Tewkê ye ku ji ard, av,rûn û car caran şekir pêk te û di nav gelê Rojavayê Kurdistanê de navdar e. Da ku em hîn zêdetir çand, şêwaz û feydeyên vê xwarinê nas bikin,  
jina bi navê Ferîda Reşîd ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi temenê xwe 64 salî nêrîna xwe parve kir.
“Xwarinên berê yên gelerî bi sûd û tendurist bûn”
Ferîda dibêje xwarinên berê sûd werdigirtin û bi tendurist bûn û wiha dest pê kir: “Di demên berê de, xwarinên sivik û hazir nebûn, hemû xwarinê me li ser destên me dihatin çêkirin. Me gelek xwarinên kurdewarî wekî Nanê Tenûrê, Nanê Heft Tewkê, Qelyê, Savar, Keçelok, Mehîr û gelek xwarinên din yên cuda çêdikirin. Xweşbûna xwarinên berê pirtir e berevajî xwarinên dema anha, ji ber ku hemû li ser destên me dihatin çêkirin û bi qewetir bûn. Xwarinên niha hemû dermanên kîmyewî di nav de ne, her wiha xwarinên berê yên gelêrî sûd werdigirtin û tendurist bûn. di dema me de demsala xwarinan hebûn û me bi miqdarên mezin çêdikir û dihêland. Tu kes bi nexweşiyên giran nediketin ji ber ku hemû xwarin bi feydeyek mezin bûn û materyalên ku tevlî wan dibûn saxlem bûn. Lê di dema niha de kesên ciwan di temenekî biçûk de bê hêz dibin û laşê wan lawaz dibe."
Nanê heft tewkê çawa çêdibe?
Ferîda şêwaz û awayê çêkirina Nanê Heft Tewkê wiha parve kir: “Heft Tewkê ya zemanê berê ye û xwarinek gelêrî ye, ji weztê ku min bîra dunayayê biriye û ev xwarin tê bîra min û dihat çêkirin û çêkirina wê jî taybetmendiyeke wê heye ku destpêkê arde li gorî kufletê malê tê hazirkirin, paşê av û xwêy tevlî dibe û tê tevlîhevkirin heta baş xwe hev bigre û demekê rehet dibe. Paşê jî rûn tevlî dibe û mirov wî hevîrê Heft Tewkê dideynê li ser sêlê. Gelek caran jî li ser paşîvan dihat xwarin, hinek kesan dimis tevlî nan dikir yan jî hingiv li gorî kêfa kesê ku ji xwe re çêdikir. Heft Tewkê xwarineke pir bi nirx û qîmete, ev xwarin ji mêvanên bi qedir û pabilind re dihat çêkirin."
“Xwarinên gelerî çanda me temsîl dike”
Ferîda di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji ciwanan kir ku rê li pêşiya windakirina xwarinên kurdewarî  venekin û wiha bi dawî kir: “Li ber tenûrê me civat avadikir û em hemû li hev diciviyan û me nan li tenûrê dida û me bi kêfxweşî dixwar.  Lê di dema îro de gelek kes û bi taybet ciwan, ji xwarinên wiha heznakin û berê xwe didin xwarinên amade, tevî ku hemû dermanên kîmyewî ne jî  lê dîsa jî bala wan dikişînin. Ez naxwazim ku xwarinên me yên berê winda bibin ji ber ku ew pir pîrozin û çand û şaristaniya herêmê nîşan didin."