Nobeta “edaletê” di roja 203’an de ne

Nobeta "Edaletê" ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, di roja 203'an de didome. Malbatê got: “Em tenê dixwazin qanûnên ku hene werin pêkanîn.”

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 203’an de berdewam dike. Dê malbat ji bo girtina pankart û dovîzên ji aliyê polîsan ve hatîn desteserkirin serî li Emniyeta Miduriyeta Rihayê bide.
Malbatê li ser hesabê xwe ya medya yê ev peyam parve kir: “Dayikek ji ber pergala edaletê ya ku pêk neyê 203 roj in li pêş deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kesek nikare li hember daxwazeke wisa samîmî û zelal bisekine. Em tenê dixwazin qanûnên ku hene werin pêkanîn.”