Seroka yekemîn a Yekitiya Jinên Yemenê jiyana xwe ji dest da

Yemen ji ber nûçeya mirina pêşenga tevgera femînîst û yek ji têkoşerên jin ên herî navdar, Aisha Mohsen Qasim Al-Khaili, piştî têkoşîna bi nexweşiyê re li navenda eyaleta Sheffield a Brîtanyayê hejiya.

NÛR SIRÎB
Yemen- Aisha Mohsen li bajarê Aden li başûrê Yemenê ji dayik bûye û li wê derê mezin bû. Komara ku piştî serxwebûna ji kolonyalîzma Brîtanyayê hat damezrandin, wê di nav keçên mîlîtan ên ku dijberî kolonyalîzma Brîtanî li ber xwe dan dide da naskirin. Ew beşdarî şoreşa 14’ê Cotmehê bû, dûre jî di pêkanîna ramana afirandina yekbûnek femînîst de ku daxwazên jinan hilgirin beşdar bû û piştî bidawîkirina xebatê û lidarxistina yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Yemenê, ew bû yekem seroka hilbijêr ji girseyên femînîst ên ku beşdarî konfêransê bûn. Di 1974’an de li Parêzgeha Hadhramaut li Seiyun pêk hat û di salên heftê û heştêyî yên sedsala borî de serokatiya yekitiyê kir. Di heman demê de di warê hînkirinê de xebitî û beşdarî ronesansa pratîkî û zanistî bû ku hebûna keçan zêde kir û jinan di warên cihêreng ên jiyanê de bi hêz kir ew jî di geşkirina rola Yekitiya Jinên Yemenî de bû. Wê her wiha çend wezîfe girtin, di nav de sekretera Encumena Niştimanî ya Aştî û Piştevaniyê û sekretera Komîteya Navendî ku komîteya siyasî bû ku li başûrê Yemenê welat birêve dibir. Bi xirabûna tenduristiya wê û têkçûna gurçikan, wê koçî derveyî welat kir.
Nûçeya wefata çirûska tevgera femînîst
Di daxuyaniyek ji ajansa me re, Amna Mohsen, yek ji jinên ku yekitî damezrandiye û niha seroka Yekitiya Jinên Yemenê ye, Şaxê Abyan, got: "Bi xemgîniyek mezin, min nûçeya mirina seroka yekem a yekitiyê li başûrê Yemenê li Komara Demokratîk a Gel a Yemenê pêşwazî kir. Aisha Mohsen bi salan rêhevala têkoşînê bû ku li dijî hebûna kolonyalîzma Brîtanî bû, wê hingê wê wezîfeya serokatiya yekitiyê bi tevahî girt û di konferansa 1974’an de hat hilbijartin. Ew roj tên bîra min û taybetmendiyên wan ji hişê min dernakevin. Me bi hev re kar kir da ku em jinan bi hêz bikin û me ji serokatiya dewletê ya li başûrê Yemenê ku piştgirî dide hêzdarkirina jinan piştgirî girt."
Amna Mohsen wekî "şervan û kesayetek mezin, hevalek ezîz” bi nav ki  û got: "Tevî nexweşiya xwe û şert û mercên ku ew mecbûr kir ku ji welat derkeve, her pêwendî bi min re datanî. Bi rastî, bi çûyîna wê re, me findeke ku çirûska wê di jiyana bi hezaran jinan de heye winda kir. Jinên ku piştî çalakirina xebata Yekitiya Jinên Yemenî fêr bûn û di wezîfeyên cihêreng de xebitîn hene. Yanî em dikarin bêjin ku ew finda tevgera femînîst e. Hemû peyvên şînê jî dê hestên min ên xemgîn ên der barê mirina hevrêyek di têkoşînê û hevalek têkoşîna femînîst de nikaribin vebêjin." 
Peyamên sersaxiyê şandin
Li aliyê din siyasetmedarê Yemenî û sefîrê Yemenê Neteweyeyên Yekbûyî Brîtanya, Yasîn Seîd Noman, got: "Aisha Mohsen yek ji têkoşerên ji bo azadî û mafên jinên Yemenî bû û ew bi pozîsyonên ku dilsoziyek prensîbî ji bo rola jinan di jiyana siyasî, civakî û avakirina dewletê de dihat naskirin."
Her wiha Seroka Yekitiya Jinên Yemenê li Adenê, Fatima Merisi û bi dehan siyasetmedar û serokên dewletê ji kur û malbatên pêşenga femînîst Aisha Mohsen al-Khali re peyamên sersaxiyê şandin.