Li Helepçe cara yeke di baxê Rûxweşê de muz çêbûn

Rûxweş Salih Arif a li Helepçe xwediyê mala herî şîne heya niha ji ber jîngeparêziya xwe gelek xelat girtiye.

MÊHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe– Ji jinên jîngehparêzên Helepçe Rûxweş Salih Arif a runiştvana gundê Ebabeyliye ye xemlek daye baxê ber derê xwe ku mirov ji dîtina wê têr nabe. Ji rengîniya gulan û dewlemendiya fêkiyan mirov nikare derbas bibe û serdanê neke. Rêxistinên jingeparêzên Suwêdî di sala borî de xelata mala di asta herêmê de herî şîn dan mala Rûxweşê. Dayika pênc zarokan Rûxweş a di dema kîmayabaranê de hevjînê xwe windakiriye da zanîn ku ew weke zarokên xwe ber xemla nava baxê xwe jî dikeve.
“Keda hevjînê min jî di  vî baxî de heye”
Rûxweşa jingeparêz diyar kir ku dema ew hatine li vê malê bicîhbûne tişek bi navê şînkahî li ber derî nebûye û piştî dû salan dest bi karê çandinê kirin. Rûxweş da zanîn ku hevjinê wê gelek ji şinatiyan hez dikir û her duyan bi hev re dar çandin û wiha domand: “Min soz daye ku ez li baxçe temaşe bikim û ji bo berdewamiya wê zarokên xwe jî perwerde bikim. Ger rojekê ez baxçê xwe av nedim wijdana min rihet nabe. Ji bo avdana baxçê xwe ez ava bîra mala xwe bi kar tînim, ava bi kolor ji bo avdanê ez bi kar naynim. Ez gelek ji baxçeyê xwe hez dikim, ji ber wê hertim ez xizmetê dikim.”
“Li Helepçe cara yekê di baxçê me de muz çêbû”
Rûxweş bi eşqek mezin behsa fêkiyên ku di baxçê wê de berhem dane dike û dibêje: “Di hewşa me de dara lîmon û pirteqalan heye. Li Helepçe mala me mala yekê bû ku dibaxçê me de muz çêbû. Di baxçê me de muz, hinar, pirteqal, lîmon, tirê û hêjir hene.”