Xwendekarên zanîngehên Filistînê ji ber bêderfetiya aboriyê nikarin bixwînin

Xwendekarên zanîngehên Filistînê ji ber mercên aboriyê nikarin xwendina xwe dewam bikin ji ber wê jî dev ji xwendinê berdidin. Jinên ciwan ên dev ji xwendinê berdane diyar kirin ku ew li benda lîkariyê ne ku bikarin li gorî beşê dixwazin bixwînin û bikarin di pêşerojê de xizmeta civaka xwe bikin.

REFÎF ÎSLIM
Xeza- Ji ber qeyîrana aboriyê welatiyên xezayê nikarin debara xwe bikin. Ev rewşa heyî bandorê li xwendinê jî dike, herî zêde xwendekarên zanîngehê ji vê rewşê bandor bidin û nikarin bixwînin.
Xwendekara bi pileya ji sedî 99 dibistana amadeyî qedandiye Suha Mehmûd da zanîn ku malbata wê ya debara xwe li ser çandiniyê dikin li gundewarên Xezayê dijîn, her çendî ji wan deveran xwe gihandina dibistanê zor jî be ji ber ji xwendinê heskiriye şertên zor nekariye pêşiya wê bigire. Suha Mehmûd anî ziman ku pêdiviya wan  weke xwendekarên Xezayê yên dibistana amadeyî qedandine û dixwezin zanîngehê bixwînin bi piştevaniyek aboriyê heye ku bikarin xeyalên xwe bikin rastî û di pêşerojê de xizmeta civaka xwe bikin. Suha Mehmûd bilêv kir ku ger alîkariya wan neyê kirin dê neçarbin li malê runin, ji ber derfetê malbata wan nîne wan bidin xwendin.
Tasneem El-Qetawî, a 23 salî, ya li Fakulteya Agahdariyê ya Zanîngeha Filistînê dixwend dev ji xewna xwe ya li pêş kamerayê axaftinê berda. Ew difikire ku ev xewin bêkêr e ji ber zanîngehên Filistînê bi xwendekaran wekî amûrekê danûstandinê dikin. Taseem El-Qetawî diyar kir ku derxistina xwendekaran ji salonan an nehiştina wan ji bo beşdariya mijarên pratîkî bû sedem ku ew dev ji xwendina xwe berde. 
Tasneem El-Qetawî tengaviyên xwendekarên zanîngehên Filistînê di aliyê aborî de jî dibînin wiha ani ziman: "Zanîngehên Filistînî beşek ji civakê ne û ew berpirsiyar in ku di bin şert û mercên aborî de piştgiriyê bidin mirovên xwe yên di qeyîranên dijwar û dubare yên ku Xeza tê re derbas dibe. Wan tenê dest danî ser rêbaza kevneşopî ya hînkirinê, ya ku ji xwendekar û peyama medyayê re xizmet nake.”
Tasneem El-Qetawî dema di rê de  rastî deriyê zanîngehê tê hîn jî bi poşmanî li deriyên wê dinêre. Tasneem El-Qetawî destnîşan kir ku ger wê kesek bidîta alîkariya wê bike û xercan bide, ango ger rêveberiya zanîngehê zext li ser wê nekiriba, wê dev ji zanîngehê berneda û xwendina xwe temam bikira, ew ê karibûya bibûya rojnameger li şûna ku li rojnamevanan temaşe bike. 
Sarah Al-Saeed 22 salî jî her serê sala xwendinê tirsa ji dibistanê dur ketinê dijî dibêje: "Xwendina bijîşkiya diranan li Xezayê pir biha ye. Ji ber ji xwendekar tê xwestin ku alav û amûran bîne berî destpêkirina werzê, wekî din rêveberiya zanîngehê nahêle ku bijîşk bikevin hundur. Li koleja tibê tiştek zêde nayê kirin, ji ber ku bexşîn an kêmkirina xercên ku têne dayîn tune, ji ber vê yekê ew bi tirsa xwe re rû bi rû dimîne. Ya ku li zanîngehên Filistînê diqewime neheqi ye.”
Sarah Al-Saeed da zanîn ku rewşa darayî ya malbata wê destneda ew têkeve warê bijîşkiyê, lê wê nikari bû dev ji xewna xwe ya doktoriyê berde û biryar da ku nekeve pisporiyek din û li malê rune heya ku xwişkên wê jê re surprîzek bikin ku bikare beşa bijîşkiyê ya xewna wê ye bixwîne.