Bi ta û rengan tabloyan dixemilîne

Mûdan Îbrahîm a 25 salî, bi keda destên xwe tabloyan bi qumaş û rengan dixemilîne. Mûdan da zanîn ku tabloyên ku bi ta û rengan çêdike karekî taybet e.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Emroidery, hunera xemilandina bi pêlê li ser kinc ango materyalên wekhev e ku bi derzî û têlikdirûnê pêk tê. Her wiha Emroidery qalibên xemilandinê yên bêdawî diafrîne. Di heman demê de bi têl û derziyên cur be cur û di mezinahiyêni cuda de tê bikaranîn. Xemilandin yek ji kevintirîn hunera jinan e û di şaristaniya kevin de hatiye bikaranîn û di roja me ya îro de bala zêde dikişîne. Mûdan Îbrahîm ji bajarê Qamişloyê ye û 25 salî ye. Mûdan bi şêwazekî nû Emroidery ku bi destên xwe yên kedkar tablo û qumaşan dixemilîne. Mûdan têkildarî karê xwe nêrîna xwe parve kir. 
"Cudahî û hezkirina vê karî heye"
Mûdan got ku ji hunerê hez dike û got: “Ji zaroktiya xwe ve ez wêneyan xêz dikim, nêzî saleke min dest bi karên destan kir û qumaşan dixemilînim. Ez vî karî wekî xebateke ji bo kêfê dihesibînim. Ez vî karî onlayn fêr bûm, min li vîdyoyan temaşe kir, ji ber ku tiştên wiha li bajarê me pir kêm e. Di destpêkê de kesên derdor hemûyan destek dan min lê yê herî zêde moral û pişgirtî dida min, hevriyê min bû. Tiştê ku min bi vî karî ve kişand ev e ku ev karek taybet e û hindik kes wê dikin, di heman demê de ji ber ku ew ji destên westiyayî ye, ji vê yekê cudahî û hezkirina vî karî heye û min xwest ez dest bi vî karî bikim."
"Projeya min ne bazirganî ye"
Mûdan got ku projeya wê ne bazirganî ye û wiha pê de çû: "Ez gelek zehmetiyan di peydakirina pêdivî û materyalên wekî mijar, çarçove, tablo û rengên xêzkirinê  de dibînim, ji ber ku amûrên pêwîst li vir peyda nabin, ez neçar dibim ji Ewropayê bînim û heta ku digihîje min jî demek dirêj divê. Her wiha nirxên amûran jî bi dolar tê kirîn ji ber ji Ewropayê tên û ev yek jî dihêle ku tablo buha bin. Hinek kes nerazîbûna xwe diyar dikin lê heta ji destên min tê ez di buhayan de ji mirovan re rêz digrim û tevî ku carna zirar li min dibe jî lê ez kêfxweş dibim dema ez keyfxweşiyê dikim dilê mirovan de. Projeya min ne bazirganî ye, ez vê karî hez dikim û hunera min a esasî ye. Her wiha gelek kes li ser riya onlayn modelan ji min dixwazin û li gorî xwesteka wan ez çêdikim."
"Amûrên xemilandina destan û cureyên wê"
Mûdan qala amûrên destan û cureyên wê wiha dike: “Gelek cureyên xemilandinê hene, ji bo ku ez xemlê bigihîjînim, pêdivî bi kedekî mezin heye. Her wiha ji bo her dirûzê di xêzkirinê de û derdora wê û derketina wê de hûrgulî hewce dike, weke xemlên bingehîn û xemlên berazîlî. Di heman demê de gelek celebdûrin jî hene mîna panel daîreya ku dikare ji her dirêjahî û li her alî were çêkirin. Her wiha cureya bi navê daronî heye ku pêlên bi hev ve tên girêdan çêdike. Dawî jî xelekek heye ku hûn dikarin li ser kincê, bitêla herîşim û derziya herîşimê bixemilînin. Ji ber di derziya herîşimê de firehiyek mezin heye. Amûrên xemilandinê jî taybet in, navê wan jî têl ango mûçe û carna jî kincên saten. Derziyên xemilandinê li gorî qalindbûna têlê ne. Di çarçoveya dar ango plastîk de mezinahî û bilindahî heye."
"Daxwaza min ew e ku ez tabloyên xwe di pêşengehê de pêşkêş bikim"
Mûdan got ku dê di demên pêş de pêşangeheke xwe veke û wiha bi dawî kir: "Li gorî modêlan ez dirûnan dineqînim. Gerek tu bizanibî çawa amûran hibijêrî da ku bi demê re xira nebe. Li gorî xwesteka mirovan ez modêlan çêdikim û hewl didim kombînasyonek di navbera xêzkirinê û xemlandinê de çêbikim da ku bedewiyeke cuda bide tabloyê. Her wiha ez dixwazim di demên pêş de, pêşangeheke xwe li dar bixim û tabloyên xwe pêşkêş bikim da ku kesên din jî fêrî vî karî bibin."