Festîvala jinên ciwan ên Kobanê dawî bû

Festîvala jinên ciwanên Kobanê ya çandî bi xelatdayînê dawî bû. Jinên tevlî festîvalê bûn destnîşan kirin ku wê çanda resen ya jin bi riya jinên ciwan were geş kirin û parastin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê di bin silogana "Bi rengê jinên ciwan, em ê şoreşa çandî geş bikin" 3`emîn festîvala şehîd Stêrvan a jinên ciwan di nava du rojan de li darxist bidawîbû. Festîval di roja yekemîn de li nava daristana Kobanê bi çalakiyên hûnerî ji govend, stran, şano, helbest û wêneyan despê kir. Di roja duyemîn û dawî yê de jî çalakiyên werzîşê hat pêkêş kirin. Li ser vê bingehê bi sedan ji şêniyên Kobanê û jinên ciwan li lîstikgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê kombûn. Festîvalê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Pişt re lîstok û pêşbirka werzîşê ji pînkbok, kişandina werîs, hêk, çiwal, volîbol, biskilêt, şitrenc, fotbol û ekademiya bajarê Minbicê ya têkwandoyê hatin pêşkêş kirin. Jinên ku beşdarî festîvalê bûn nêrîn û kêfxweşiya xwe ji ajansa me re parve kirin.
"Parêzvaniya çandê erka me ciwanane"
Endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Nîroz Bozan behsa roja duyemîn ya festîvalê kir û got: "Me roja duyemîn ya festîvalê ji bo lîstok û pêşbirkên werzîşê veqetand. Li ser vê bingehê gelek lîstokên bi coş hatin lîstin. Em dixwezin bi riya vê festîvalê erk û bandora jinên ciwan di parastina çandê de diyar bikin. Dijminê gelê Kurd herî zêde çandê hedef digre, afrîner û parêzvana çandê jî jin e. Ji lewra weke jinên ciwan emê her sal vê festîvalê li darxin û çanda xwe geş bikin."
"Ez di pêşbirka çiwalan de me"
Her wiha Leyla Ehmed ku di pêşbirka çiwal de bi serket, kêfxweşiya serkeftinê wiha bilêv kir: "Dema ku min cara yekê ev lîstok lîst ez tê de bi serketim, ji ber vê ez hewil didim ku her tim bi serkevim. Îro jî ez gelek kêfxweşim ku xwesteka min bi cih hat. Komîteya amedekar xwestin ku ez cihê xwe di piskilêtanan de û pêşbirka hêkan de bigirm lê min qebûl nekir, ez pêşbirka çiwalan hez dikim ji ber vê ezê her tim bilîzim."
"Emê bi giyana ciwanî pêşengiya xabên çandî bikin"
Narîn Hemo ku di herdû rojên festîvalê de amedebû, behsa girîngî û rêxistibûna jinên ciwan kir û got: "Li darxistina vê festîvalê cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Rêber Apo dibêje me bi ciwantiyê destpê kir û emê bi ciwantiyê jî bi serkevin. Ji ber vê dema ku em pêşketin û gavên wiha di Kobanê de dibînin em gotina rêber Apo baştir fêm dikin û dikevin giraniya wê de. Li ser vê bingehê em îro bi rih û dilekî gerim beşdarî festîvalê bûn e û kêfxweşiyê bi wan re parve dikin."
Herî dawî xilat li komên beşdar û kesên ku bi serketin ji aliyê komîteya amedekar hat belav kirin.
Festîvala bi diurûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.