Girê Mozan şaristaniya çiyayî û şûnwarekî arkeolojîk ê girîng e

Li ser erdnîgariya Mezopotamyayê şaristaniya herî kevnar û xwedî dîrokeke dewlemend ku vedigere 3500 sal berî zayînê hatiye avakirin ku şûnwarên wê heya roja îro li ser rûyê erdê tên dîtin û destnîşanî civakeke çiyayî bi navê (Orkêş) dike.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Girê Mozan (Orkêş)  şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk ê girîng e, dikeve navçeya Amûdê girêdayî Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lêkolînên li Girê Mozan ji sala 1984’an ve heta şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi rêveberiya Marilyn kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati berdewam kirine. Dirêjahiya gir nêzî 600 metre ye û bilindahiya wê ji erdê 28 metre ye. Desteya Parastina Şûnwaran a ku di sala 2014’an ve hatiye damezrandin wekî erkekî girîng daye ser milên xwe ku parastina nêzî 1400 gir û deverên dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Her wiha niha jî nêzî 100 cihên dîrokî li Herêma Efrîn û bajarê Serêkaniyê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Parastina Şûnwaran Delîla El-Xelîl dîroka Girê Mozan û tiştên ku tê de hatine keşif kirin bi me re parve kir. 
Dîroka Girê Mozan û keşifkirina şûnwarê wê
Delîla têkildarî  dîroka Girê Mozan û keşifkirina şûnwarê wê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Girê Mozan cihekî erkeolojîk pir dîrokî ye, bi navê Orkêş dihat naskirin û cihê bêhnvedana karwanên bazirgan ên ku ji Somerê berê xwe didan Anedoluyê, bû. Di sala 1949’an de li Fransayê bi qaçaxkarên şûnwaran re du peykerên şêran ji metalê bronz hatin girtin, niha yek jê li muzexaneya Lover a Fransayê ye û şêrê din jî li muzexaneya  Metroboletan a Amerîkayê ye. Lêkolîneran xwestin cihê orjînal ên van herdu şêran nas bikin, bi lêkolînan re derket ku ev herdu şêr vedigerin şaristaniya Orkêş li Girê Mozan û li ser vî esasî li mekanê wê operesyonên kolandinê dest pê kirin ku di encamê de şaristaniyeke dîrokî hat keşifkirin.  Di sala 1984’an de lêkolîner Giorgio Buccellati û hevjîna wî Marilyn Kelly-Buccellati dest bi operasyonên kolandinê kirin, piştî 10 salan Orkêş keşif bû û heya derketina şerê navxweyî li Sûriyeyê lêkolînan berdewam kir û paşê hatin rawestandin.”
Şûnwarên dîrokî yên ku di Girê Mozan de hatine dîtin
Delîla bal kişand ser şûnwarên dîrokî yên ku di Girê Mozan de hatine dîtin û wiha domand: “Di Girê Mozan de du şûnwarên esasî hatine keşifkirin yek jê Mihraba El-Esed û ya din bi navê Qesra Abî ye. Mihraba El-Esed navê wê vedigere dîtina herdû şêrên di mihrabê de dîtibûn ku bi zimanê Erebî jê re dibêjin (Esed). Ev mihrab ji kevirên kilsê hatiye avakirin û di du qonaxan de hatiye lêkirin yek jê 2500 sal berî zayînê û ya din jî 2750 sal berî zayînê ye. Şiklê mihraba El-Esed girover e û bilindahiya wê 27 metre ye li ser erdê. Şûnwarê din jê re dibêjin Qesra Abî ew jî ji kevirê kilsê hatiye avakirin bi şiklekî gilover û kûr, dibêjin ew bi xwe cihê padîşah û şahbanû bû. Di Qesrê de jî mihrabeke cuda heye tê de padîşah û şahbanû dua ji xwedewendan re dikirin û li gorî baweriya wan ew cihê herî bi ewle bû ku bikaribin daxwazên xwe bînin ziman. Li aliyê din ê qesrê çar beş hene cihê xizmetkaran, cihê lojîstîkê, metbexa xwarinê û beşa çaremîn jî nîşaneya wê nehatiye keşifkirin.”
Di şaristaniya Orkêş de rêveberiya jinan  
 
Delîla bal kişand ser keşfên ku destnîşaneya rêveberiya jinan di şaristaniya Orkêş de dikin û wiha pêde çû: “Di Girê Mozan de gelek peyker, tablet, neqiş û mohrên ku destnîşaneya jinan dikin hatine keşifkirin. Li gorî keşfên lêkolîneran hevsengiyeke hevbeş di rêveberiya jin û mêran de di qesrê de hebû û rola jinan pir girîng bû. Heya hin mohrên hatine dîtin weke jin ne tenê bi navê şahbanû bûn lê belê mohrên bi navê jinên ku xebatên jiyanî jî di qesrê de birêve dibirin hatine dîtin. Li gorî lêkolînan kesên li vir dijiyan Horî bûn, horî jî ew kesên çiyayî ne, li ser hin mohran neqşên bizinên çiyayî hebûn û ev nîşan dide ku kesên li vir dijiyan çiyayî bûn. Di gir de 1000 çap mohr ji 100 mohrê re hat dîtin her wiha 5 mohrên taybet vedigere ji padîşahê Orkêş re hatine dîtin.” 
Parastina şûnwarên dîrokî
Delîla behsa girîngiya parastina van şûnwarên dîrokî ji aliyê Desteya Şûnwaran ve kir û wiha bi dawî kir: “Niha em di rewşeke şer de ne û operasyonên kolandinê bi temamî ji destpêka aloziya li Sûriyeyê ve hatine sekinandin. Em weke Desteya Parastina şûnwaran van cihên dîrokî ji xerakirin û dizînê diparêzin, li ser vî esasî me endamên parastinê amade kirine û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van şûnwaran diparêzin. Li Herêma Cizîrê 32 endamên me yên parastinê hene û ji bo parastina deverên dîrokî hatine erkedarkirin. Her wiha em her dem hemleyên hişyarkirinê ji civakê re çêdikin ku parastina şûnwarên xwe yên dîrokî bikin û xwedî li şarestaniya xwe derkevin, ji ber ku em çiqas bêjin jî wê parastina wê zehmet be ger civaka me ne di wê ferqê de be. Em bi hêvî ne hemû mirovên civaka me alîkariyê bidin Desteya Şûnwaran û şaristaniya xwe ji têkçûnê biparêzin.”