"Jina azad bingeha civaka azad e"

Jinên ku beşdarî yekemîn konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê bûne, kar û xebatên 7 salan nirxandin û diyar kirin ku wê bi konferansê re gelek projeyên ku alikariya jinan dike werin avakirin.

ROJDA SEYIDXAN 
Qamişlo- Konferansa yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi dirûşma "Cihaneke azad û jiyaneke azad yên bi dest bikevin hene" destpêkiribûn bi niqaşan didome. Her wiha 200 delegeyên jin ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bûne. Konferans li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê li dar xistin. Di konferansê de dê gelek xalên girîng di derbarê kar û xebatên jinan de werin niqaş kirin û wê guhertinên bingehîn di rêziknameya hundirîn de werin kirin. Têkildarî rêve çûyina konferansê beşdarvanan nêrîna xwe parve kirin.
"Pêşxistina jinan pêşxistina civakê ye"
Rêveberiya beşa tenduristî ya Weqfa Jina Azad, Melîke Hesaf di derbarê kar û xebatên Weqfa Jina Azad de nêrîna xwe wiha parve kir: "Weqfa Jina azad ew 7 salin kar û xebatê xwe bi rêxistin dike û dimeşîne. Piraniya kar û xebatên me ji bo jin û zarokan e. Her wiha projeyên me yên mîna çandinî, dirûnxane, tenduristî, bexçeya zarokan û gelek projeyên ku alikariya jinan di aliyê aborî de dike hene. Armanca me ewe ku em jinan di aliyê aborî de xurt bikin û jin bi xwe dabara jiyana xwe bi rêve bibe. Berê karê Wefta Jina Azad di asta Rojavayê Kurdistanê de bû, niha em belavî tevahî Sûriyê bûne. Her wiha derveyî projeyan em di nava civakê de semîner û perwerdeyên fikrî yên ku jinan pêş dixîne didin. Pêve girêdayî em li bajaran perwerdeya tendûristî ji bo jinan didin. Piştî 7 salan em konferansa xwe ya yekemîn li dar dixînin, bi riya vê konferansê dê guhertin û veguhertinên bingehîn çêbibin. Her wiha em ê ji bo jinan projeyên baştir derbixînin û em ê navenda xwe li Şamê jî vebikin."
"Perwerdeyên fikrî, derûnî û pişeyî"
Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Kantona Kobanê Rojîn Hesen jî wiha behsa kar û xebatên Weqfa Jina Azad dike: "Em weke Weqfa Jina Azad a Sûriyê armanca me ya sereke ewe ku em xwe bighênin tevahî jinan û wan pêş bixînin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin pêşketinên ber bi çav çêkirin, elbet desthilatdar jî qebûl nake û êrîşên cur be cur pêk tîne û dixwaze îradeya jinan bişkîne. Lê em wek jin wê ferqê de ne û em nahêlînin ku îradeya me bişkînin. Her wiha dema ku em bi têkoşîneke mezin li ber xwe bibin û ji bo hemû jinan kar û xebat bidin meşandin wê êrîş jî kêm bibin. Her wiha Weqfa jina azad derveyî projeyan, girîngî dide perwerdeyên mîna fikrî, derûnî û pişeyî jî. Bi perwerdê re însan pêş dikevin loma perwerde ji bo me bingeha her tiştî ye. Îro em hemû endamên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li vir kombûne û em nêrînên xwe parve dikin da ku em bikaribin dema pêş sûdên mezintir bi dest bixînin."