Yekemîn Konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê destpêkir

Li Qamişlo Yekemîn konfransa Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi tevlîbûna 200 delegeyên ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir.

Qamişlo - Bi dirûşma "Cîhaneke azad û jiyaneke azad yên bi dest bikevin hene" Weqfa Jina Azad a Sûriyê konfransa xwe ya yekemîn bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir. Konferans li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê li dar xistin. Cihê konferansê bi wêneyên jinên têkoşer û pankartên bi nivîsa "Jina azad bingeha civaka azad e" hatibû xemilandin. Her wiha gelek mîvanên ji saziyên civaka sivîl û hemû saziyên jin hatibûn vexwendin. Konferans bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê di derbarê kar û xebatên Weqfa Jina Azad de sînevîzyonek hate pêşandan.
"Bi hev re avakirina jiyaneke azad"
Paşê Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed Konferansa Weqfa Jina Azad li tevahî jinan pîroz kir û got: "Îro bi saya jinên têkoşer em vê konferansa xwe li dar dixînin, loma em vê konferansê di destpêkê de têkoşerên jin ên ku canê xwe ji bo jiyanek azad feda kirine pîroz dikin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di nava 7 salan de gelek kar û xebatên baş meşandin e. Xebatên ku hatine meşandin cihê serfirazî û serbilindiyê ye. Elbet tu ferq û cudahî di navbera kar û xebatên jinan de nîne, loma em herdem amadene ku em destekên herî mezin pêşkeşî saziyên xwe yên jin bikin. Rola Weqfa Jinê di nava civakê de girîng e, divê em bi xebatên xwe alikariya herî mezin pêşkeşî jinên koçber ên ku di kampan de dijîn jî bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember zihniyeta desthilatdar xebatek baş meşandine, elbet ew xebatên baş bi yekîtiya tevahî jinan pêk hat. Em ê bi hev re jiyanek azad bidin avakirin û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li tevahî cîhanê bidin nasîn."
"Xwe perwerdekirina jinan"
Mîvana bi navê Bermal Colemerg ku ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevlî Konferansa yekemîn a Weqfta Jina Azad a Sûriyeyê bûye konferans pîroz kir û nêrîna xwe wiha parvekir: "Di pêvajoyek wiha hesas de li dar xistina konferansek wiha pir girîng e. Jinên kurd û hemû pêkhateyên ku bi hev re dijîn li tevahî welat û kurdistanê di nava berxwedan û têkoşinek pir mezin de ne. Ji destpêka avakirina Weqfa Jina  Azad a Sûriyê û heta niha gelek kar û xebatên girîng û mayinde hatin meşandin. Pir jin bi xwesteka xwe beşdarî kar û xebatên Weqfa Jina Azad bû. Weqfa Jina Azad herdem ji bo jinan projeyên cur be cur dide avakirin. Jin li tevahî cîhanê û taybet cihên ku dewletên desthilatdar hene tên hedefgirtin, ji ber jin pêşenga civakê ye û bi riya hedefgirtina jinan dixwazin civakê tune bikin. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li hember kiryaran xwe perwerde dike û hertim ji bo azadî û aşitiyên di nava têkoşînê de ye."
Piştî axaftinan wê rapora heft salan ya kar û xebatê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê were xwendin. Her wiha dê li ser rewşa jin di nava siyasetê de niqaş werin kirin. Paşê rêziknameya hundirîn a Weqfa Jina Azad a Srûiyeyê were xwednin û guhertinên bingehîn têde werin kirin. Di heman demê de wê pêşniyar û biryarên nû ji bo sala pêş werin li dar xistin. Her wiha dê 5 rêveberiyên jin li ser asta Sûriyê werin hilbijartin.
Niha konferans bi axaftina mîvanan didome. Piştî axaftina mîvanan dê konferans ji ragihandinê re girtî be.