"Divê êdî dawî li bûyerên qetilkirin û xwekuştinê were"

Derûnnas û hevseroka Zanîngeha Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêrîn Mislim bal kişand ser bûyerên qetilkirin û xwekuştinê û got: "Qetilkirin û xwekuştin rêbazên herî şaş ên çareserkirina nakokî û pirsgirêkan in. Divê em bi xwe alîkariya xwe bikin, parve bikin û serî li saziyên pêwendîdar bidin. Divê êdî aliyên pêwendîdar plansaziyeke nû çêbikin da ku dawî li van bûyeran bê."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Qetilkirin û xwekûştin, dawî li jiyana xwe ango li ya kesekî din bi rê û rêbazên cuda anîn e. Ev bûyer rojane li ser asta cîhanê rû didin. Lê herî zêde ev bûyer di nava jinan de çêdibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya hebûna sazî û rêxstinên jinan her wiha zagonên ku mafên jinan û civakê diparêzin, rêjeya van bûyeran kêm e. Tevî vê yekê jî bûyerên wiha çêdibin. Li Kantona Kobanê di çend mehên 2021'ê de zêdetirî 5 jinan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek jinan jî hewldan xwe kuştin û rastî qetilkirinê hatin. Di vê çarçoveyê de ajansa me bi derûnnas û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim re hevpeyvîn çêkir.
Hûn bûyerên qetilkirin û xwekuştinê çawa dinirxînin?
Di van demên dawî de bûyerên qetilkirin û xwekuştinê li herêman tên jiyîn. Bûguman koka her du bûyeran yeke lê weke mentiq cuda dibe. Dema ku jinek tê qetilkirin ango dawî li jiyana xwe tîne ji me re diyar dibe ku em hîna wê hişmendiya (namûs û şeref) di bedena jinan de pênase dikin. Ji ber vê, dema ku zilamek jinekê dikûje di bin navê paqijkirina namûsa xwe de, ew cînayet tê veşartin û rewakirin. Ji ber vê hişmendiyê jin jî êdî gihîştine asta ku rihê xwe ji ber kêmasiyan ve bidin. Heger ew jin li gorî zagonên civakê yên paşverû û kevneperest nemeşin, an wê werin qetilkirin an wê ew dawî li jiyana xwe bînin. Ji ber vê heger jin bikaribin xeleka ku hişmendiya serdest ji wan re diyar kiriye, derbas bikin em bawer in ku wê ev bûyer gelek kêm bibin û ber bi nemanê ve biçin.
Li Kobanê ev bûyer di kîjan rêjeyê de ne? 
Li Kobanê û giştî herêma Firatê em her sal bûyerên bi vî rengî ku ji sedemên cur be cur çêdibin, dijîn. Mixabin kesên ku di temenê xwe yê ciwanî de ne, li şûna ku ew kes hêviyên civaka xwe pêk bînin û ji bo pêşeroja xwe bixebitin dibin qurbaniya van bûyeran. Li gorî wan kesan ew êdî digihîjin asteke wisa ku dinyaya wan tev reş bûye û xetimiye. Lê ew bi xwe re nabin alîkar, berovajî ji ber rêbazên şaş ew digihîjin asta mirinê. Lê em niha di sala 2021'ê de ne û pergala me ewqas bi pêş ketiye ku bi dehan sazî û rêxstinên jinan hene. Her wiha hejmara herî zêde ya di tevahî saziyan de jin in. Li cem me di zanîngeha Kobanê de 300 xwendekar hene, ji wan 219 jin in. Em jî bi erka xwe radibin ku em mêjiyê wan li gorî demê saz bikin. Ev hemû jî rengê jinê yê di civakê de diyar dike. Ji ber vê mixabin ku heta niha jî bûyerên bi vî rengî tên jiyîn. Diviyabû ku ev bûyer ji hole rabûna lê her sal hejmar zêdetir dibe.
 Hûn xwe di nava van bûyeran de çawa dibînin?
Dema ku qetilkirin û xwekuştin di temenê ciwanî de be, wê demê ev yek kêmasiya aliyên zana û têkildar e. Em rewşeke wiha ne ji ber nezanbûnê zêde her wiha aliyê derûnî ji tevahî aliyên jiyanê ve heye. Dema ku birînek di bedana mirov de çêbibe, ew roj bi roj rehet dibe. Lê birînên derûnî zû bi zû nayên dermankirin. Civaka me jî di gelek pêvajoyan re derbas bû, ji komkujî, koçberî, şoreş û hwd. Ji ber vê gelek kes weke pelên daran nazik û tenik bûne. Ji ber vê erka me hemûyan ew e ku em van pelan bi hêz û qalind bikin. Pêwîst e saziyên ku bi van mijran re têkildar in dest bi xebatên pratîk bikin. Civaka me heta niha jî bûyerên qetilkirin û xwekuşetinê vedişêre. Her wiha dibêjin, ew jin (kêm mêjî bû) çû xwe kuşt an jî ji ber ku wê jinê kêmasî kir qetilkirinê heq dikir. 
Rêbaz û çareserî çi ne, rola dayik û bav çi ye?
Di rûdana van bûyeran de kêmasiya me jî heye ku me xwe hîna negihandiye tevahî civakê. Divê ku li şûna em her tiştî ji demê re bihêlin, em mijaran ji koka wan ve çareser bikin. Li şûna ku bûyerên bi vî rengî kêm bibin, em dibînine ku sal bi sal rêje zêde dibe. Ev nakokî bi birûşûr, daxuyanî û civînan nayên çareserkirin. Divê em xwe bigihîjînin kesên ku rastî tundiyê tên û hewldana xwekuştinê dikin. Her wiha li şûna ku em wan biparêzin divê em bi rê û rêbazên rast wan fêrî xweparastinê bikin. Her wiha rola dayik û bavan jî gelek girîng e. Lê mixabin ku di civakê de her du zayend bi rengên cuda tên mezinkirin. Pêwîst e êdî dayik û bav zarokên xwe li ser bingeheke rast û saxlem mezin bikin. Hê jî gelek dayik hene ku ew jî tundiyê li hemberî zarokên xwe dimeşînin. Divê dayik bi keçikên xwe re bibin heval û têkiliyeke rast ava bikin. Dema bibînin ku keçikên wan xemgîn in ango bi ser xwe de mijûl in divê bi wan re biaxivin û parve bikin, ne berovajî ew bi ser de herin. Bêguman nifş ji nifşeke cuda ye, ji ber vê dayikên niha heta astekê bi zarokên xwe re heval in. 
Tu dixwazî çi ji kesên ku niha difikirin wiha li xwe bikin re, dibêjî?
Ev bûyer di nava her du zayendan de çêdibin. Lê li şûna ku xwekuştin çareserî were dîtin divê ku em pirsgirêka xwe parve bikin. Parvekirina pirsgirêkan nîvê çareseriyê ye. Heger em nikarin bi dayik, bav, xwîşk û birayên xwe re parve bikin, em bi hevalên xwe re parve bikin. Ger ku ew jî ji me re nebûn bersiv, bi dehan saziyên pêwendîdar hene ku bikaribin bi me re mijûl bibin û ji me re çareseriyê bibînin. Mixabin ku gelek kes jî baweriya xwe bi van saziyan naynin lê dema ku malbat ji me re nebe bersiv û xwedî li me dernekeve, wê gavê em neçar in ku berê xwe bidin cihên cuda. Hêviya me jî ji civaka me ew e ku bikeve ferq û cudahiya van mijaran û bi zarokên xwe re bibin alîkar. Li ser vê bingehê em dubare dibêjin, xwekuştin û qetilkirin ne çareserî ye.
Hûn bûn şahida bûyerên çawa û divê civak çi ji van bigre?
Li gorî tecrube û bûyerên ku min di dema xebatên xwe yên di Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê de jiya, ez rastî gelek bûyerên bi vî rengî hatim. Ez rastî gelek jinên ku hewl dabûn xwe bikujin hatim. Ji me re digotin, "Dema ez digihîştim vê astê ez poşman dibûm. Ez ê ji bo kê û çi dawî li jiyana xwe bînim. Heger ez wiha bikim, ez ê riya xwekuştinê ji gelek jinan re jî vekim. Ji ber vê ez ê li dijî pirsgirêka xwe şer bikim, dengê xwe bilind bikim û têbikoşim."  Her wiha hineke jinan jî wiha digotin: "Jiyan li pêş çavên min reş bûbû, min digot qey çareserî ev e. Lê ez pişt re li zarokên xwe, malbat û li xwe jî difikirîm, min nedikir." Ji ber vê hêviya me ji jinan heye ku li şûna rêbazên şaş ji xwe re bingeh bigrin, jinên pêşeng û têkoşer bingeh bigirin. Her wiha deriyên tevahî saziyên ku bi mijarên jinan re têkildar in vekirîne.