Şêniyên herêma Firatê: Em xwedî li rûmeta xwe derkevin

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya bi pengava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê re herikîn qadan.

Kobanê- Dewleta tirk di 23`ê Nîsanê de dest bi tevgera dagirkeriya xaka Kurdistanê kir. Di vê çarçoveyê de axa Başûrê Kurdistanê her wiha kampa şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Li dijî pêngava dagirkeriyê û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybetî PDK`ê, bi hezaran ji şêniyên Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî bi navçe û gundewarên wê, bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û îxanetê meşa rûmetê" li qada Jina Azad kom bûn. Her wiha Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, saziyên civaka Sivîl, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî meşê bûn. Gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Azadiya Kurdistanê her wiha pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirinê re, na ji komploya nû re" , "Ew şervanên azadî û rûmetê" ne û "Riya we riya me ye, armanca we armanca me ye" hildabûn. 
Meşê bi berzkirina dirûşmên piştgiriya bi şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê re û şermezarkirina bêhelwestmayîna PDK`ê ji qada Jina Azad dest pê kir, ber bi qada Aştiyê ve çû û rawestiye. 
Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, gel deqeyek rêz girt. Paşê Hevserokê Encûmena Rêveber Mihemed Şahîn û Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd axivîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta tirk ên li ser xakên Başûrê Kurdistanê wekî tevgera dagirkeriyê hat binavkirin. Her wiha bang li gel, partî û saziyên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li dijî dagirkeriyê, çalakiyan li dar bixin. 
"Hêvî û xewnên dayikan pêkhatina yekrêziya Kurdî ye"
Jina bi navê Fatma Mihemed Îsa ku beşdarî meşê bûbû, bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdî û wiha got: "Em weke jinên Kurd vî şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê diqewime qebûl nakin. Divê ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li neteweya xwe derkeve. Lê em dibînin ku PDK hevkariya dewleta tirk dike û alîkariya wan a dike di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de. Em îro ji bo vê mijarê dimeşin. Ez weke dayikeke Kurd hêviya min heye ku em bikaribin di demeke nêzik de bibin yek û rê nedin dijmin ku me perçe bike."
"Heger rewş wiha bidome wê xaka Başûrê Kurdistanê were dagirkirin"
Her wiha jina ciwan a bi navê Edar Bekî helwesta xwe ji nêzkatiyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê re wiha anî ziman: "Hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirk re planên dijmin bi cih tîne. Heger ev rewş wiha bidome, çawa ku Efrîn û Serêkanî hatin dagirkirin, wê herêmên Başûrê Kurdistanê jî werin dagirkirin. Li kêleka ku dijmin bi her awayî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike, em weke netew bi xwe jî êrîşî hev dikin. Ev nêzîkatî gelek şaş in û cihê xemgîniyê ye."
Meş bi dirûşmên "Bêjî berxwedana grîla" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.