"Doza Kobanê doza me hemûyan e divê em xwedî li wan derkevin"

Hîva Mihemed Elî yek ji kesên ku bû şahidiya şerê Kobanê, behsa dosya doza Kobanê wiha dike: "Dewleta tirk di tirsa yekitiyê de ye, ji lewre vê dozê dike wek hincet û zagonên navneteweyî binpê dike."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di sala 2020'an de dewleta tirk dest bi dadgeha doza piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kir. Di doza Kobanê de 108 siyasetmedarên HDP'yî tên darizandin. Di 27'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ`ê bi hemû hêza xwe êrîşî Kantona Kobanê kirin. Ji bo parastina Kobanê seferberiya neteweyî hat ragihandin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî ciwanan ji bo parastina axa Kobanê berê xwe dan herêmê û li dijî DAIŞ`ê şer kirin. Lê ji ber ku Kobanê perçeyek ji axa Bakurê Kurdistanê ye, ji her kesê zêdetir ew xwedî li Kobanê derketin. Ciwanên Bakurê Kurdistanê sînor qetandin, seferberiya bi rihê parastina Kobanê ragihandin. Di encama berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê û piştigriya Kurdistaniyan DAIŞ hat şikandin. Li ser vê bingehê rêwîtiya tunekirina DAIŞ`ê ji Kobanê  dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Ji bo alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê bi berxwedana Kobanê re di 2014'an de, dewleta tirk doz vekiriye. Gelê Bakurê Kurdistanê bi hestên xwe yên welatparêz û neteweyî beşdarî serferberiyê bûn û di sînorên Kobanê de xwe kirin mertal. Bajarê Kobanê girêdaneke xwe ya dîrokî bi Bakurê Kurdistanê re heye, ji ber vê gelê Bakurê Kurdistanê xwedî li wî rihî neteweyî derket. Bi hesteke germ sînor qetandin û bi dehan ciwan jî canê xwe feda kirin. Der barê mijarê de Hîva Mihemed Elî nêrînên xwe anî ziman.
"Li Kobanê berxwedaneke bêhempa hat jiyîn"
Hîva di destpêka axaftina xwe de wiha behsa hin ji kêliyên şerê Kobanê kir: "Di 15'ê Îlona 2014'an de şerek li Kobanê hat kirin, lê YPJ/ YPG'ê bi hemû hêza xwe vîna çeteyên DAIŞ şikandin. Şikandina çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bû tirsek. Di heman demê de gel jî şervanên xwe bi tenê nehiştin, şervanan moral ji gelê xwe digirtin. Lê her kes dizanibû ku çeteyên DAIŞ'ê bi serkêşiya dewleta tirk derbasî Kobanê dibûn. Kesên ku hovîtiya DAIŞ'ê têk birin şervanên azadiyê bûn. Ruxmî ku şervanan tenê bi çekan li dijî çeteyan şer dikirin. Min û xwîşka xwe Zozan me di dema şer de kincên şervanan dişûştin, komîn ava dikirin û xwerin amade dikir. Şerê hebûn û nebûnê li Kobanê hat jiyîn lê tu caran jî planên dewleta tirk bi ser neketin, ji bo wê her tim şervanan digotin wê serkeftin a me be û bi rastî jî serkeftin bû para me. Wê her dem jî serkeftin a me be ji ber ku em azadî, wekheviyê û demokrasiyê dixwazin. Ji ber ku roj bi roj çeteyên DAIŞ'ê têk diçûn û êdî nikaribûn bi pêş ve biçin, êdî dewleta tirk bi awayekî aşkere êrîşî Kobanê di milê derî de kir. Derî hat hilweşandin lê şervanan li beramberî wan teslîmkarî qebûl nekirin, berovajî wê hîna bi moral û coş têkoşiyan û li wir jî planên dewleta tirk hat şikandin."
"Bi yekitiya Kurdan em ê planên dewleta tirk vala derxin" 
Hîva bal kişand ser doza Kobanê û wiha pê de çû: "Dewleta tirk tu mafê ku binpê nekiribe nehiştin, yek ji wan îro dixwaze bi hinceta ku endam û rêveberên HDP'ê piştgiriya gelê Kobanê kirine wan ceza bike, nabe ku ceza li wan kesan bê girtin. Ji ber ku her çar parçeyên Kurdistanê yek in bi dil û can bi hev re ne. Dema ku li parçeyekî Kurdistanê serhildan rabe helbet hersê parçeyên din wê alîkariya wî parçeyî bikin. Ji ber ku em hemû Kurd in, em hemû xwîşk, bira, bav, dayik in. Tu kes jî nikare her çar parçeyan ji hev cuda bike. Dewleta tirk çi bike jî wê nikaribe me ji hev cuda bike. Ruhê me yek e û em bi hev re diêşin û em ê li beramberî hemû dewletên desthilatdar rabin da ku em mafên xwe bi dest bixin. Dema ku şer li Kobanê dijwar bû, yekser li ser bangawaziya Rêber Apo her çar parçe bûn yek û Kobanê rizgar kirin. Di Kobanê de diyar bû ku Kurdên her çar parçeyan yek in. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina berxwedana Kobanê ne sûc e, sûcê herî mezin ew e ku îro dewleta tirk zagonan binpê dike. Em hîna di nava şer de ne û roj bi roj gefên dewleta tirk li ser me zêdetir dibin, ji bo ku em ax û welatê xwe biparêzin divê têbikoşin. Banga min ji tevahî gelê Kurd re heye ku em her kes li pêşiya mala xwe parastina xwe bikin."